Zanayekî pêşketî yê Kurdistanê

Em hemû bi Tora Medyayî ya Rûdawê kêfxweş in ku îro bîr û bîrdariya zanayekî mezin ê Kurdistanê ji derve, ji başûrê Afrîkayê vedigerîne Kurdistanê. Îro oldarên Kurdistanê, zimanzan, mezin û biçûkên Xoşnawan û tevahiya gelê Kurd bi vê pêngavê û ramana berfireh a Mela Ebûbekir Xoşnaw serbilind in.

Em hemû di hewlên peydakirinê de deyndarên Mamoste Sudad Resûl in. Kek Sudad zana û gerokekî gelekî Kurdistanperwer e. Helbet em minetdarê şiyan û hestên hevkarê xwe birêz Sîrwan Rehîm in ku hestên wî yên Kurdewarî biqasî erdhejekê mezin û xurt in. Ez yek bi yek bixêrhatina we dikim, bi taybetî ji bixêrhatina du Kurdistaniyan, du Xoşnawên ku ji Cape Townê hatine, Mihemed Zobrî û Ebûbekir Efendî dikim.

Em dizanin ku zanayên Kurdistanê xizmeteke mezin kiriye ji Îslamê re. Li Kurdistanê gelek dibistan û tekeyên girîng hebûne. Van dibistan û tekeyan gelek sûd gihandiye xwendekarên zanistê yên Kurdistan û welatên Îslamî lê jiyana Mela Ebûbekirê Xoşnaw di vê mijarê de du tiştên nû dibêje ji me re.

Ya ewil, ji me re dibêje ku xebatên zanayên Kurd sînorên welatên Îslamî derbas kirine û gihiştine başûrê Afrîkayê.

Ya duyem jî ji me re dibêje ku deştên Herîr û Sîsawayê ne tenê deştên çandiniyê yên bibereket bûn lê ji bo belavkirina zanîn û xwendinê jî deştên bi xêr û bêr bûn.

Şahê Brîtanyayê Alexandrana Victoria, bi nameyekê ji siltanê Osmaniyan Evdilezîz Xan xwestibû ku zanayekî olî bişîne herêma Cape Townê da rêberiya wan Misilmanan bike ku Holendiyan ew wekî koleyan birine Cape Townê. Mela Ebûbekir Xoşnaw, bijartina Evdilezîz Xanê siltanê Osmaniyan bû da ku vê daxwaza Şahê Brîtanyayê Alexandrana Victoria bîne cih.

Mele Ebûbekirê ku wê demê li Stenbolê muftiyekî berbiçav bû, ji bo Misilmanên Cape Townê bi bîr û hizreke rewşen planeke perwerde û fêrkirinê amade kir. Dema ku ew gihişt Cape Townê, wî di cih de yekem dibistana olî ya ku jin jî dikarin lê bixwînin vekir û her du hevjînên xwe li vê dibistanê kirin mamosteyên jinan.

Bi pirtûkên xwe rêberiya olî û jiyaneke xweş pêşkêşî Misilmanan, xelkê Cape Townê û Misilmanên din ên li başûrê Afrîkayê kir. Mela Ebûbekir Xoşnaw ne tenê mêr didan xwendin û rêberiya wan dikir, berovajî vê, wî keç jî dane ber xwedinê da ku azad bijîn. Di heman demê de gelekî zû tevlî civaka başûrê Afrîkayê bû. Zanayek bû ku çanda bihevrejiyanê û toleransê bi pêş xist, herwiha rê neda tundrewî û cihêkariyên olî.

Zanayê Kurd Mela Ebûbekir Xoşnaw, bandoreke mezin li xurtkirina nivîsandin û belavkirina zimanê Afrîkayê kir ku wê demê zaravayekî Holendî bû û wî di yekkirin û belavkirina Afrîkî de rolek bingehîn dît ku paşê bû yek ji zimanên sereke yên başûrê Afrîkayê.

Pirtûka yekem a bi navê Biyan El-Dîn ji aliyê Mela Ebûbekir ve bi zimanê Afrîkî hatiye nivîsandin û medreseya yekem jî ji aliyê Mele Ebûbekir ve bi zimanê Afrîkayî hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî zanayên Rojavayî, bi taybetî jî yên Holendî, ji cîhanê re got ku Mela Ebûbekir Xoşnaw zanayekî gelekî mezin e û wî ji bo ziman xebateke mezin û bingehîn kiriye.

Ev jî şahidiyeke din a zanîna melayên Kurd û herwiha ramana resen û rasteqîn a Kurdan û melayên Kurdistanê ye ku hesta wan a zanistperwer, hizra belavkirina xwendinê û bihevrejiyana aştyane bûye.

Em gelekî kêfxweş in ku em îro hemû li vê derê, li Hewlêrê, li dora çiraya Mela Ebûbekir Xoşnew kom bûne.

Dema ku Rûdaw ava bû, me ji bo 16 belgefîlmên li ser Kurdên komarên Sovyeta berê dirûşmek danî ku ew jî ev bû: “Kurd li kû derê hebin em dê wan peyda bikin.” Ev kar jî beşek e ji soza me.

***TÊBÎNÎ: Ev gotar, di merasîma danasîna belgefîlma Mela Ebûbekir Xoşnaw û pirtûka "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" de ji aliyê Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hatiyê pêşkêşkirin.