Kevin û pêşiyên me Kurdan gotiye, "Zor zane, devê tivinga mor zane” wate ku eger hêza te tune be, kes hesabê te nake û guh nade te û dibe ku mafê te jî were xwarin, malê te jî were talankirin, rûmeta te jî were binpêkirin, ne bes wisa jî ne dûr e hebûna te jî were qirkirin û tunekirin.
Rast e hêza vê serdemê ne tenê çek e lê li gorî rewşa welatê Sûriyeyê piştî ketina rêjîma Beasê û ji bo parastina miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û garantiya mafên wî di Sûriyeya nû de, hêza Kurdan a yekemîn û sereke çekên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi taybetî YPG û YPJ ne û eger derfet hebe Leşkerê Rojê jî tevlî bibe dê ew hêz hîn xurttir û mezintir bibe.
Di pişt re hêza rêveberî, aborî, kontrola erdê û xaknîgariyê, piştgirên zulhêz ên navherêmî û navdewletî, zanebûn û siyaseta danûstandinê li ser maseya diyalogê tên.
Piştî ku rêjîma Beasê ya diktator li Sûriyeyê bê şer û bê berxwedan ket û serokê wê Beşar Esed reviya Rûsyayê û tevî ku Desteya Tehrîr El Şamê bi hêsanî desthilat wergirt û li Koşka Komariyê ya Sûriyeyê rûnişt û hikûmeta xwe ragihand jî terazûya hêzê di berjewendiya Kurdan de guherî û Kurd li Sûriyeyê bûn hêza çekdar a yekemîn.
Wê yekê jî ji bo bereya li dijî mafên Kurdan metirsiyeke mezin çêkir, loma yekser grûpên çekdar li Sûriyeyê û piştgirên wan û Tirkiyeyê ketin liv û tevgerê û li dijî Kurdan dest bi gefa êrişa li ser Kobaniyê kirin û Ebû Mihemed Colanî serkêşê Desteya Tehrîr El Şamê got, ku divê hemû hêzên çekdar li Sûriyê çekên xwe deynin û radestî hikûmeta wî bikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk him ji aliyê hejmarê ve, li gorî ku ew dibêje hejmara şervanên wê zêdetirî 100 hezar şervanî ye, û him jî ji aliyê cureyên çekan, alav û pêdiviyên leşkerî yên modern ve û him jî ji aliyê bawerpêkirinê li ser asta navdewletî û pakiya nav û deng ve ku hevalbendê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye, ew di pêş hêza Desteya Tehrîr El Şamê û grûpên çekdar ên din de ye.
Him hejmara Desteya Tehrîr El Şamê û grûpên çekdar ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk kêmtir e û ew hêz bi dîrok û kiryarên xwe di lîsteya terorê ya navdewletî de ne, ango zû bi zû ji aliyê civaka navdewletî ve bawerî bi wan nabe û nayên qebûlkirin.
Li rex aliyê çekdarî û leşkerî, deverên di bin kontrola HSDyê de, ji aliyê birêvebirî ve, di vê demê de deverên Rêveberiya Xweser ên herî rêkxistî û sîstematîk, avakirî û bi aramiyê kontrolkirî li welatê Sûriyeyê ne.
Her wiha ji aliyê aborî ve deverên herî zengîn bi dahata neftê û xazê, avê û bendavan û berhemanîna çandiniyê ne, ango xêr û bêr û aboriya welatê Sûriyeyê di destê Kurdan de ye.
Her wiha kilîda aramiya cîhanê û metirsiya vegera rêxistina DAIŞê jî di destê Kurdan de ye, zêdetirî 10 hezar metirsîdartirîn çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê di zindanan de ne û bi 10 hezaran jî malbatên wan li Kampa Holê û li hin kampên din kontrolkirî ne, ew jî ji bo kurdan kaxez û xaleke hêzê ya din e.
Li ser asta herêma Rojhilata Navîn û cîhanê jî hemû nîr û rewş di xizmeta Kurdan de ne, tiştekî li ber çavan e û her kes pê dizane ku ev guherîna li Sûriyeyê çêbûye, ji bo parastin û aramiya Îsraîlê û ji ber lawazbûna Îranê piştî şikandina her sê baskên wê ji Tevgera Hemasê û Hizbulah û rêjîma Sûriyeyê ye.
Piştî vê guherînê û ji bo qonaxa nû û siberojê, dê berdewamiya parastin û garantiya aramiya Îsraîlê ji bo demeke dirêj, armanca yekemîn û sereke ya Amerîka û welatên Ewropayê be, ji bo wê yekê jî dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê hevalbendên herî baş û amede bin ji bo wan.
Eşkere û zelal welatên wekî Amerîka, Fransa û Almanyayê heta vê demê dibêjin, ku ew dev ji hevalbendên xwe yên Kurd bernadin, tenê li pêş Kurdan Turkiye wekî astengî, tûk û kelem dimîne ku cihê xwe di Sûriyeya nû de bigere.
Di navbera bijardeya berjewendiyên Îsraîlê û Tirkiyeyê de jî texmîn dibe ku Amerîka û welatên Ewropayê Îsrîlê hilbijêrin, ji ber ku him Tirkiye bi xwe û him jî alav û destikên wê yên li hundirê Sûriyeyê ango grûpên Îslamî yên radîkal gef û metirsiyê li ser aramiya welatê Îsraîlê çêdikin, eşq û evîna wan çûna bo Qudsa Filistînê û nimêja li wir berdewam di dilê wan de ye.
Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) jî li Tirkiyeyê vê terazûyê baş nas dike û dixwîne, loma hewl dide pêvajoya aştiyê bi PKKyê re dest pê bike da ku destûrê biguhere û desthilatê heta qonaxeke din ji xwe re dabîn bike û her wiha da ku him li Sûriye û him jî li hundirê Turkiyeyê zerermend û kêmpar dernekeve, li şûna Kurd dijmin bimînin wan bike dost û ji xwe re sûdê ji wan bibîne.
Li vir divê PKK jî dûzana gotar û daxwazên xwe hinekî nerm û sist bike û Tirkiyeyê razî bike, ji ber ku ji bo berjewendiya neteweya Kurd a giştî û bilind di vê serdemê de, aştî ji şer baştir e û divê ev fersenda dîrokî di ser kurdên Rojavayê Kurdistanê re derbas nebe, dibe ev fersend heta hatayê careke din li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dûbare nebe.
Lawazî û kêmasiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî tenê neyekrêzî û nelihevkirine, ew hîn di asta berjewendiyên ezezîtî û partîtiyê yên teng û biçûk de dizîvirin û tevdigerin, tevî ku du welatên zulhêz ên wekî Amerîka û Fransayê di navbera wan de navbênkariyê dikin jî ew hîn razî nebûne û xwe li ser hevdû giran dikin.
Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê li ser dezgehên medyaya Kurdî û biyanî bi gotara kîndariyê, dijmantiyê û perçebûnê pirsa miletê Kurd, nirxê wê û derfeta hatî di çav xelkê de lawaz û biçûk dikin, xwe diyar dikin ku ne li gorî asta vê qonaxê û ustûbariya nûnertiya miletê Kurd in.
Ji aliyê siyasî ve jî siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê her yek tiştekî dibêje û gotar û daxwaza wan ne yek in û nikarin nameya pêwist baş û zelal bighînin, hinek ji wan derdikevin ser televîzyonan û dibêjin em federaliyê dixwazin, ê din dibêje federaliya siyasî, yek dibêje federaliya cografî, yekî din ji ber ku ne amede ye hêza aliyê din qebûl bike, dibêje ku em federaliyê dixwazin lê ji ber ku hêza me tune ew maf bi dest me nakeve.
Beşeke din jî rêveberiya xweser û biratiya gelan dixwaze lê di eynî demê de birayên xwe qebûl nakin û wan dixin zindanan, yek dibêje mafên civakî û rewşenbîrî, yek dibêje Efrîn dagir kiriye û yê din dibêje azadkirî ye, berê yekî bi bakur de ye, berê yê din bi başûr de ye.
Zimanê welatiyê Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê ji siyasetmedarên xwe re dibêje, her tişt di dest Kurdan de heye, ku bi kêmanî hewl bidin mafên xwe bi dest bixin û ji bin destê xelkê derkevin û êdî zilm û zorê nebînin û koçber û derbider nebin û da ku êdî kes nikaribe ji wan re bibêje bi Kurdî deng nekin û hûn qedexe ne.
Loma divê Kurd ji kêmasî û şaşîtiyan bigire heta radeya zordariya birayê xwe jî di vê demê hestyar de qebûl bike lê tenê ji bo mafê hevwelatiyê li Sûriyeyê, pêwistiya milet bi siyasetmedar û partiyan Kurdan tune, ji ber ku berê ew mafê Kurdan li Sûriyeyê heye.
Eger tevgera siyasî ya Kurd nikaribe li gorî merc û daxwaza vê qonaxê xwe çêbike, xwe biguhere, xwe ji bîr û baweriyên tek nêrînê û tek partiyê dûr bixe, xwe ji hişmendiya hevpariyê re amede neke û birayê xwe qebûl neke, dê siberoja wê jî wek ya Beşar Esed û rêjîma partiya Beasê koçkirin û neman be.
Lê eger Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekdeng, yekhelwest û xwedî yek daxwaz bin wekî serdema şerê Kobaniyê, wê demê dê tevahiya miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi tevahiya hêza xwe li pişt Rojavayê Kurdistanê be, Kurd dê karibin ji yê li beramberî xwe re bibêjin, “Yawrim em ne terorîst in.”
Tevî ku Kurd xwedî maf û aştîxwazin jî divê ew çekên xwe heta piştî nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê û garantiya mafên xwe jî radest nekin, dema ku Kurd xwedî hêz û çek û yekgirtî bin, dikarin bixwazin ew grûpên çekdar yên li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê jî ji bajarên wan derkevin, ji ber ku ew deverên Rojavayê Kurdistanê ne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse