Xwepêşandana serketinê

Rûsya "Serketina Sûrîyê" pîroz dike. Trênên taybet bi wêneyên şer, "şehîd" û "lehengan" xemilandî, ji Moskowayê bi çaraliyan ve diçin. Bêyî dijmin, serketin nabe. DAIŞ, El Nusra? Erê lê têrê nake. Putin "zora emperyalîstan biribû". Şahid; çekên DYA, Frensa, Brîtanya û Almanyayê yên ji tundrewan mayî ne. Lê Putin dekbaziyê dike, ji ber ku ji welatên Balkan û Ewropaya Rojhilat jî çekên rûsî rijiyabûn tundrewan. Artêşa Sûriyê jî heya bêjî çekên rûsî ji wan re hiştibûn. Di şerê Sûriyê de çeka serdest, kalaşnikov e.

 

Ev kevneşopa Rûsan, ji Şerê Cîhanê yê 2mîn tê. Xwepêşandan û bîrdarî, diçin berê. Împaratorên Romî, gava welat dagir dikirin, serokên têkçûyî bi zerzeng û gewherên wan re, di kolanan de digerandin. Ew rebenên desthilat û welatê xwe windakirî, bi malbatên xwe re dibûn kole, qewraş û yarikên arîstokratên Romî. Melîkeya Palmîraya DAIŞê rûxandî Zennube jî, yek wan bextreşan bû. Dîroknasê sûrî dinivîse ku wê xwe kuştibû; diroknasê ewropî berevajiyê, ew dabûn meşandin û ew bûbû cariyeya zadeganekî romî û miribû.

 

Putin cariye wernegirt. Ji ber Îslamê? Dibê dilê wî neçû wan. Çibe jî; Putin serketina Sûrîyê, bo desthilata xwe bi kar tîne. Ma quretî, zikê birçî têr dike? Na. Sîstema otokrat. Nûnerên mafên mirovan, bi sûcdariya hişbiriyê û destdirêjahiya zarokan digre. Welatê ser û binî dewlemend, di xîzaniyê de digevize, ji azadiyan bêpar e. Çima şîrovekar, vê êşa mirovî nabînin? Ma serketina Putin, mayînde ye?

 

Tehran pîroz nake?

 

Wê ji zû ve dest pê kiriye. "Şehîdên Sûriyê", di jiyana siyasî, çandeyî û derûnî ya Îranê de babeteke mezin e. Pirsgirêka Tehranê; destkeftiyên wê encam nadin. Erê xwe gihandiyê Sûriye, Libnan û tixûbê Îsraîlê, lê ew tor û pêngaveke qurfbar e û dûçarê encamên berevajiyê ye.

 

Hin serkeftin talûkeya şikestinê dihewînin. Tişta Tehran dike, li berjewendiyên yên din dikeve. DYA, Rûsya, Îsraîl, Tirkiye, dewletên ereb, di lîstikê de ne, ne tenê ew, Erebên sunnî yên Iraq û Sûriyê û Kurdên Başûr û Rojhilatê jî.

 

Tehran dikare bi serkeftiya xwe şanaz be, lê wê xewna xwe çawa bidomîne? Ti kes xwe nade bin barê avadaniya Sûriyê. Ew bar jî, ji Tehranê re? Tişta Îsraîl û DYA dikin, ne henek e. Yên heyî ne bes bûn, vêga jî Golan. Tehran di dûv rizgarkirina Sûriyê de bû. Wê ew xwe ji heriyê çawa derêne?

 

Ka xwepêşandana kurdan?

 

Fîlmek di înternetê de geriya. Ma wisa dibe? Ka peyamê weke şeqamê? Serketina berhema 10 hezar şehîd û 20 hezar birîndaran. Bêyî piştgiriya navdewletî dibe ew serkeftin nedibû, dîsa jî ew berhema Kurdan û hevbendên wan yên xwecihî ye.

 

Tevkariya mezin a hevpeymaniya navdewletî ev bû; li Dera Zorê Kurd ji êrişa artêşa Tirkiyê parast. Artêşa Tirkiyê biketa Rojava, Serkeftina Baxozê nedibû. Artêşa Tirkiyê bigihişta mebesta xwe, tişta li Carablûsê bûyî xwe dubare dikir.

 

Nebû lê talûke dimîne. Şerên din dipijin. Hêvidar im, Kurd dê bikaribin herêma xwe biparêzin, ji ber ku di hevkêşeya nû de, dîplomasî û bazirganiya qirêj li ser kar e.

 

Nijkegavî: Golan

 

Bilindayiya di sêkoşeya Sûrîye-Libnan-Îsraîlê de, kehniya avê û erdê berhemdar. Nêzî Şamê ye, li himber Îsraîlê benda parastina Şamê (bû). Îsraîlê 1967ê Golan dagir kir, 1981ê vegirt û ev 52 sal in ku dê di destê xwe de digre. Bi gotin Sûriye li ber xwe dide, lê dev jê berdin, hemû ereb jî têra rizgarkirina Golanê nakin, jixwe bi wî navî dozeke hevpar ya ereban nemaye.

 

Yên bûyerê bi petrolê ve girê didin hene. Yên wê li hember Îran û Hizbullahê weke bertek û tedbîrê dibînin hene û yên qala "Planê Siyonîzma Mezin" dikin. Ez li nêzî Golanê mam. Bi ya min ev sê sedem ji bo Îsraîlê li pêş in: Golan bi erdnîgarî serdestê Şamê ye, bi av e û erdekî berfireh e.

 

Di şerê Sûrîyê de Îsraîl cîrantiya tundrewên sunnî, ji cîrantiya Hizbûllah û Îranê çêtir dît. Lê gava Îsraîlê, ne ji ber wê ye. Da ku Golanê bi hêsanî bi dest bixe, bi zanebûn talûkeya Îranê mezin kir. Ne ji ber pirsa Filistînê ye jî. Golan ji Îsraîla 'biçûk' re dayîna xwedê ye. Ne vêga be, ma kengê?

 

Putin qanî kirine? Heke na, va ji quretiya serketinê re şûjin. Em bêjin Putin xwe aciz kir, "Tişta te li Ukraynayê kirî?" Çîn bêje na, "Tişta tu nîjad û çandên din dikî?" Yekîtiya Ewropayê bêje na, "De here! Giraniya te çi ye?" Me çi jê fêm kir? Îsraîl niheq be jî, zagona bi nawdewletî ya rêlibergirtinê tineye.

 

Dengbêjên ereb gava li ser evîna welêt disitirin, girîna mirov tînin. Lê gava Putin Carablus û Efrîn da Tirkiyê, ew negiriyan. Şam gef li Kurdan dixwe. Neteweperestên ereb li himber Kurdan 'şêr' in, lê nokeriya artêşa tirk dikin. Ev Şam her qeda û belayê heq nake? Golan ji vê Şamê re zêde ye.

 

Xwediyê resen yê Golanê kî ne? Durzî li kuderê dijin? 1982 li Libnanê di êrîşa artêşa Îsraîlê de, Durzî bêalî man. Serokê durzîyan Kemal Canbolad, 16ê Adara 1977ê ji aliyê Suriyê ve hat kuştin. Ew, Misilman in? Ereb in? Ev pirs û ew kî dixwazin, qet ji wan dipirsin?

 

Zilamê tirk, xwe tevlî mijara Golanê jî kir. Tişta Îsraîl kirî, li ba ya dewleta tirk kirî qasî misqalê ye. Îsraîl welatekî biçûk e, bi Ereban re di nav şer de ye. Em tişta hatî serê cihûyan zanin û talûkeya li ber wan jî. Tişta Îsraîl kirî dibe ne rast e, lê sedemên wê hene. Tişta dewleta tirk dike, bê sedem e. Efrîna kurd, dibe Efrîna tirk û ereb. Kurdî qedexe ye, tirkî û erebî fermî ye. Tişta Îsraîlê di 50 salan de nekirî, dewleta tirk di salekê de kir. Ev jî heye: Bi gotin Tirkiye û Îsraîl di nav nakokiya dijwar de ne, lê di hevkêşeya nû de Îsraîl û DYA ji Tirkiyê bendewar in û tişta dewleta tirk li dûv, jixwe eşkere ye.

 

Ji Kurdan re dibêjim; dûv efsûna dirûşmeyan nekevin. Bo Kurdan emperyalîst, dewletên serdestê kurdan in. Ew dewlet çiqas zexm û yekpare bin, nanê kurdan hewqas kêm dibe. êş û fêra çendek salên dawî, têra fêmkirina vê rastiyê dike.