Hewlêr û Bexda û şerê xesû û bûkê

10-03-2015
Rêbwar Kerîm Welî
A+ A-

Bi kêmanî piştî sala 2003, eger dijwar jî be, awayekî din ji reftarê ku ji qonaxên berê cuda bû di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat. Pir caran girêkên kor ên Bexdayê li Hewlêrê dihatin vekirin. Kî ji Bexdayê koçber dibû, li Hewlêrê dihêwirî.

Carina herdu alî ji hev re cihê şanaziyê bûn, lê hin caran bîn li hevdu diçikandin. Di 12 salên borî de, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê carina xweş bûn û carina nexweş bûn, carina li jor û carina jî li jêr bûn.

Heta ku kurd yekrêz bûn, Hewlêrê ne tenê milê xwe li milê Bexdayê dida, tew bibû cihê hesûdiya gelek kesên ku berê heybeta Bexdayê dîtibûn jî.


Lê ew parçebûna ku ji sala 2012 ve li ser rakirina serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî rû da, tevî ku statûya Hewlêrê li hember Bexdayê lawaz û bênirx kir, lê di eynî demê de Bexda jî ji berê bêîtîbartir kir û Bexda kir cihek ku kes nikare di xew de jî serweriya yasayê lê bibîne.

Beriya 3 salan, heyva hingivînî di navbera Bexda û Hewlêrê de xilas bû û eger ne ji ber gefên DAIŞê bûya, ne dûr bû ku îro pêşmergeyên Kurdistanê di çepera şerê artêşa şîe de bana. Her çiqasî ku kurd naxwazin qet şerê pêkhateyên din ên welatê bi nav Iraqê bikin, lê ne dûr bû şer li deriyê gelê kurd bixista, wek çawa DAIŞê lêxist.

Ev rewşa dijwar û aloz ku niha Hewlêr û Bexda rastî wê hatine, eger li hêlekê encama despotîzma Bexdayê û nebûna baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de be, lê bi rêjeyeke mezin jî girêdayî ne zelalî û sergêjiya herdu aliyan e.

Bi kurt û kurmancî, Bexda pir dixwaze Hewlêrê ji stûyê xwe bike, lê nizane çawa? Kurd jî, yan piraniya kurdan, naxwazin bi Bexdayê re bimînin.

Sê salên borî, Hewlêr û Bexda wek xesû û bûkê li hevdu û hêncetan e da her kes here mala xwe. Ev rewş dihêle ku kok û naveroka hinek meseleyan winda bibe.

Mînaka herî sade, du peymanên dawî ne ku yek ji wan bo pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê hat îmzekirin û 100 roj bo serketina hikûmeta Ebadî destnîşan kir. Kî dikare bêje kîjan benda karnameya hikûmeta Ebadî û soza wî ya 100 rojî bi cî hatiye? Eger wiha ye, êdî divê dilê me xweş be. Eger ne wiha ye jî (bi rastî jî ne wiha ye), êdî çi karê kurdan di nav hikûmeta Bexdayê de heye?!.

Peymana duyemîn ku beriya du meh û nîvan hat îmzekirin, peymana navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de bû ku derbasî nav yasa budceyê jî bû, lê vêga jî kesî fam nekiriye kî gunehkar e? Kes nehat bi hejmaran ji me re bêje kurdan di rojekê de ewqas petrol hinartine û divabû Bexda ewqas pereyan bide!.

Sosret e ku herdu alî di demekê de ku piçekî jî pabendî peymanên xwe nabin, hem teqez dikin ku pabend in bi peymanan û hem jî hevdu tohmetbar dikin ku pabend nebûne bi peymanan! Rewşek e pir sosret e ku bawer nakim tu pisporek jê fam bike, ji xwe dev ji xelkê reben berde!.

Rastiyek heye ku pir kes jî lê mikur hatine, ew e ku siberoja Hewlêr û Bexda ber bi du asoyên cuda diçe. Lê eger Hewlêr bi nêt e ji Bexdayê cuda bibe (ev nêt heye jî), divê rast û rewan ne tenê vê nêta xwe nîşan bide, tew divê rûne û gav bi gav hisab jê re bigre jî. Rîsk û metirsiyên vî karî pir in, lê dawî li wê lîstikê tîne ku bi sala ye herdu alî pê derewan li xwe dikin.

Peyama Barzanî derbarê madeya 140 û Kerkûk û navçeyên din pir zelal e û pêwistiya wê bi şîrovekirinê tune. Lewma pêngava bê, divê têgihandina xelkê be û milet bo qonaxeke nû bê amadekirin.          

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst