Cenêv2 û opozisyona alternatîv



Piştî ku şandiyê navneteweyî û erebî, Exzer Ibrahîmî ragihand ku bizavên civîna amadekariyên kongreya aştiyê ji bo kirîza Sûriyê li Cenêvê rastî şikestinê hatine, tevgera hevdîtinên her du aliyên serpereştyar, Rûsya û Amerîka ligel aliyên opozisyona Sûriyê geş û bilez bû.

Di nav hevdîtin û civênên ku li Cenêvê hatine kirin, civîna cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mîxayêl Bogdanov bi nûnerên opozisyona hundir a ku bi nêzîkbûna xwe ji rejîma Sûriyê ve tê naskirin, mîna serokê Desteya Hevrêziya Niştimanî li penaberiyê Heysem Mena`i, hevserokê PYDê Salih Mislim ku cîgirê serokê Desteya Hevrêziyê ye û nînerên partiya Viyana Gelêrî ji bo Guhertin û Rizgarkirinê bi serokatiya Qedrî Cemîl, cîgirê berê yê serokwezîrê Sûriyê ku bi biryarekê ji serokê rejîma Sûriyê Beşar el-Esed ve hatibû ladan.

Li gor çavkaniyên opozisyona Sûriyê, nûnerên Amerîka û Rûsya li gel her yek ji Rifet el-Esed, apê Beşar el-Esed û cîgirê berê yê serokomarê berê û kolonêl Munaf Tilas, kurê wezîrê berevaniya Sûriyê yê berê, ku yek ji hevalên herî nêzîk ji beşar el-Esed ve bû berya ku cudabûna xwe ji rejîmê rabighîne, civiyane.

Piştî hevdîtina bi Bogdanov re, Salih Mislim ji rojnameya el-Heyat re gotiye ku kongreya cenêv2 berya destpêka sala bê nayê lidarxistin ji ber ku hêj pêwîstî bi hinek sazanên navneteweyî derbarê kongreyê de heye.

Berûvajî helwesta Hevpeymaniya opozisyona Sûriyê, Mislim got divê Îran li kongreya Cenêvê beşdar bibe ji ber bi gotina wî, Îran hêzeke sereke ye û piştgira rejîma Sûriyê ye û beşdarbûna wê zor girîng e.

Derbarê nûnertiya kurdan de, Mislim aşkere kir ku Bogdanov ew agahdar kiriye ku kurd dê bi navê Desteya Bilind a Kurd li kongreyê beşdar bibin, lê Mislim zelal nekir ka wê şandeya kurd bi serê xwe be yanjî cihê xwe di nava şanda opozisyonê de bigre.

Vekirina deriyê kongreya Cenêvê li pêş opozisyona ku ji rejîmê ve nêzîk e yan jî ji Hevpeymaniya Niştimanî dûr e, dibe ku hewleke fişarê li ser Hevpeymaniya Niştimanî be da ku helwesta xwe ji beşdarbûnê nerm bike û dibe jî ku bizaveke dabînkirina sazaneke giştî li ser siberoja Sûriyê be, lê bi her hal, çarenûsa Sûriyê û sûriyan bi biryara derve ve hatiye girêdan.