Şaşiya bêdengiyê!

Duh li 10:48
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Nûrî Bêxalî

Çawa ku hilbijartin stûneke sereke ya demokrasiyê ye lê ne hemû demokrasî û yekane faktor û bingeha bicihanîna demokrasiyê ye, bi heman rengî, beşdarbûna hilbijartinan jî beşeke girîng a beşdariya siyasî ye lê ne tevahiya pêvajoyê ye.

Digel vê yekê jî, çawa ku hilbijartin ji bo kûrkirina ezmûna demokratîk girîng in, bi heman ast û qebareyê; beşdarbûna welatiyan jî di pêvajoya dengdanê de ji bo paqijhiştina proseya hilbijartinê girîng û pêwîst e.

Di vê derbarê de, dema Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje: "Giranî û bihêzbûna pêgeha Herêma Kurdistanê û nûkirina rewatiya saziyên me girêdayî encamdan û serkeftina hilbijartineke paqij û azad e. Loma erkê me tevan e ku em bi hev re ji bo serkeftina wê kar bikin", bi vê peyamê dixwaze bala me bikişîne ser xaleke gelekî girîng ku ew jî rol û bandora erênî ya beşdarbûn û dengdana welatiyan di pakî û paqijiya encamên hilbijartinanê û serkeftina proseyê de ye, çawa?

Beşdarbûna welatiyan di dengdanê de ne tenê nîşana îradeya wan a ji bo xwedîderketina li mafên xwe yên siyasî û yasayî ye lê di heman demê de nîşana haydariya wan a siyasî û civakî ye jî.

Ji bilî bandora wê li ser serkeftina proseya hilbijartinan û yekalîkirina encaman, beşdariya welatiyan û dengdana wan di wê proseyê de, dê bibe alîkar ku proseya demokratîk ber bi rêyeke rast ve biçe û sal bi sal cihê xwe zêdetir di nav jiyana siyasî de bigire û bibe çand û parçeyek ji hişyariya hevpar a civakê.

Ji vê perspektîfê ve, her ku rêje û asta beşdariya welatiyan di hilbijartinan de zêde û bilindtir be, dê pêvajo serkeftîtir be û demokrasî bi xwe jî dê bihêztir bibe û baweriya civakê zêdetir bibe, xasma ger pêvajoya hilbijartinan li gorî rêgez û prensîbên demokratîk û pêşmercên yasayî û destûrî bi rê ve biçe.

Tekezkirina Serok Nêçîrvan Barzanî li ser wê yekê ku "Hilbijartina parlamentoyeke bihêz derfet û alîkariyeke girîng e ji bo bihêzkirina sîstema demokratîk û sazûmanî û çaksaziyê" di çarçoveya heman têgihîştina kûr a rehendên demokrasiyê û xweza û girîngiya hilbijartinan de tê.

Ji ber ku beşdarbûn û dengdana di hilbijartinan de; ji bo xurtkirina demokrasiyê, pêşketina welêt û diyarkirina çarenivîsa nifşan xwedî girîngiyeke mezin e. Loma takekes/welatî li hember xwe, nifşên paşerojê û welêt bi erk û berpirsyariyeke mezin re rû bi rû ye, bi wê yekê ku dikare bi dengê xwe hem pergala demokratîk biparêze û hem jî beşdarî pêşketina welatê xwe bibe û çarenûsa gelê xwe ber bi başiyê ve biguhere.

Berovajî vê yekê, xwedûrkirin û beşdarnekirina takekes/welatî di hilbijartinan de, çi bi hinceta bêbaweriya bi sîstem û desthilatê be, çi ji ber bafikeke din be, di dawiyê de reva ji mafên yasayî û destûrî û xwevedana ji erkên wijdanî û exlaqî li hember niha û paşeroja gel û welatê xwe ye û xeletiyeke ku bi bêdengî li hember xwe û nifşên paşerojê dike!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst