Alaya we dê bimîne!

Dibe ku ne tesaduf be ku navê min Ala ye. Di sirûda niştimanî ya Ey Reqîb de, yek ji tiştên ku ji bo nivîserê wê pir girîng bû ew bû ku divê alaya me qet netewe û neyê çemandin. Ji bo min jî wisa ye. Ez Alaya Kurdistanê me û ez ê ti carî netewim û neyêm çemandin.

Sedem jî ew e ku dilê min bi gelê min re ye û di vê rewşa dijwar de ku ez niha di nav de me, wan jî tekez kir ku dilê wan bi min re ye. Çi qasî xweş e ku meriv qîz û lawê miletekî wisa dilsoz, wisa dilpak û wisa torin û esilzade be! Çi qasî xweş e ku Kurdistan ji te hez bike û di dema tengasiyê de wê evîn û hezkirinê nîşanî te bide!

Di van rojan de, we nûçeya nexweşketina min ji Rûdawê bihîst. Ji bertek û karvedanên ku hîna jî ji min re tên, ez dibînim bê Kurdistana min çi qasî dilsoza Alaya xwe ye. Di tevahiya jiyana xwe ya pîşeyî de, li her qorziyeke cîhanê ger pêwîst bû bibim dengê Kurdistanê û hawara gelê xwe ragihînim, ez bûme dengê Kurdistanê û min hawara gelê xwe ragihandiye.

Min cefayeke mezin kişandiye, şev bi rojê re kiriye yek û demên dûrdirêj dûrî malbat û şirînên xwe mame û min seba Kurdistanê û ji bo xizmeta Kurdistanê kar kiriye û min westîn nas nekiriye. Loma hevkarên min bi henekî ji min re digotin tu Messiya medyaya Kurdî yî. Hinekan ji wiha zêdetir jî digot û ji min re digotin tu şêrejina medyaya Kurdî yî!

Ev gotinên dilgermker bûn. Lê gelek kesan jî digot tu xwe ji bo çi û ji bo kê wer diwestînî? Sibe hemû dê te ji bîr bikin. Lê ez piştrast bûm ku ev gotina wan ne rast e. Min her gav jî zanîbû ku bi hezaran kesên welat û gelên din hene ku ji bo wan kar bikin. Di heman demê de, min hîs dikir ku ew bi hezaran kesên Kurdistanê nînin û divê ez erka xwe bi cih bînim, barê xwe rakim.

Her çend ev yek zehmet û dijwar bû jî, lê min ti carî westîn nas nekir û dê di siberojê de jî qet nas nekim. Sedem jî ew e ku min dilsozî û wefadariya gelê xwe dît û min zanîbû ku ev gel hêjayî baştirîn e. Gelê min hêja ye ku meriv xwe heta dawî seba wî gorî bike, xwe ji bona wî wêran bike!

Carinan hevpeyvînên min bi karbidestên Ewropayî û Rojavayî bi giştî re hebûn an jî min pirsên medyayî ji wan dikir, gava min tê derdixist ku zanyariyên wan li ser Kurdistanê kêm in an jî agahiyên wan ên şaş li ser Kurdistanê hene, piştî karê xwe yê medyayî, ez bi dûrûdirêjî bi wan re rûdiniştim û min mesele ji wan re zelal dikir. Herwisa heke şandeke wan xwestibe here Bexdayê, min 10 caran pirs bi ser wan de barandiye heta min garantî wergirtiye ku ew dê herin Hewlêrê jî.

Niha jî ku ez nexweş im û şerê başbûnê dikim, bi saya hezarên name û peyamên ku min ji gelê Kurdistanê wergirtine, min garantî wergirtiye ku ez di vî şerî de ne bi tenê me û dilê hemûyan bi min re ye.

A rast, ez nizanim bi kîjan zimanî û bi kîjan gotinan spasiya gelê xwe bikim. Nizanim gelo ew hemî hêz û enerjiya ku xelkê da min, bi kîjan hêz û enerjiyê tê bersivandin?

Ez tenê vê yekê dizanim, gava hûn di peyamên xwe de ji min re dinivîsin: "Tu Alaya me yî, tu xurt î û tu dê vê rewşê derbas bikî", bersiveke min a tenê û zelal ji wan re heye: Piştrast bin heya hûn hebin, Alaya we jî dê hebe û dê bimîne.

Hozanvanê mezin mamoste Hêmin Mukriyanî ya dilê min gotiye û bi îzna wî ez peyama xwe bi guhertina peyvekê radigihînim we:

Gerçî tûşî renceroyî û hesret û derdim emin

Qet le dest em çerxe siple nabezim, Kurd im emin!