Wefadariya Kek Îdrîs û arşîva Reşo Zîlan
Rojeke bi baran û şilavî ye. Demjimêrê heştê sibehê derbas kiriye lê tê bêjî qey hîn roj bi temamî şiyar nebûye. Hîn tarîgewrik e. Heta çav dibire hêşînahî ye. Dem bi dem em di ber daristanekê re derbas dibin. Herçend seqaya wiha meriv dixe rewşeke xemgîn jî çav ji dîmenên bedew têr nabin.
Em ji Stockholmê diçin Uppsalayê. Em dixwazin Pencemora xwe ya neqedayayî bi kesayetiyekê re biqedînin ku mîna pirtûkeke kevn a li ser refikeke pirtûkxaneyeke mezin e û demek e kesî rûpelên wê venekiriye, ew kes jî xemxwarê berdewam ê zimanê Kurdî Reşo Zîlan e.
Kek Reşo ji Bazîdê ye ku li nêzîkî Ararata mezin û biçûk li Bakurê Kurdistanê cih digire, cihê mezara bîrmendê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî ye.
Reşo Zîlan bi jina xwe re ku her du jî berê mamosteyên zimanê dayikê bûn, di xaniyekî mezin de dijî. Her çar derdorên wî keskahî ye. Li vir û wir gulên wan kulîlk vedane. Ger baran û serma rê bidin, dibe ku di nava hefteyekê yan du hefteyên din de ew der lap bibe gul û gulzar.
Mala Kek Reşo tijî pirtûk e. Reşo niha kesekî neteweyî ye lê hemî pirtûk û kovarên Tirkî û Kurdî yên ku di salên 1960 û 1970yî de û paşê jî li ser çep û Marksîzm û sosyalîzmê xwendine, hin refên pirtûkxaneya wî tijî dikin.
Ji xwe nola gelek Kurdên Bakurê Kurdistanê, Kek Reşo jî heyamekê komunîst bû. Min bi henekî ji Kek Reşo re got, erê xêr e? Tew axayên we jî hez dikir ku hûn ji wan re bibêjin çep!
Piraniya van kovaran ji aliyê Kurdan ve dihatin derxistin lê tenê navên wan Kurdî ne, wekî din piraniya wan bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin lê dîsa jî bi dehan kovarên Kurdî yên bi zaravayên Kurdî yên cihê cihê di pirtûkxaneya Kek Reşo de hatine arşîvkirin.
Eyan e ku Kek Reşo di hemû şêwezarên Kurdî xasma jî di Kurmanciya Jêr (Soranî) û Kurmanciya Jor de serdest e.
Pirtûka herî kevn ku di pirtûkxaneya wî de hatiye arşîvkirin, wergerandina Încîlê bi zimanê Kurdî ye ku sedsala nozdehan li Ermenistanê bi tîpên Ermenî hatiye nivîsandin.
Di arşîva Kek Reşo de bi dehan nameyên taybet hene ku ji aliyê kesayetiyên navdar ên Kurd ve ji bo wî yan ji bo kesên din hatine nivîsandin.
Min du name ji wan nameyan dîtin ku wekî bi Kurmancî dibêjin ji bo min balkêş bûn, ew jî nameyeke Kek Îdrîs Barzanî ye ku ji Kek Muhsin Dizeyî re şandiye û tê de jê dixwaze ku alîkariya Kek Reşo Zîlan bike ku demekê wekî Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê mabû û ji dawiya sala 1968an heta piştî Peymana 11ê Adarê, wê demê li radyoyê bû û alîkariya teknîkî kiriye.
Nameya din nameyeke Apê Mûsa Enter e ku ji girtîgehê ji kurê xwe re şandiye. Ji ber ku name bi zimanê Tirkî bû, min tiştek jê fêm nekir lê Kek Reşo di bernameyê de dabaşa naveroka wê kir. Qala hevdîtineke xwe û saziya sîxuriya Tirkiyeyê ya MÎTê dike.
Naveroka nameyê ku bi baweriya min dê di dema xwe de gengeşeyên cidî bi dûv xwe de bîne, bila bimîne heya dema weşandina Pencemora li gel Kek Reşo Zîlan.
Derbarê nameya Kek Îdrîs de jî em dê kopiyeke wê biweşînin. Bi rastî jî naveroka nameyê tijî rêzgirtin, hezkirin û dilsoziya Kek Îdrîs ji bo Pêşmerge û kadroyên şoreşê ye, wekî mînaka Reşo Zîlan.
Wekî din jî nameya Kek Îdrîs bi xetên pir xweşik û bi hesteke Kurdewarî û wefadariyê hatiye nivîsandin.
Ez dixwazim vê gotarê wiha biqedînim ku li Ewropayê bi dehan kesayetên fena Kek Reşoyî hene ku xwediyên arşîv û bîranînên pir girîng in, ger em di hana wan neçin û pê re negihên, Kurd dê xezîneyeke mezin winda bikin.
Xebînet hin ji wan zarok û neviyên wan qîmet û qedirê wan arşîv û pirtûkxaneyan nagirin û tewra ji wan fêm jî nakin, loma dibe ku rojek were wan biavêjin û wer bifikirin ku ew tiştên bêkêr in û bibêjin çima cihê me teng bikin.