Beşdariya gelê Kurd di serketina mezin de
Maksîm Rûbîn*
Roja 9ê Gulana 1945an sembola giyanê berxwedanê û lehengiya gelên Yekîtiya Sovyetê ye.
Di vê rojê de, peymana radestbûna bêmerc a Almanyayê hate îmzekirin ku dawî li Şerê Niştimanî yê Mezin (Şerê Cîhanê yê Duyem) anî.
Şerê Niştimanî yê Mezin di dîroka Rûsyayê de yek ji bobelatên herî trajîk û qonaxeke herî dijwar e. Vî şerî giyanê bi milyonan kesan bir, bi sed hezaran malbatan tune kir û cîhan heta hetayê guhert.
Ev serketina ku bi destê leşkerên mêrxas û cangorî yên Artêşa Sor hat bidestxistin, xebateke qehremanane bû û mîrateya Rûsyayê ye, hevdem mînaka herî zelal a qehremanî û yekîtiya gelên Yekîtiya Sovyetê ya li hemberî metirsiyan e.
Em serê xwe li ber van beşdar û serketiyên şer ditewînin û bi wan serbilind in û dê her tim di bîra me de bimînin.
Di nav van lehengan de gelek lawên miletê Kurd hebûn ku di hemû eniyên Cenga Niştimanî ya Mezin de xebitîn. Di nav wan de leşker, efser, karmendên îstîxbaratê, mindaner, doktor û canfida hebûn.
Ji ber qehremaniya xwe ya serketî ya di şer de, gelekan ji wan medalya û spasname wergirt. Sê ji van lehengên Kurd (Semend Elî Siyabendov, Avaz Geşîm Verdiev û Bekir Mistefayev) xelata herî bilind a Yekîtîya Sovyetê, bi navê Qehremanê Yekîtîya Sovyetê wergirtin.
Leşkerên Kurd bi xweşmêrî çûn qadên şer ji bo parastina dewleta ku nola welatê wan ê duyem bû. Lehengên Kurd li piraniya eniyên şerê li dijî artêşa Almanyayê şer kir, di nav wan de parastina Moskowê, şikandina dorpêça Lênîngradê (niha Sankt Petersburg), şerê Stalîngradê, şerên Kafkasyayê û rizgarkirina Kirimê û bê guman karkirina li pişt çeperên şer jî.
Gelek leşkerên Kurd bi mêrxasî berevaniya Belgrad, Varşova û Bûdapestê kir. Beşdarî şerê qehremanane yê Berlînê bûn. Tewra leşkerên Kurd wekî beşekê ji hêzên Sovyetê li dijî artêşa Kwantungê ya Japonyaya emperyalîst jî şer kir.
Di arşîvên parastî yên Sovyetê de, gelek gotar û belgeyên dîrokî yên curbecur ên li ser Şerê Niştimanî yê Mezin hene ku behsa nûnerên gelê Kurd dikin.
Gotinên Mareşalê Yekîtiya Sovyetê Îvan Bagramyan ên li ser beşdarbûna gelê Kurd di serketina mezin de wiha hatine nivîsandin:
"Di serdema Şerê Niştimanî yê Mezin de, dema ku welatê me yê ku gelê Kurd di dîrokê de cara yekem azadiya neteweyî û bextewariya rastîn lê dît, rastî metirsiyên kujer hat Kurdan xwe wiha nîşan da ku mîna heman welatparêzên din ên Sovyetê û gelên din birayên dilsoz ên welêt in.
Li gel leşkerên Kurd ên ku me bi hev re di heman çeperê de şer dikir, bi dilsozî û bi lehengî erkên xwe yên leşkerî bi cih dianîn."
Ev belgeya herî zelal a hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd û Rûs e ku nola birayên rastîn li hemberî gefan rawestiyane.
* Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê ev gotar bi taybetî ji Rûdawê re nivîsiye.