Wîlayeta Virginiya; dibistan û hizbatî

Piştî salekê ji hilbijartina serokatiya Amerîka û biserketina Biden, duh Demokratxwaz di hilbijartina hakimê nû yê Wîlayeta Virginiyayê de tûşî şikestineke neçaverêkirî bûn.

Ev jî amajeyek e ji bo îdareya Biden ku di sala borî de ne zêde bi dilê şêniyên Amerîkayê bû. Ev ji bo Biden metirsîdartir e, çimkî Virginiya ji zemanê kevin de wîlayeta şîn a liberal û Demokratan e.

Youngkin berbijêrê Komarîxwazan li Virginiyayê bû. Bi tenê kampîna hilbijartinê kir û tew nehişt Donald Trump û Komariyên popûlîst beşdariyeke çalak ji bo piştevanîkirina wî bikin. Li beramber wî, McAuliffe-ê berbijêrê Demokratan bi xwe û Hillary û Obama û Bil Clinton kampîna hilbijartinê birêve dibir.

Her kes bendewar bû ku berbijêrê Demokratan biserkeve, çimkî wiha hatiye ku Virgina û Demokrat du cêwî ne û qet ji hev cuda nabin.

Çend rojên dawî yên kampîna hilbijartinê, berbijêrê Komariyan dev ji her tiştî berda û hemî karîna xwe danî ser mijara perwerde û dibistanan û parastina zarokan ji hemî tundûtîjî û destdirêjiyan.

Berevajî Youngkinê Komarîxwaz, mîna hergav berbijêrê Demokratan qala wê yekê dikir ku nabe dê û bav û mafê wan tune ye ku destwerdanê di karûbarên dibistan û programa xwendinê de bikin.

Di encameke dîrokî de, Youngkinê Komarîxwaz karibû serkeftinê li Virginiyayê bi dest bixe û piştî bi dehan sal Demokratan li wê wîlayetê tûşî şikestinê bike û bi tenê beramber wan hemî kesayetên mezin raweste.

Herwisa peyamekê jî bide îdareya Biden ku Komarîxwaz dikarin dengderên Demokratxwazan bibin hêla xwe û di hilbijartina Kongresê de Komarîxwaz bibin piranî.

Ev serkeftin nîşan dide ku mijara fêrkirin û perwerdeyê ji bo Amerîkiyan ji hizbatî û dabeşbûna hizirî li ser lîberal û kevneşopan pir mezintir e.

Dayik û bavên wê wîlayetê ku deng dane û xeber dane û gotine, eger biryar ji bo siberojê û parastina mafên zarok û malbatê be ew hizbatiyê nakin.

Ne mijara aborî, ne tendirustî û karîzmatîkî, ne hizbatî û fikirê cuda, tew popûlîstiya Trump jî nikaribû Komarîxwazan di hilbijartinên borî yên Amerîkayê de li Wîlayeta Virginiyayê serkeftî bike.

Vê carê perwerde, fêrkirin, dibistan û mafên dayik û bavîtiyê wisa li piraniya Demokratan kir ku pişta xwe bidin partiya xwe û deng bidin berbijêrê Komariyan û serkeftinê ji hevrikê xwe re tomar bikin.