Pêşekî
Civîna aliyên serekî yên Herêma Kurdistanê li jêr siya êrîşeke din a firokeyên bê firokevan (dron) li ser Hewlêrê, hewleke lihevkirinê ye di nava parçebûneke kûrtir de ku dikare ji bo Kurdan çarenivîssaz be. Bêyî dronê jî, diyar e ku tifaqa navxweyî ya Kurdan dê dilê her kesî xweş neke, lê ev ji bo Kurdistaniyan êdî bûye wek pêdiviyeke jiyanê.
Di dema borî de, du hewlên navxweyî û derveyî ji bo vekirina girêka kor a hilbijartinan bi destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Plasschaert hatin kirin û bi egereke mezin, di encamê de ev yek bi rêkeftina di navbera alî û partiyan de li ser hilbijartinan di demeke nû de bi dawî bibe. Lê li vir ya girîngtir, ne tenê mijara hilbijartinan e, lê di heman demê de hewldana lihevkirina hêz û partiyan e di nava wan dubendiyên piralî de ku li Kurdistana piştî DAIŞê kûrtir bûne.
Hilbijartin, yekkirina hêzên Pêşmerge û aramî
Bê guman ji bo civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî jî, karkirina çerxa hilbijartinan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemû kil û kêmasiyên wê ve jî, ji nekirin û nebûnê baştir e. Wek wan hewlên ku ji bo serkeftina proseya hilbijartinên pêşwext li Iraqê hatin kirin, Plasschaert, ku dibe ku navê wê nola çalaktirîn nûnera saziya NY li Iraqê were tomarkirin, bi hevkariya Serokê Herêma Kurdistanê, kar dike ji bo ku zagona lîstika siyasî li Kurdistanê têk neçe û bi her awayî be jî çerxa hilbijartinan bilive û bisûrike.
Ev hewldanek e ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê di demeke kurt de, ji ber ku qeyranên navxweyî û derve yên kombûyî, hiştine ku hilbijartin ji bo nûkirina baweriya aliyên siyasî û dabînkirina rewatiya nisbî pêwîst be. Li gor amarên fermî, ji sala 1992yan û vir ve, rêjeya beşdarnebûna xelkê di hilbijartinê de ji sedî 12.6 bo ji sedî 41ê bilind bûye, tew amarên nefermî qala hejmareke ji vê zêdetir jî dikin.
Çawa dibe bila bibe, mijara nerazîbûna dengderan nayê înkarkirin û ger di rewşeke wiha de hilbijartin jî bên astengkirin, hingê dibe ku bêîstîqrarî zêdetir bibe. Çawa ku tenê demeke kurt piştî beşdariya kêm a xelkê di hilbijartinên 2018ê yên Iraqê de, rêzek bûyerên navxweyî aramiya Iraqê xistin bin metirsiyê!
Herwiha hejmara ciwanên 15-39 salî li Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 milyon û 500 hezar kes e û bi awayekî xwezayî ev kes doza dabeşkirina kar, serwet, beşdariya siyasî û …hwd dikin. Ji ber vê jî ger çerxa hilbijartinan negere û dengderên hêrsketî ji bo beşdariya siyasî neyên handan, dibe ku nerazîbûn û bêhêvîtî ber bi aliyên cuda cuda ve biçin û kelem û rêgiriyên mezin li pêşiya aramiya Herêma Kurdistanê çêbikin.
Bê guman em dikarin gelek faktorên din wek êrîşên xedar ên grûpên çekdar, kiryarên DAIŞê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ligel destêwerdana leşkerî ya Tirkiyê û Îranê bi hêncetên cuda cuda, di nav rêza wan faktoran de deynin ku gefê li ser aramiya Kurdistanê çêdikin, û dema ku pirsgirêka hilbijartinê û baweriya aliyan û rewatiyê hebin, ew gef bibandortir dibin. Ji ber vê ye jî ku hewlên navxweyî bi insyatîfa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hewlên derveyî ku Seroka Şandiya NY li Iraqê Jeanine Plasschaert di wan de pêşeng e, wateyeke wan a herî mezin ji bo mijara aramiya Herêma Kurdistanê heye.
Stûn û bingeha ragirtina her hikûmetekê çi qasî bi yasa û rêgezên lîstokên siyasî wek hilbijartinan be, ew qasî jî ew "hêza rewa" ye ku pêwîst e li bal her hikûmetekê hebe ji bo bikare yasa û biryarên xwe cîbicî bike. Ji ber vê yekê, her demekê, li her derekê, kontroleke yekdestî ya her hikûmetekê li ser hêzên leşkerî û çekdarî nebe, wê demê ji rêxistinbûnê bêhtir, dê kaos û tevlihevî serwer bibe. Dê valahiya ewlehiyê derkeve holê û ew welat aram nabe.
Rewşa niha ya Kurd û Felestîniyan baştirîn nimûne ye ka çawa pirbûna hêzan û neyekbûna baskên leşkerî dikare welatekî parçebûyî bihêle. Ji ber wê jî eger gotin û daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pêwîstiya kişandina destê partiyan ji karûbarên Pêşmerge weke yek ji faktorên bingehîn ên aramiyê bi ser keve, wê demê Herêma Kurdistanê qevzekê li xwe dide û di pratîkê de proseya avakirina xwe xurt û bihêztir dike. Bê guman, ev jî hewldana demdirêj a aramiyê ye!
Lihevkirin yan dabeşbûna bêhtir?
Herêma Kurdistanê ji her demê zêdetir di bin fişar û zextê de ye. Ew di xaçerêyekê de ye ku yan divê li hundir tifaqê bike yan jî bêhtir ji hev were veqetandin! Berî her tiştî dabeşbûnek di nava civakê de heye. Li Herêma Kurdistanê nifşekî nû ku dînamîka guhertinan ew geş kiriye û êdî hêzên siyasî nikarin ji vê yekê zêdetir wî paşguh bixin. Ne dûr e jî ku ev nifşê nû di du gerên bê yên hilbijartinê de rûdêmê siyaseta Herêma Kurdistanê bêhtir biguhere.
Veqetîn û parçebûna siyasî li Kurdistanê hinekî bi hatina nifşê duyemîn ê serkirdeyan ve girêdayî ye, ku her yek ji wan ji bo xurtkirin û bihêzkirina post û pêgeha xwe têdikoşe. Heger hevrikiya di navbera serkirdên nû yên kurd de zagoneke nû wernegire û mîna salên destpêkê yên tevgerên Kurdistanî be, hingê dubendiyeke zêdetir li ber çavan e û gelek hêz û alî li derve û ji nav cîranan jî bi germî piştevaniya kûrkirina hevrikiyên navxweyî yên di navbera serkirdeyên Kurd de dikin, ku ne tenê siyasî ne û bi sedema neyekbûna hêzên leşkerî hertim potansiyela alozî û pirsgirêkên di nav wan de zêdetir e.
Di têkiliya kurdan û derdora wan de jî veqetîn û dûrbûnek heye. Niha êdî bandorên qonaxa post-DAIŞ (piştî DAIŞê) li ser siyaseta Kurdî ji berê zelaltir diyar dibin. Şerê vegerandina axê ji destê DAIŞê bi dawî bû û giringiya ku kurdên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wek artêşeke peyade di şerê li dijî terorê de ji bo dinyayê hebû, vêga ne mîna salên germ ên şerê DAIŞê ye. Ev yek jî wiha dike ku Kurd bi neçarî pêdaçûnê li peywendiyên xwe yên derveyî bikin, lê berî vê pêwîstiya wan bi tifaq û lihevkirina navxweyî heye!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse