Xeniqîna koçberan li sînorê avê yê Fransa û Brîtanyayê çiqasî kezebsoj û dilhejîn bû, ewqasî jî çaverêkirî bû. Meha Mijdarê (meha 11) meha dawî ye ji bo koçberan ku derfeta derbasbûna wan ji Kanala Îngilîzî (Behra Manşê) zêde be. Piştî wê mehê, sermaya bihêz û nebûna cih û stargehan li aliyê Fransayê bêhnê li wan diçikîne. Hefteyên borî, Wezareta Navxwe ya Brîtanya qala gihiştina zêdetirî hezar koçberan di rojekê de ji bo aliyê xwe dikir.
Detay jî nîşan didin ku bi dirêjahiya sala 2020 hejmara koçberên ku bi beleman ji Fransa gihiştin Brîtanyayê 8500 kes bûn, lê îsal heya niha hejmar gihiştiye 24 500 koçberan. Ango sêqat zêde bû. Ew koçber ne hemî şêniyên Iraq û Başûrê Kurdistanê ne. Kurdên Rojava, Sûrî, Efxanî, Somalî û Afrîqî jî di nav wan de hene.
Sala borî, me hejmarek koçberên Misrî li wir dîtin û ji Rûdawê re axivîn. Wek wan digot ji destê Sîsî reviyane û salek e li ser wî sînorî asê mane. Lê ji ber ku rojên borî fokûsa zêde li ser koçberên Belarûsê bû, ku piraniya wan Kurd in, lewra wiha tê fikirîn ku koçberên li Fransayê jî hemî Kurd in, lê ne wiha ye.
Karvedanên seretayî hem ji aliyê Brîtanî û hem ji aliyê Fransî jî nîşan didin ku demek e her du alî sebirê li hev dikişînin. Gotûbêja telefonî ya tund a Macron û Johnson jî wê sebirkişandinê nîşan dide. Brîtanya Fransayê rexne dike ku nikare sînorên xwe yên avê kontrol bike. Dover yekemîn navçe ye ku gelek koçberên hatî ji Fransayê pê digihiştin. Parlamenterekî Brîtanya ku nûnerê wê navçeyê ye dibêje bi çavê serê xwe dîtiye çawa koçber li ber çavê polîsê Fransî li beleman siwar dibin û ber bi Brîtanyayê tên.
Ji bilî vê, Brîtanya pêşniyar kiriye artêş û polîs bişîne rexê Fransa ji bo parastina sînoran. Fransa vê pêşniyarê red dike. Sînorê avê nêzîkî 300 kîlometre ye û Fransa nikare kontrolkirina wê ji %100 garantî bike. Hatina polîs û artêşa Brîtanî jî binpêkirina serweriya Fransa ye. Ji vê jî giringtir, Fransa û Ewropa London ji wê yekê hişyar kirine ku tişta heye yek ji derencamên Brexitê ye. Tekane bijareya ku Fransa baş dibîne, ew e ku Brîtanya pereyan bide û bi vê wiha bike budceya Fransayê ya pêwîst ji bo parastina sînor ji koçberan hebe!
Hem di çîrokên li ser sînorê Fransa û Brîtanya de û hem jî di çîrokên hevawa li ser sînorê navbera Belarûs û Polonya û berê jî li ser sînorê navbera (Tirkiye û Yûnan + Îtalya) koçber çek in û dewlet wan ji bo bacgirî û xistina guvaşan li ser hev bikar tînin. Ez van rojan bi hevkarên xwe re li Strasburgê bûm, ku paytexta duyem a Yekîtiya Ewropa (YE) ye.
Di panelekê bi parlamenteran re û di hevpeyvînekê de bi serkirdekî bandorker ê partiya desthilatdar re li Polonyayê, parlamenterên Ewropayê ji programa Diyasporayê re, ji me re qala planên siberojê yên YE derbarê koçberiyê kirin. Van rojan bikaranîna têgeha (çeka Hybrid) ji bo koçberan ne bi tesadifî ye û rastî tê de heye.
Ewropa Lukaşenko îzole kiribû û şerekî sar li dijî wî tê kirin. Lê wî di şer de bi çeka koçberan fokûsa Ewropiyan ji guhdana bi serkutkariyên mafên mirovan guhert bo nakokiya navxweyî ya Ewropiyan li ser wergirtin an wernegirtina koçberên asêmayî. Wiha jî li Merkel (yek ji du bihêztirîn rêberên YE) kir, ku du caran telefona wî bike û careke din wek serok pê re tevbigere. Kî baca vê da? Koçberên piranî Kurd ên li ser sînor asêmayî. Zarokên bêguneh, pîrejinên nexweş, dayikên kelecan û bavên sergerdan ên Kurd.
Ewropî dixwazin planeke wan a demdirêj hebe, ji bo ku Lukaşenko û yên din nikaribin wiha koçberan bikin çek. Ditirsin heman senaryo dubare bibe. Sibe Rûsya li ser sînorê Fînlenda, dusibe Serbistan li ser sînorê Meceristanê û rojeke din keştî li peravên Denmarkê heman karî bikin. Gengeşe li ser wê yekê ye ku şêwaza daxwazkirina mafê penaberiyê were leztirkirin û Danezana Jinêvê ya Mafên Koçberan were cîbicîkirin, lê kesên ku tên redkirin zûtir ji Ewropayê werin qewitandin.
Lewma jî tevî ku di lihevkirina aşkerekirî ya aliyên pêkhêner ên hikûmeta bê ya Almanyayê de derdikeve, her çiqas hêsankariya bêhtir tê kirin ji bo hatin û anîna kesên ji wan re dibêjin (koçberên kêrhatî), lê deriyê wê yekê vekirî hatiye hiştin ku koçberên bi kêrî aboriya geşbûyî û bazara kar a Almanyayê nayên derfeta mana wan kêm be.
Di programa hefteya borî ya Diyasporayê de, mêvanekî me hebû ku doktoraya wî li ser diyasporaya Kurdî ye. Wî di axaftinên xwe de koçberên niha yên Kurd ji bo Ewropayê wek (koçberên ji bo guherandina life style- stîl an şêweya jiyanê) da naskirin. Pênasînkirineke bedew bû. Hûrtir jî bû ji wan gotinên ku hin karbidestên Kurdistanê li ser wan koçberan dikin û hewl didin wan bê nirx bikin. Tevê vê yekê jî, ne pênasîneke hemûgir a vê koçberiyê bû.
Di du salên borî de, bi berdewamî haya me ji koçberên Kurd li ser sînorên Ewropayê hebû. Ji Yûnanê heya Îtalya û ji wir jî heya Fransa û Brîtanyayê jî em bi koçberan re axivîn û tiştek ji me re zelal bû. Koçberê Kurd ne tenê ji ber nerazîbûna ji hukmdariya Kurdî terka welatê xwe dide. Lê belê ji ber nepiştrastiya wî ji siberoja xwe û malbata xwe jî ji Rojhilata Navîn direve. Doza Kurd li Tirkiyê û Îranê di rewşeke pir xerab de ye.
Li Rojavayê Kurdistanê dilfikarî û nepiştrastî heye. Herêma Kurdistanê, tevî ku qewareyeke destûrî ye, lê ti garantiyek nîne ku hergav wek niha bimîne. Kes nizane kengî Amerîka pişta xwe dide te, kengî Erebên Şiî û Sunî ji beşdarîkirina te di proseya siyasî de poşman dibin an kengî qewareya lêmikurnehatî ya Rojava hildiweşe.
Ji xeynî vê jî, şêniyên Kurdistanê bi rêya medyaya nû stîla jiyana welatên pêşketî dibînin û dizanin piştrastiya wan a tendirustî, civakî û aborî heye. Natirsin heke nexweş bikevin, nexweşxaneyên taybet wan talan bikin û bişelînin. An heke bêkar bûn, ti hevkarî û sîgortayeke wan a civakî nebe.
Lewra ew jî dixwaze ew piştrastiya wî hebe û here cihê ku ew piştrastî hene, ne ku ji bo hevkarî û dermaleyên xwendekariyê xwenîşandanê bike û rastî kulm û pehînan were. Çimkî li welatê wî, ew hêvî û perspektîv pê nehatiye dan û nehatiye nîşandan ku li Kurdistanê jî ew piştrastî, heke hin bi hin bin jî, tên berdestkirin; êdî diçe û li cihekî din li wê dilaramî û piştrastiyê digere.
Çend pîvanên welatên YE ji bo dana mafê manê yan penaberiyê ji bo koçberan hene. Yek ji wan pîvanan nirxandina rewşa mirovî û binpêkirina mafên mirov e ji hêla hikûmetên welatên ku koçber ji wan hatine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wan rêzbendiyên YE de wek hikûmeteke serkutkar û binpêkera mafên mirovan nehatiye hejmartin, lê belê wek partner (hevpişk) lê tê temaşekirin. Pir aşkere ye ku hin têbîniyên Ewropa li ser partnerê wan heye, lê dixwazin alîkariya wê bikin ji bo baştirkirina rewşa jiyana xelkê û piştrastkirina wan ji rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê.
Lewra pêwîst e hin karbidestên Kurdistanê di axaftina li ser koçberî û koçberan de hûrtir bin. Sivikkirin û bê qîmetkirina koçberan ti sûd û qezencekê nagihîne Herêma Kurdistanê. Berevajî vê yekê, koçber belge û karteke din in di destê Kurdistanê de ji bo ku nav di civaka navdewletî bidin ku garantî, piştrastî û geşkirina aborî ya zêdetir ji şêniyên Kurdistanê re li wê navçeya mişt plan û şer de pêk bînin. Çimkî ev wisa dike ku Lukaşenko û hevawayên xwe nikaribin wan mirovan wek çekên Hybrid ji bo pêkanîna fişar û guvaşan li ser Ewropa û civaka navdewletî bikar bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse