Hemû ji bo Kurdistanê

Bi dirûşma "Ji Bo Partî û ji bo Kurdistan... Payedar bê Nêçîrvan", roja 06.10.2024an ciwanên beşdarî karnavala PDKyê ya li Hewlêrê bûn, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir. Dirûşma wan xwerû, sade û gencane bû lê kûr û watedar bû û nêrîna resen û kevnar a PDK û rêbaza Barzanî nîşan dida.

Vê dirûşma sade ew rastiya mezin diyar dikir ku PDKyê ji bo Kurdistanê û ji bo azadiya Kurdistanê hatiye afirandin. Lewra PDKyîbûn ji bilî têkoşîna ji bo Kurdistanê ne tiştekî din e.

PDKyê ji destpêkê ve ji bo armanceke mezintir bûye amûra xebatê û dê her wisa jî bimîne û ti carî bi xwe nabe armanc.

Loma jî Nêçîrvan Barzanî bi baweriyeke herî mezin got: Her tiştê ku me ji bo gelê Kurdistanê bi dest xistiye, bicihanîna armanca me bû û bi xwîn û xebata xelkê pêk hatiye û loma jî ti minetek tê de nîne, berovajî vê yekê, şaşî û kil û kêmasî lêborîn û dilmeziniya xelkê dixwazin, ji ber vê yekê em ji dil lêborîna xwe dixwazin û soza çareserkirin û rastkirina wan didin.

Di heman çarçoveyê de ew rastî tekez kir ku hevrikî û rikberiya rastîn a PDKyê ne bi aliyên din re ye, li şûnê, bi demê û astengiyan re ye û ew jî ji bo wê yekê ye ku Kurdistan bigihîje qonaxeke bilindtir.

Nêçîrvan Barzanî di germahiya kampanya û coşa cemawerê PDKyê de, prensîba neguhêr a (bihevreyî û hevkariyê) ji bîr nekir û sîngfirehiya PDKyê di vî warî de li hember aliyan wekî cihê şanaziya dîrokî hesiband. Serketina hilbijartinê jî ligel pêkanîna parlamentoyeke kartêker û hikûmeteke hevgirtî û di encamê de yekgirtina hêzên pêşmerge û yekxistina gotara Kurdistanî kir wek hev.

Bi rastî jî kampanyaya Nêçîrvan Barzanî, wekî ku gelek şîrovekaran jî anî ser zimên, kampanyayeke cuda bû. Sê prensîbên sereke di gotara wî de ev cudahî şênber kiribûn:

- Yekem: Rastgoyî û vekirîbûna bi miletê me re, nîşandana dîmenê wekî xwe, bêyî kêmkirin û zêdekirin, nîşandana destkeft û kil û kêmasiyan, tekûzkirina destkeftan û çareserkirina xeletî û kil û kêmasiyan.

- Duyem: Bibîrxistina hemû aliyan ku tevî taya hilbijartinê û germbûna kampanya, hevrikî û nakokiyan lê di encamê de û piştî arambûnê, merem, armanc, man û jiyan tenê Kurdistan e. Em hemû ji bo Kurdistanê û bi Kurdistanê hene û bêyî vê sîwan û vî banî em di nav rêza miriyan de ne.

- Sêyem: Kurteya kampanyaya hevsengiyê (ji bo PDKyê û Kurdistanê) ji me hemûyan re got: Berhevkirina dilsozî û tekoşîna herî mezin a ji bo partiya te, bi dilgermî û xemxwariya herî mezin a ji bo serkeftina Kurdistanê, bi hev re gotareke giran, berpirsiyar û neteweyî derdixin holê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)