Hêza hêviyê

Di sala 1957an de, tîmeke Curt Richter ku zanayekî Amerîkî ye û reftara mirovan lêkolîn dike, testek li ser mişkan kir. Tîmê hin mişk xist firaxeke tijî av ku ti rêyeke derketinê jê nebû. Tîmê ji hev cihê du komên mişkan xist firaxê. Koma yekê ku mişkên kovî bûn tenê karîbûn 15 deqeyan avjeniyê bikin û paşê xeniqîn lê koma duyem ku mişkên malan bûn, karîbûn 40 heta 60 deqeyan avjeniyê bikin.

Encamên testê lêkolînvan şaşwaz kirin. Tîmê paşê biryar da ku şêwaza testê biguhere; vê carê komek mişkên kovî xistin firaxê û piştî çend deqeyan ew derxistin û dûvre mişk dîsa xistin firaxê. Encama testê ji bo tîmê sosret bû, ji ber ku vê carê mişkên kovî jî karîbûn 40 heta 60 deqîqeyan di nav avê de bimînin.

Çima mişkan karîbû wê dema dirêj di nava avê de bimînin? Mişkên kovî yên ku di ceribandina ewil de mirin, qet nedifikirîn ku dê kesek bigihîje hawara wan û wan rizgar bike lê piştî ku ji xeniqînê hatin rizgarkirin, wan fêm kir ku îhtimala xilasbûnê her dem heye. Bi rizgarkirina mişkan ji xeniqînê, tîmê tiştekî bihêz da wan, tiştekî ku şiyan da mişkan ku wê dema dirêj avjeniya xwe bidomînin; ew tişt hêvî bû.

Hêvî livînera jiyanê ye, hêza me ya livîner e: "Ez hêvîdar im ku ev hezkirin her û her bidome", "Ez hêvî dikim ku êşa gedeya min ne tiştekî cidî be", "Ez hêvî dikim ku karekî bibînim an jî ji girtîgehê derkevim", "Ez hêvî dikim ku şer bi dawî bibe", "Ez hêvî dikim baran bibare da ku berhema min baş bibe." Her sibehek bi hêviyekê dest pê dike, çi hêviyeke biçûk be, ji bo seqayeke xweş be yan ji bo axaftineke watedar be. Dema koçberek dikeve qeyikekê, dema nexweşek dikeve nexweşxaneyê, hêvî rê nîşanî wan dide.

Hêvî li hemberî astengiyan hêzê dide me

Heke em ji nêrîna teoriya werarbûnê lê binêrin, hêviyê bihayê xwe piştrast kiriye û motîva kiryaran e. Yên ku bawer dikin ku dê encama karê wan baş derkeve, ji bo ku bigihêjin armanca xwe hemû tedbîrên pêwîst werdigirin. Di pêvajoya bidestxistina armancan de, westîn û zext tên paşguhxistin û laş sînoran derbas dike. Ev awayê ramanê dikare cudahiya di navbera man û neman, nexweşî û başbûnê de çêbike. Lêkolînên berê piştrast kirine ku geşbînî wekî dermanekî nedîtî kar dike.

Zanista demaran piştrast kiriye ku hêvî bingeheke fizîkî di mêjî de heye, her wisa zana gihane wê encama ku gava kesek bi hêvî difikire, cihekî mêjî çalak dibe.

Bawerî alîkar e

Dibe ku pêkenokî be lê heb û dermanên ku ti pêkhateyeke kîmyewî di wan de nîne û nexweş bawer dikin ku rastî ne û pêkhate di wan de hene, dikarin nîşanên nexweşiyê li nexweş kêm bikin. Ev bîr û bawerî wer li mêjî dike ku dest bi çalakiya kêmkirina janê bike, pir caran jî dibe sedema kêmkirina janê.

Hêvî li cîhaneke tijî astengî

Di civaka me ya îro de, hêvî bi kotekî dikare bigihêje cihê xwe. Pir caran hêviya nûjen bi bidestxistina desthilata tevahî li ser tiştan û hebûna ewlehiyeke reha ve girêdayî ye. Divê em bawer bikin ku hemî nexweşî dikarin bêne dermankirin û hergav îhtîmalek heye ku em tenduristiya xwe ji nû ve bi dest bixin, lê ev awayê ramanê wer dike ku em nikaribin xwe bi tiştê ku em nikarin çareser bikin re biguncînin. Hêviya rastîn tê wateya jiyana bi nexweşiyan re, ne ji holê rakirina wan.

Metirsiyên hêviyê û erênîbûneke ne rasteqîne

Carinan hêvî dikare bibe xefik û xofdar be jî. Di cîhana rojavayî ya nûjen de, em bi berdewamî hêviyên bêtir û bêtir dixwazin, pir caran hêviyên me ji hewcedariya me zêdetir in. Hebûna çend vebijarkên cuda dibe sedema derketina qeyrana baweriyê. Piraniya pirtûkên ku em ji bo pêşvebirina xwe dixwînin û pirtûkên ku qaşo arîşe û pirsgirêkên me çareser dikin, bi berdewamî destnîşan dikin ku pirsgirêkên me bi ramana erênî têne çareserkirin. Di demekê de ku ramana erênî dikare ji hin kesan re bibe alîkar, lê dikare ji bo hinên din bibe bargiraniyeke ku nayê debarkirin.

Tekeziya li ser ramana erênî û paşguhkirina astengiyan wer li xelkê dike ku nikaribin xwe li ber hemû egeran bigirin. Xewndîtina paşerojeke lap bê kil û kêmasî wer dike ku em hewldanên ku ji bo gihîştina wê armancê pêwîst in paşguh bikin. Astengiyên wekî nexweşî, cihêbûn, jidestdana şirînan û koçberî dibin sedema çêbûna êşên ku ne hêsan e werin dermankirin. Ji bo ku mirov ber bi bi pêş ve biçe, divê pêşî nihaya xwe qebûl bike.

Qebûlkirina rewşa te ya niha her çend bi êş be jî, gava yekem e di avakirina hêviyeke nû de. Avakirina hêviyeke nû bi rastiyê û pejirandina pirsgirêkên jiyana te ve girêdayî ye, lê dibe ku ji nû ve pênasekirina wê ketwarê rêwîtiyeke pir bi êş be.

"Hêvî ne geşbînî ye"

Herwekî Vaclav Havelê Çekî ku parêzvanekî navdar ê mafên mirovan e, dibêje "Hêvî ne geşbînî ye. Hêvî ne ew têgeh e ku divê her tişt baş be, lê tiştek e ku ligel ketwar û lojîkê digunce û watedar e, encama wê çi dibe bila bibe."

Ji hêla siyasî ve, dibe ku ev cûre hêvî bûbe sedem ku gelê Kurd çend sedsalan xweragir bimîne, tevî ku bi gelek astengiyan re rû bi rû maye jî.