Serok di wêneyê mezin de

Gelek caran em bi xwe qedirê xwe û tiştê ku me heye wekî pêwîst nizanin û nagirin, îcar dibe ku sedem xwexwarî û lihevmikurnehatin be yan jî xwekêmdîtin û xwelawazdîtin be lê em di rastiyê de hene û qedirê me jî heye û karakterên me yên pir biqedr û giranbuha jî hene.

Wekî mînak, bala xwe bidin siyasetvanekî xwecihî yê nola Nêçîrvan Barzanî ku diçe her cihekî, ewqasî rêzê li nêrîn, cîhanbînî, karîzma û kesayetiya wî digirin ku naxuye ji herêmeke biçûk û bêdewlet çûbe ba wan, li şûnê bi nûneratî û serokatiya welatekî kartêker û xwedî serdestî berî dide wan.

Ji bo her kar, daxwaz û armancekê jî biçe, kesayetiya wî ya qedirgiran, pejirandî, hezkirî û pêbawer karê wî hêsan û berdest, daxwaz û armanca wî jî nêzîkî pejirandinê dikin.

Ev ne medh, şabaş û pesndan e, ev rastiyek e û her carê û cara dawî di serdana wî ya vê dawiyê ya Bexdayê û ber bi çareserkirina tevahî ya pirsgirêkan de derket holê.

Her wisa di serdana wî ya niha ya Tehranê û asta bilind a pêşwaziya wî û nêrîna wî ya nerm û çareserîxwaz de, bi zelalî xuya kir.

Em li Herêma Kurdistanê, heta vê dawiyê jî tevî xwexwarî û nakokiyên me yên navxweyî, ewqasî bi 'krîz, gef, bêhnçikandin û asêkirina zikreş' û bi 'rexne, hişyarî, şermezarkirin û gazinên dostane' hatibûn dorpêçkirin, wisa dihat hîskirin ku em êdî nikarin li ser lingên xwe bisekinin û dawiya me hatiye.

Lê belê bizavên dîplomatîk û çareserîxwaz û serdan û hevdîtinên çend hefteyên borî yên vî siyasetvanî, wek dibêjin sêhr li sêrbaz quliband û di demeke kin de hemû rê ji bêhêvîtî û bêhûdetiyê ber bi hêvî, hûdetî û çareseriyê ve werçerxand.

Bexda, Enqere û Tehrana ku wisa dixuya bi hev re destên xwe li gewriya me asê kirine, piştî van bizavan ewqasî guherîn ku li Bexdayê karê cidî ji bo bidawîkirina qeyranan û çareseriyên bingehîn ên pirsgirêkan, li Enqereyê vegerandina îtîbara Hewlêrê nola paytexta Îraqeke din û li Tehranê jî sazkirina tevna qonaxeke nû û (ji mûşek û dronan ber bi hevkarî, hevbeşî û cîrantiyê ve) derketin holê.

Ev nêrîn, peyam û siyaseta pejirandî, rêzlêgirtî û pêbawer a Serok Nêçîrvan Barzanî li seranserê Îraq, herêm û cîhanê, divabû û divê li hundirê herêmê pir ji niha zêdetir were piştgirîkirin, piştevanî lê bê kirin, hêvî li ser bê çandin û ber bi serketinê ve bê ajotin, ji ber ku li dawiyê xêr û qezenca gelê Kurdistanê bi hemû partî, alî û pêkhateyên wê ve tê de ye.

Berevajî vê yekê jî her kêmbaldarî û firotina şerekî bi vê nêrîna niştimanî, komker û pejirandî her biçûkkirineke merem û armancên wî yên Kurdistanî û daxistina wan bo asta şîroveyeke partîzanî ya biçûk, ji bilî ku neheqiyeke mezin e, di heman demê de jî pir kurtbîn e.

Ji bo nimûne, berî serdana Serok a Tehranê, hin dezgehên ragihandinê nivîsî: Nêçîrvan Barzanî bi erkekî hizbî û ji bo bicihanîna xwestek û daxwazeke partiya xwe ya têkildarî hilbijartinan diçe Tehranê!

Lê ev propaganda jî kurtbîn bû û hema ku Serok li gel her du cîgirên xwe yên rêzdar ku du serkirdeyên berbiçav ên YNK û Goranê ne, li Balafirgeha Mîhrabadê ya Tehranê danî, nerastiya wê derket holê.

Gelo eger Nêçîrvan Barzanî ne ji bo erkekî Kurdistanî lê ji bo erkekî partîzanî çûbe, wê demê çima partiyên din bi wî re bûn?