Dibêjin di serdema fethan de, gava artêşa êrişker rastî pirtûkxaneyan dihat, emîrê wê demê yê misilmanan emr kiribû li pirtûkan binerin, eger li dijî naveroka Quranê bin wan bişewitînin û eger bi naveroka Quranê re teba jî bin, çimkî Qurana me bi xwe heye, pêwistiya me bi wan pirtûkan nabe!
Îslamîstên Kurdistanê ev form ji bo serdema me ya îro wiha dariştine: Sekularîzm kesên xwedênenas jî lixwe digire, ango bi kêrî misilmanan nayê. Ji xwe eger qenc e, hemû qencî di Qurana me de hene, ango ti pêwistiya me bi Sekularîzmê tune!
Ev nerîna narsîst li ola Îslamê, hem li dijî dîroka ezmûnkirî ya hakimiyeta îslamê ye, hem nîşana famnekirina naveroka Sekularîzmê û hem jî berovajî berjewendiya misilmanan e. Di vê nivîsara kurt de, ezê awireke lezgîn li pirsa “berjewendiya misilmanên asayî” bidim.
Wesfkirina Sekularîzmê wek xwedênenasî û îlhadê, yan nîşana nezaniyê û yan a xapandinê ye. Ateîzm tê wateya neyariya Xwedê, lê Sekularîzm tê wateya li ber çav girtina mecaleke serbixwe ji bo hiş û mejî li tenişta mecala olê.
Yanî berovajî Ateîzmê ku li dijî hebûna Xwedê ye, Sekularîzm ne li dijî hebûna Xwedê û hebûna olê ye. Sekularîzm ne ol e ku bikeve dewsa olên din û şûna wan bigire. Sekularîzm destkefteke mirovatiyê ya pêncsed salên borî ye ku naveroka wê kurtkirina destê binyata olê ye, da hişmendî û aqilmendî şûna wê bigirin.
Lê Sekularîzasyon amaje dide bizava daxistina hîm û binemayên Sekularîzmê ji bo nav warên jiyana dinyayê ya mirovan û ajotina civakan ber bi modernîteyê. Di warê teorîk de Sekularîzasyon amaje dide geşbûna çar rewtan: Yekem, lidijderketina xwesepandina ti olekê. Duyem, ji hev cudakirina warên jiyana civakê. Sêyem, kirina mejî wek bingeha rêveberiya jiyanê. Çarem, liberçavgirtina riwangeya zanistmendî.
Sekularîzasyon an Dinyayîbûn amaje dide wan tezan jî ku bi taybetî bi saya modernîzm û hişmendiyê, di dawî de serdestiya sazî û dezgehên olê di hemû warên jiyana civakê de qels dike, lê gelo ev tê wateya ku ola mirovan di metirsiyê de ye?
Li vir bi rêya behskirina mînaka Hindistanê, ez dixwazim teqez bikim ku Sekularîzasyon ne tenê ziyanê nagihîne oldaran, lê – çimkî em behsa îslamê dikin – li ser misilmanan erkê wîjdanî ye ku nanekî bixwin û sed nanî bikin xêr ji bo kesên ku sîstema sekuler afirandine. Tiştê ku îslamîst misilmanan jê ditirsînin, ne Sekularîzasyon e, lê wêneyeke çewt a Sekularîzasyonê ye ku berhema xeyaldankeke narsîst û desthilatxwaz e.
Ezmûnê heta niha teqez kiriye ku Sekularîzasyon li cihên ku misilman kemîne ne, bûye sedema parastina wan ji cewr û zordariya piraniyê. Li piraniya deverên ku misilman li wan piranî bûn jî, bûye sedema parastina aramiya civakî. Xêra Sekularîzasyonê ji misilmanan re ji xirabiya wê bêhtir bûye.
Tew eger di çend mînakên xirab lê pir kêm de, wek mînak misilmanên Hindistanê ketine ber êrişên “Hindusên nasyonalîst ên radîkal” de jî, ev ne xeletiya sîstema sekuler a wî welatî ye, lê encama xemsariya desthilata siyasî di pêrewkirina destûra bingehînî ya sekuler a Hindistanê û di dawî de encama krîza navxwe ya hêla siyasî ya Hindus bi xwe ye.
Hindistan ku wek mezintirîn demokrasiya dinyayê tê wesfkirin, mezintirîn civaka sekuler a dinyayê ye jî. Li vir ez dixwazim çend wêneyan ji karîgeriyên Sekularîzasyonê li ser civaka pir kultûr û pir ol a Hindistanê bi xwînerên hêja re parve bikim:
Tevî ku sosyolojiya Hindistanê pêkutiyê li ser karîgeriya Sekularîzasyonê ji bo qelsbûna baweriyên olî yên xelkê wî welatî dike, lê piştî nêzîka 70 salî ji çespandina Sekularîzmê di destûra bingehînî ya welêt de, hêj ol ne tenê di jiyana piraniya welatiyên Hindistanê de heye, lê girîngtirîn faktera danasîna civakên rengîn ên wî welatî ye jî. Hindistana sekuler, li gor tecrûbeya min, oldartirîn welatê cîhanê ye!
Bi rastî, ji bo piraniya Hindusiyan û kemîneya misilman (130 milyon!) û zerdeştî û xrîstiyan û budîst û hemû şax û paxên ku ji Hinduîzmê belav bûne, ol faktera herî sereke ya pêkanîna cîhanbînî û nasnameya civakî ye.
Sunî ji suniyên Hindistanê radîkaltir nînin. Şîe ji şîeyên Hindistanê radîkaltir nînin. Xrîstiyan ji xrîstiyanên Hindistanê radîkaltir nînin…hwd. Ji xwe welat welatê Hindistanê ye û Hindus piraniya olî pêk tînin û bêhtirî milyarek mirov in. Ji xwe dîndar ji Hindusiyan radîkaltir nînin!
Lê belê ew hemû grûpên olî yên Hindistanê li tenişta hev dijîn. Kes rê li yê din nagire û kes bêrêziyê li yê din nake. Welat jî welatê hemûyan e û ev bihevre jiyana wan, havêna bedewî û cihê şanaziyê ye di cîhanê de. Tiştê ku bihevre jiyana hemû ol û mezhebên Hindistanê misoger kiriye, ne dilmeziniya hindiyan e û ne jî qencî û başiya ti oleke din e, lê hebûna destûreke sekuler e ku rê li ber ti olê negirtiye, lê azadî û maf û erkê bihevre jiyanê ji hemûyan re peyda kiriye.
Yek ji xisletên baş ên Sekularîzasyonê li Hindistanê ku wek mînak bi rêya siyaseta civakî û perwerdeyê tên pêrewkirin, bijarkirina rêjeyî ya hinek nerîtên neyînî yên kultûrî û olî yê Hindus e.
Sekularîzasyon bû xilaskerekî mezin ji bo parastina grûpên lawaz li hember stemkariyên ku bi navê olê tên meşandin. Sekularîzasyonê li Hindistanê, bandor li ser reftara civakî û siyasî ya misilmanan jî kir. Wek mînak, berawerdekê di navbera asta radîkalîzmê di nav kemîneya 130 milyon misilman a Hindistanê û piraniya misilmanên nişteciyên Pakistanê de bike. Di demekê de ku her du grûp, vedigerin ser yek koka dîrokî û civakî ya hevbeş.
Sekularîzasyonê rêz û rûmet diyarî hemû pêkhateyên Hindistanê û bîr û baweriyên wan kir. Wek mînak, heta niha jî eger çêlekek di nîvê kolaneke qerebalix a Hindistanê de mexel bê, ne misilman, ne xrîstiyan, ne hindus, ne bawermend, ne gawir, kes dengê xwe lê nake û ne jî şofêr wê bi pepîkên otomobîlên xwe aciz dikin!
Rêzgirtina çêlekê wek ajeleke ku nîmeteke binirx wek şîr dide mirovan, cihê rêz û hurmeteke kûr a Hindusan e. Li wê taxa ku ez beriya çend salan li Hindistanê lê dijiyam, dema dengê banga misilmanan ji mizgeftan bilind dibû, jinên Hindus jî ji bo hurmeta misilmanan, çarikên xwe didan ser serên xwe. Ev behreya çandekê ye ku Sekularîzasyonê diyarî Hindistanê kiriye, bêyî ku mafê kesî hebe xwe li ser yên din ferz bike.
Derxistina rûbirûbûnê di navbera Îslam û Sekularîzasyonê de, ziyanê digihîne misilmanan. Ew gotina ku qaşo “li cihê ku Îslam hakim be, pêwistî bi Sekularîzasyonê namîne,” pişta xwe bi ti ezmûneke serkeftî ya dîrokê girê nade. Nemaze ku pêrewkirina Sekularîzasyonê mecaleke tevgerê ji hemû welatiyên îmandar û bê îman re diparêze. Jixwe herî zêde pêwistiya civaka kurdî ya pir kultûr bi vê yekê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse