Pêvajoya aşitiyê ya PKKê û rêxistina FARC a li Kolombia

 

KCK û partiya BDP dibêjin, ji bo pêvajoya aşitî tiştên ku wan ji hikûmeta Tirkiyê re amede kirine, ti rêxistinek din di ti pêvajoyan de ji Hikûmetan re amede nekirine, lê tevî wan hemû fedekariyan, dewleta Tirkiyê û hikûmeta xwe ti gavên ber biçav neavêjin û hertim bihaneyan derdixin û dixwazin tenê demê derbas bikin û pêvajoyê li gor xwe bimeşînin.

Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje, PKK ji sedî bîst tenê ji hêzên xwe vekişandine, lê rayedarên KCKê dibêjin, kîjan rêxistin, di pêvajoya aşitî de mîna wan fedekarî kirine, wan agir best ragihandin, û dîlên dewtletê hemû berdan û beşa nezin ji hêzên xwe vekişandin.

Gelek siyasetmedarên kurd dibêjin bila Tirkiyê li pêvajoyên din yên aşitiyê li cîhanê binêre,tevî ku li kolombiyayê rêxistina FARCê şer ne rawestand, ji meha mijdara sala borî de, ew û hikûmeta kolombiyayê di pêvajoya aşitî de gelek pêşketin pêk anîn, û herdu alî rastexwe bi hev re danustandinê dikin.

Tevî ku li welatê Kolombiya şer dinavbera herdu aliyan rêxistina FARC ê û hikûmeta Kolombia yê de, hîn berdewame, lê pêvajoya aşitiya ku li Osloya Nerwîjê dest pêkir, li paytexta Kobayê Havana de berdewame.

Desteya ku nûnertiya rêxistina FARC ê dike û yê hikûmeta Kolombia yê dike, bi hev re daxuyaniyeke dan raya giştî ku, qonaxa yekem bi derxistina yasaya referanduma çandiniyê ji aliyê hikûmeta Kolombia yê bi dawî hat, û wê li ser xalên din wek tevlîbûna FARC ê di jiyana siyasî de, û geşepêdanên gundan, û tekoşîna li dijî bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir, û çek berdan û li dawiyê jî, qerebûkirina qurbaniyên şer gotubêjê berdewam bikin.

Ji ber wê jî Serokê Kolombia Juan Manuel Santos duh ragiahnd ku, heta ku ew biçin referandumê jî, wê rêxistina Farkê çekên xwe daneynin, û ji xwe ti kes ne di wê baweriyê de ye ku, di vê demê de ew çekên xwe deynin. Tevî ku rêxistina FARC ê a marksîst û lenînîst, di sala 1980 li hember dsetêweradana şerîketên Emerîkî û yên biyanî li Kolombia yê ku hatine damezrandin şer li dijî hikûmeta Kolombia yê dest pêkir, û heta niha 600 hezar mirov jiyana xwe ji dest dane, û 15 hezar kes wandayiye û bêhtirî 4 milyanoan jî ji warên xwe koçber bûne, lê dîsa di pêvajoya xwe de gavên girîng davêjin.

Rewşenbîrên kurd diyar dikin ku,Hikûmeta Tirkiyê heta niha nikarî yek xalekî destûra bigehîn rawestîne, û eger bi vî ramanî tevbigere, wê PKK ne tenê vekşîna gerîlayan rawestîne, lê dibe ku şer ji nû de têkeve rojevê û ev pêvajoya aşitiyê jî di zikê diya xwe de bimirê.