Ez keçeke Kurd a Sineyî me. Çenteyê rojnamegeriyê li pişta min e. Diçim nav dilê şerekî mezin ku wekî xuya dike di navbera du dewletan de ye lê tu wiha bihesibîne ku di navbera du cemserên cîhanê de ye.
Her çiqas rûmalkirina şer metirsîdar be jî ev kar hesteke taybet dide min, ji ber ku em Kurd rastî gelek karesatan hatine û giliyê me hebû ku medyaya cîhanê wekî pêwîst guh nedaye me.
Dema koçberiya bihara 1991ê li Başûrê Kurdistanê qewimî, dîsa medyaya cîhanê bû ku ew kir rojeva mezin û cîhan jê serwext kir. Ango Kurdan girîngiya medyayê fêm kiriye û niha ew bi xwe xwediyê saziyeke medyayê ya wisa darîçav in ku bûyerên cîhanê bi zimanê Kurdî diweşîne û bi zimanên din jî bi cîhanê re parve dike.
Karê medyayê ji bo rojnamegeran tijî tecrube û dijwariyên cihê ye. Dîtina nûçeyên germ û şopandina rastiya bûyeran erka yekem a rojnameger e. Di karê medyayê de, tu çi qas bêhtir biçî kûrahiya karê xwe, hez û meraqa te ya dîtina mijarên balkêş û bibandor zêdetir dibe.
Gava min cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kir, herî zêde bala min li ser şêwaza dariştin, rastnivîsîn û karkirina baş bû. Di qonaxa piştî wê de, bala min li ser wê yekê bû ku ez çawa mijareke taybet û cuda ji bo xebatê hilbijêrim.
Ev 6 sal in ez li Tora Medyayî ya Rûdawê dixebitim û her roj fêrî tiştekî nû dibim. Li nik min rojnamegerê herî baş ew e ku qet nafikire ku ew ê herî baş e û her tim hewl dide xwe baştir bike. Rastgoyiya ligel wergir, dahênan, xwendin, tevdana pirsan, lêkolîn û gera li zanyariyan, gurkirina mijarên girêdayî xelkê û çareserkirina wan bingehên karê min in û wer li min dikin ku ez her roj li çîrokên nû bigerim.
Çima ez bûyeran ji nêz ve bi zimanê Kurdî ranegihînim?
Dema ku şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kir, ew ji bo min yekem şerê mezin ê cîhanê bû ku hevdemî karê min wekî rojnameger di saziyeke medyayê de bû. Min her roj li Rûdawê û medyaya navneteweyî li nûçeyên şer temaşe dikir lê wekî nûçegihanekê ew yek dihat bîra min ku çima ez bi xwe ne li wir bim û bûyeran ji nêz ve bi zimanê Kurdî ranegihînim?
Ji destpêka şer ve heta dema du salan em çend caran çûn Ukraynayê û em li hemû bajar û bajarokan geriyan û me zêdetirî 100 rapor û du belgefîlman berhem anîn. Min û hevkarê xwe Ehmed Omer belgefîlma Salek Şer di nav dilê şerê Rûsya û Ukraynayê de amade kir. Me serdana herêmekê kir ku tu medyayên din ew qasî nêzîkî wê nebûne.
Gava me cara ewil lingê xwe avêt nav bajarê Baxmûtê, ramana belgefîlmê di serê min de çêbû. Ev bajar girêdayî herêma Donetskê ye û li rojhilatê Ukraynayê ye. Demek bû Rûsya di kontrolkirina bajarên bakur û rojhilatê Ukraynayê de bi ser neketibû lê hindik mabû Baxmûtê bigire.
Em du rojan li pey hev çûn Baxmûtê, her carê me karîbû 10-15 deqîqeyan rawestin û wêneyan bigirin. Em destpêka meha yekê ya sala 2023yan li Baxmûtê bûn. Wê demê Rûsyayê agirbesteke demkî ragihand, li Kyiva paytext û derdora wê her tişt aram bû lê Baxmût û derdora wê her tim dihatin bombebarankirin.
Her wê demê me raporeke kurt li ser wê rewşê amade kir. Rapora me ji Ajansa Nûçeyan a Associated Press (AP) û Tora Pevguhertina Nûçeyan a Ewropî ENEXê ve ji hêla piraniya medyayên cîhanê ve hat wergirtin û heya 6 mehan di TopStory-a raporên çêtirîn ên ENEXê de ma, çimkî em yekane medya bûn li wir ku me rastî nîşanî cîhanê da. Di nav hefteyekê de Baxmût ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hat girtin û em wê demê her li derdora Baxmûtê man.
Di jiyana min de yekem car bû ku min heta wê radeyê hîs kir ku dibe ku ev der qonaxa dawî ya jiyana min be. Ev serkêşiya herî mezin a jiyana min bû lê ez hatime ku bi çavê rojnamegeriyê bûyeran ji nêz ve bibînim û ragihînim.
Di wê belgefîlma 24 xulekî ya xelatkirî de, min bi awayekî meydanî çîroka wan jin û keçên ku her roj bi tirs, dilfikarî û dengê bombeyan re dijîn, vegot. Ew qet ne piştrast in ka gelo dê bav û birayên wan ji eniyên şer vegerin an na. Min ji wan dipirsî çima hûn ji vir naçin û naçin Ewropayê, wan deriyên welatên xwe ji we re vekirine.
Julyaya ku bi dê û bavê xwe re li gundê Nevîskî dijî, di destpêka şer de carekê çûye Ewropayê lê paşê vegeriya gundê xwe. Wê ji min re got gava ez li Polonyayê bûm, min hîs dikir ku ev der ne mala min e û reftar bi dirustî bi min re nayê kirin. Ji bo min, jiyana li mala min û di bin vê bombebaranê de baştir e.
Em li hemû eniyên pêşîn ên cengê bûn
Ez du hefteyan li bakur, rojhilat û başûrê Ukraynayê ku bereyên pêşîn ên şer in, mam. Li wir ez bi xelkê û hêzên leşkerî re jî diketim gotûbêjan. Elektrîk û gaz li piraniya deveran hatibûn birîn. Carinan min sê şev û sê rojan ji ber sermayê nikarîbû rakevim û paşê heta du mehan laşê min ji ber sermaya zêde bi sermagirtin û kulbûnê ket.
Di tevahiya dema ku em li qada şer bûn, me rojê carekê dixwar. Rojane em li hemû eniyên pêşîn ên cengê bûn û em bi fermandarên cuda re axivîn da ku em bizanin ka rewşa artêşa Ukraynayê çawa ye. Ez bi kesên malnişîn re di rêzên wergirtina xwarinê de sekinîm û min xem, derd û hêviyên wan tomar kir û nîşanî cîhanê da.
Veguhastina bûyeran û nîşandana rewşa rastîn a şerê Rûsya û Ukraynayê wer li Komîteya Belavkirina Xelatên Stevieyê kir ku hest bi westîn û girîngiya belgefîlma Salek Şer bike û di têbîniyên xwe de ji me re binivîse "Ev belgefîlm wêrekiya rojnamegerî, profesyonelî û rûbirûbûna metirsiyan bi mebesta nîşandana rastiyê û çîrokbêjiya xurt nîşan dide. Eşkere ye ku ev kar bi hezkirineke mezin hatiye kirin û em dikarin hest bi dijwariya wênegirtinê û paşê verastkirina wê bikin. Belgefîlmeke herebaş e û divê her kes bibîne. Ji kerema xwe vî karê bêhempa ku hûn dikin, berdewam bikin."
Em ji bo xelatan kar nakin lê girîng e jî ku xelat cîhanî be ku Rûdaw xwediya gelek xelatên cîhanî ye û hevrikên wê jî dezgeh û saziyên cîhanî ne, ev jî girîngiya xelatê pir mezintir dike. Xelata herî mezin jî hertim hezkirina temaşevan û xelkê ji karên me re ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse