Sormancî
Di hevdîtina min a dawî de bi siyasetvanekî Bakurê Kurdistanê re ku li Hewlêrê rûdine, me hewl da em bi kurdî bi hev re biaxivin. Wî hinek Soranî tev li gotinên xwe kir, min jî hinek Kurmancî. Di encamê de, zaravekî wiha nazik derket holê ku, bêyî bikaranîna ti zimanekî biyanî me pirr bi hêsanî ji hev fam kir. Me herduyan navê vî zaravê balkêş kir “Sormancî.”
Mesele ew e ku di nav daketina bi mijarên rojane yên jiyanê û kêşe û rojevên siyasî, em xemên mezin ên gel û welatê xwe ji bîr dikin.
Lê ew xem hemû li cihê xwe ne û siberoja Kurdistanê girêdayî çareserkirina wan e. Yek ji derdên me yên herî mezin û berçav jî, meseleya nebûna “zimanê hevbeş” e.
Bi baweriya min, bi sedan gotar li ser vê mijarê hatine nivîsandin û bi dehan lêkolîn li ser hatine kirin, lê belê di warê pratîkî de yek pêngav jî hîn nehatiye avêtin.
Eger em bixwazin welatekî ava bikin û bibin xwedî dewlet, divê berî her tiştî em li ser meseleya zimên kar bikin û nexasim zimanekî kurdî yê yekbûyî dirust bikin.
Dema mirov bala xwe dide nexşeya siyasî ya Kurdistanê, dibîne ku ji bilî parçebûna şerê Çaldêran û şerê cîhanê yê yekemîn, parçebûneke siruştî ya din jî heye.
Ev parçebûna siruştî, kurdan li ser du beşan ango Kurmanc û Soranan parçe dike. Çemê Zêyê Mezin (Zap) sînorê vê parçebûnê ye.
Bandora vê parçebûnê li ser asta Kurdistana Mezin diyar û berçav e. Kurdên Soranîaxêv li Iraqê yan Îranê bin, xwediyên gellek xalên hevbeş in. Kurdên Kurmancîaxêv jî li Iraqê bin an li Tirkiyê yan bakurê Kurdistana Îranê yan li Sûriyê bin, bi eynî hawî xwediyên bîreweriyeke giştî û hevbeş in. Lê bi sedan hêlên cudakirinê van herdu pêkhateyên kurdî ji hevdu vediqetînin.
Li ser asta Herêma Kurdistanê, yek ji faktorên sereke yên hebûna du rêveberiyan û du navçeyan û du siyasetên herêmê, dîsa ew cudabûna demografî ye.
Ev parçebûn ji destpêka dîrokê ve yek ji wan astengiyên mezin bû ku derketin pêşiya gelê kurd û qedera Kurdistanê guherandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka salên notî û heta niha tiştek nekir bo nehîştina vê dubendiyê. Berovajî vê yekê, bi bikaranîna Kurmancî bo karûbarên fermî û xwendinê li Dihok û dorhêla wê û bikaranîna Soranî bo eynî armancê li Silêmanî, Germiyan û Hewlêrê ev parçebûn kûrtir kir.
Eger di vî warî de pêngavek hatibe avêtin, tenê ew hewldan bû ku medyaya kurdî bi awayekî serbixwe da bi rêya bikaranîna herdu lehceyan. Lê ev hewldan çiqasî serketî bû, hîn ne xuya ye.
Divê di vê qonaxê de kurd biryara xwe bidin. Gelo kurd dixwazin ev dubendiya dîrokî heta hetayê berdewam bike yan na?.
Bi dîtina min, rêya sereke ya avakirina neteweyê û hestên neteweyî, dirustkirin û belavkirina zimanekî hevbeş e. Heta em bi yek zimanî nepeyivin, em qet nikarin ji hevdu fam bikin û bi hev re hevhest û hevtêgihîştin bin.
Ez nabêjim Soranî li ser Kurmancî ferz bikin an Kurmancî li ser Soranî ferz bikin. Bila herdu jî xwe biparêzin. Lê di eynî demê de, zimanekî me yê hevbeş hebe ku di xwendingeh û sazî û dezgehên fermî de bê bikaranîn.
Bi kurtî, dema fermangeheke Silêmaniyê nivîsarek ji fermangeheke Dihokê re şand yan bi berovajî, bila bikarin bêyî wergêr jê fam bikin! Bila ew pirtûka ku xwendekarek li Germiyanê dixwîne, eynî pirtûk be ku li Badînan tê xwendin. Bila nivîsên li ser cade û kolanan eynî ziman bin. Nabe bi dirêjiya 100 kîlometran li ser rê, çar ziman hebin!.
Heta zimanê kurdî nebe yek, miletê kurd nabe yek! Lewma wijdana xwe bikar bînin û karekî bikin da ku bi kêmanî zarok û neviyên me ji hevdu fam bikin!.