Bextiyar Elî û helbestvaniya wî
“Bextiyar Elî dinyayeke nû anî nav Edebiyata Kurdî”
Her çiqasî Bextiyar Elî ji ber romanên xwe yên giranbuha bêtir wek romannivîs tê naskirin, lê belê wî berî roman û lêkolînên fikrî, bi nivîsandina helbestan dest bi jiyana xwe ya edebî kir û dikare mîna helbestvanekî Kurd ê astbilind û xwedî dengekî cihêreng û tecrûbeyeke cuda û balkêş bê hejmartin.
Eger mirov berê xwe bide jînenîgariya Bextiyar Elî, wê bibîne ku yekemîn berhema wî ya edebî “Qesîdeya Niştiman” e ku helbesteke dirêj û pir hestyar e, ji monologeke bijan û kovandar di navbera helbestvan û welatê wî de pêk tê. Jixwe di salên 1980yî de, Bextiyar hinek ji helbestên xwe yên pir bibandor û dirêj afirand wek: “Şar”, “Guneh” û “Karneval.”
Qesîdeya Niştiman
Bextiyar Elî sala 1960 li taxeke bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat ser rûyê dinyayê. Lê xwendina xwe ya zanîngehê li Hewlêrê kir û di sala 1983an de dema tevlî xwepêşandaneke xwendekaran li dijî rejîma faşîst û Erebperest a Beisê bû, ji destê xwe ve birîndar bû û bi yekcarî dev ji xwendina zanîngehê berda.
Bextiyar xwendina xwe ya seretayî jî li dibistana Şêx Selam li Silêmaniyê qedand. Şêx Selam (1892- 1959) helbestvanekî welatperwer û şoreşvan ê Kursdistanê bû û di şoreşên destpêka salên bîstan ên sedsala borî yên bi rêberiya Şêx Mehmûdê Hefîd de beşdar bûbû.
Bextiyar Elî di 23 saliya xwe de, bi taybetî di sala 1983an de, Qesîdeya Niştiman (Poem an Helbesta Welat) nivîsand. Ev helbesta wî piştî 9 salan, di sala 1992an de di dîwana “Guneh û Karneval” de hat çapkirin, ku bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap kir.
Şêrko Bêkes û Bextiyar Elî
Di navbera Bextiyar Elî û helbestvanê Kurd ê mezin Şêrko Bêkes de jî pêwendiyeke pir bihêz hebû. Şêrko Bêkes bi helbestvaniya Bextiyar Elî bawerdar bû û gelek caran beriya ku dîwanên xwe biweşîne, ew ji Elî re dişandin da li wan binere û nerîna xwe li ser wan bêje. Şêrko Bêkes carekê li ser Bextiyar wiha gotibû: “Her sedsalî carekê mirovekî weke wî ji dayik dibe. Bextiyar Elî dinyayeke nû û taze anî nav Edebiyata Kurdî. Ew bi tena serê xwe karê gelek nivîskaran bicih tîne.”
Elî jî di jiyana xwe de mîna her Kurdekî din para xwe wergirtiye ji derd û kulan, ji dijwarî û zehmetiyên jiyanê, ji zulm û zordariya neyarên gelê Kurd wek Partiya Beisê ya şoven, ji koçberî û penaberiyê nemaze ku ew di salên 80yan ên sedsala borî de dora salekê li bajarê Kerecê yê Îranê di kampeke penaberan de jiya û beriya bi yekcarî here Almanyayê, di salên 90an de li Şama peytexta Sûriyê jî dora salekê wek penaber jiya.
Herwiha Bextiyar Elî ji ber şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê (Îlona 1994an dest pê kir) û hizbîtiya teng a piraniya partiyên Kurdî naliyaye û ev tişt hemû bi taybetî mijara şer jê re bûne tecrûbe û gencîneyeke ruhî û hizrî ya kûr ku piştre di hemû berhemên wî yên wêjeyî de diyar bûn. Di dawiya salên 90î de Elî li Almanyayê hêwirî û heta niha li wir dijî. Bêguman jiyana xurbetê û tecûrbeyên xerîbiyê jî bandora xwe li ser helbestên wî kir.
Dîwanên Bextiyar Elî
Di warê berhemên helbestan de, heta niha ev berhem û dîwanên helbestan ên Bextiyar Elî hatine weşandin: Guneh û Karneval (1992), Bohemî û Stêrk, Koberhemên Şiîrî (1983-1998), Karkirin di Daristanên Firdewsê de, Heta şîniya gulan…heta xwîna firîşteyan (Koberhemên şiîrî 1983-2004), Ey bendera dost..ey keştiya dijmin (2007).
Helbestên Bextiyar girêdayî modernîzma Kurdî ya wêjeyî ne. Hinek caran nêzîkî cureyê helbesta pexşanê jî dibin. Lê reh û kokên wî yên şiîrî vedigerin helbesta Kurdî ya klasîk û resen ku mirov dikare angaşt bike Bextiyar wan bi şêweyeke cihêreng û zimanekî nû û ciyawaz dinivîse. Ango berhemên wî dikarin wek klasîkên modern bên wesfkirin.
Diyar e zimanê romanên Bextiyar Elî jî zimanekî şiîrî û helbestvanî ye. Heta hilbijartin û bikaranîna navên karakterên wî jî bêhna klasîzmeke Kurdî ya kûr ji wan tê. Wek mînak, gelo ji xeynî di hundirê berhemên helbestvanên Kurd ên mezin û klasîk nola Melayê Cizîrî û Nalî û Mehwî de, wê mirov li ku rastî navekî wek Seryasê Subhdem bê? Helbestên Elî yên li ser kesên wek Mehwî bi xwe jî nîşanek in li ser girêdana wî ya tekûz bi kok û rehên axa ku têde şîn hatiye û warê ku bi tundî pê ve girêdayî ye.
Lewma modernîzma Bextiyar Elî ne modernîzmeke ji reh û kokên xwe veqetandî ye, lê bi kok û esl e, ango resen e, ne ji derve hatiye anîn. Girêdayî xak û welat û dîroka wî û gelê wî ye. Ligel vê yekê jî, Bextiyar wek ji nivîs û lêkolînên wî diyar dibe, pir girêdayî edebiyata cîhanê ye û piraniya kar û berhemên romannivîs û şaîrên cîhanê yên bi navûdeng xwendiye. Dema ew êşa mirovê Kurd dibêje, di eynî demê de ew êşa hemû mirovên cîhanê dibêje û bi vî rengî nirx û prensîbên gerdûnî diparêze û berevaniya wan dike.
Lewra jî em niha dibînin çawa cîhan kifşkirina Bextiyar li xwe pîroz dike û yek li pey yekê berhemên wî werdigerînin ser zimanên xwe û wî xelat dikin. Mixabin hîn jî berhemên wî yên helbestan pir kêm hatine wergerandin, hem ji bo zimanên din ên cîhanê û hem jî ji bo zaravayên din ên Zimanê Kurdî ku eger di siberojê de derfet çêbibe ez ê hewl bidim hin berhemên wî yên helbestan jî veguhêzim ser Kurmancî.
Di warê hozanvaniyê de, tecrûbeya Bextiyar Elî cuda ye û dengê wî ne mîna dengê ti kesê din e. Di helbestên wî de xeyaleke fireh û baskdar ruhê mirov bi xwe re bi firê dixe. Şer û cengên bêdawî û berdewam hertim cihê xwe di berhemên wî de dibînin. Êş û janeke bêperav serê xwe di nav peyvên wî de derdixin û ruhê mirov hem birîndar dikin û hem jî enerjiyeke bicoş pê didin û wî li ser hezkirina jiyanê germ û gurrtir dikin. Li jêr jî mînakek ji helbesteke Bextiyar heye ku Kurmanciya wê ji aliyê nivîskarê vê gotarê ve hatiye kirin.
Ji desthilatdaran re…
Hûn gelekî şox in. Sibehan hûn wek beytikan bi ser serê rastiyê de zelq dikin. Hûn pir mezin in. Şevan mîna pepûkan bi ser serê heyveronê de zelq dikin. Ev diyariya we ye: Miletek bi sed destî ji we direve, neteweyek hezar lingî deyn dike û diçe nav hezar agirî û hezar baskî dixwaze û bi hezar nînokî di ser qada hezar xerîbî re diçe; miletek xwe dide dest hezar bahoz û hezar daristan û hezar deryayî, berîkên xwe bi tûdirikên hemû miletên din tije dike. Ji hezar deryavan û delîl û stêrnasên din re li çok dibe. We kir ku ji bo cara yekem dojeh ji bihuştê bedewtir be. We deryayek ji xweliyê ji me re anî û we got ev ronahî ye. We qûm ji me re ro kire kasê û we got ev şerab e. We Şeytan ji me re xemiland û we got ev Xwedê ye. We kîn bi me da xwarin û we got ev azadî ye. We kir ku ji bo cara yekem xurbet û xerîbistan ji malê bedewtir be. Ev xelata we ye. Miletek ji bayê lava dike deryayê nêzîkî wî bike. Miletek qiyametê bi kirê digire. Mehşerê dinexşîne û zexrefe dike. Tabûtan dijmêre. Kefenan li ser êvaran parve dike. Bi narkotîka hemû şer û cengan kêfxweş e, bi heşîşa hemû kîn û nefretan razî ye.
We kir ku ji bo cara yekem Şeytan ji Xwedê xweşiktir be.