Şerefname
Kurdolog û rojhilatnas pirtûka Şerefnamê wek yek ji giringtirîn çavkaniyên dîroka mîrnişînên Kurdistanê dibînin. Şerefname yekemîn pirtûk e ku (nameye) bi rêbazek zanistî dîroka siyasî û civakî ya Kurdistanê nivîsandiye û têkeliyên mîrnişînên kurd bi Îrana Sefewî û Anadola Osmanî re dide xuyakirin, carcaran jî wan têkiliyan dinirxîne. Rojhilatnasê bi navê Hîrîliyo di sala 1774an de ev pirtûk wek yek ji kilîtên naskirina dîroka Rojhilata Navîn bi nav kir. Ya giringtir ew e ku Şerefname bixwe wek sebeta bûyer û nûçeyên Kurdistanê û Asya Navîn di navbera salên 900 -1596 zayînî de, tête destnîşankirin, ji ber ku gellek bûyerên dîrokî tê de hatine nivîsandin û dokumentkirin.
Şerefxanê Bedlîsî sala 1596 ev name bi zimanê farsî nivîsandiye, Mele Mehhmûdê Bayezîdî sala 1858 zayinî kiriye kurdî. Beriya hinge jî Şerefname di sala 1853an de bo zimanê almanî hatiye wegerandin. Rojhilatnasê Rûsî Zêrnof sala 1860an herdu beşên destnivîs ên Şerefnamê çap kiriye. Ji wî demî û pêve, ew çap bû bigehek ji hemî wergêr û çapên din yên li pey hatin.
Piştre wergerandina herî baş û dirêj ya bi zimanê fransî li ser destê Prof. F. B. Charmoy hatiye kirin û sala 1868 de çap bûye.
Eli Ewnî sala 1948 Şerefname bo zimanê erebî wergerandiye û li Misrê piştî deh salan 1958 çap bûye. Hin jêder dibêjin ku du destnivîsên Şerefnamê bi zimanê tirkî jî hene.
Mihemend Emîn Bozarslan jî sala 1971 Şerefname kiriye tirkî. Kurdiya wê jî di van salên dawî de çap bû.
Sala 1972 Mamosta Hejar Şerefname ji farsî wergerandiye soranî. Herî dawî jî Ziya Avci kiriye kurdî bi tîpên latînî û sala 2007 li Stenbolê hatiye çapkirin.
Bîst û du (22) destnivîsên Şerefnamê hene! ew destnivîs li gellek pirtûxaneyên cîhanê belav bûne . Tê zanîn ku destnivîsa ku bi destê Şerefxan bixwe hatiye nivîsandin li pirtûkxaneya Zanîngeha Oxfordê dimîne.
Rêbaza danîna Şerefnamê li ser bingehê serxwebûnê hatiye nivîsandin, çawa? Şerefefxan dîroka mîrnişînên Kurdistanê di Şerefnamê de, li ser çar beşan parve kiriye. Di pileye yekê de: dewletên kurdî yên serbixwe, wek dewleta Merwanî li Diyarbekir û Cizîrê di navbera salên (1009 - 1140), Mîrnişînên di pileya duyem de yên nîvserbixwe ne, wek Hesnewîyan li Dênewerê û Şarezûrê.
Gellek bûyer, bizavên civakî, çalakiyên zanistî, serpêhatiyên mîrên kurdan di Şerefnamê de hatine ziman.
Bi kurtî, heger kesek dixwaze dîroka kurd û Kurdistanê baş bizanibe her wiha bizanibe çawa dewleta Osmanî biser ket, gereke Şerefnamê baş bixwîne. Şerefname ew belge ye ku dide xuyakirin û diyarkirin ka çawa Osmanî û Sefewiyan li ser kurdan hukim kirin, bi çi rengî mîrên kurdan bikar anîn.
Hûrxwendina Şerefnamê dikare bersivê bide, ka bi çi rengî Kurdistan perçe bû, çawa ket bin destan.
Şerefxanê Bedlîsî