Marasona demokrasiyê li Tirkiyê

08-07-2018
Azad Weledbegi
Nîşan Tirkiye Demorkasî Erdogan
A+ A-

“Dem ber bi demokrasiyê ve diçe û demokrasî hemû cîhanê vedigire”

 

Samoel Huntington

 

Sala 2002yê piştî serkeftina Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) li Tirkiyê, siyaseta nû ya vê partiyê ku nerîtên kevin şkand, şêweyê reftara wê ya li gel pirsgirêkên navxwe û derve, bala gelek welatan kişand. AK Partî di sala 2001ê de hate avakirin û di hilbijartinên sala 2002ê de bi destxistina ji sedî 49ê dengan bû desthilat û karî modeleke nû ya siyasî ya îslama nerm peyrew bike.

 

Herweke ku di gotinên Ahmet Davutoglu de derdiket, Tirkiyê hewl dida siyaseta sifirkirina pirsgirêkên ligel welatên cîran dişemand. Herwiha hewl dida di çareseriya pirsgirêkên herêmî jî rola navbeynkariyê bilîze. Erdogan û AK Partiyê karîn bi handana Sindoqa Navdewletî ua Pere, enflasyona aborî kontrol bikin û aboriya welatê xwe geşe bidin. Herwiha bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê karîn plana leşkeran pûç bikin, ku li sazî û dezgehên hikûmetê veniştibûn. Ji bilî vê yekê, azadiyên sivîl pêşve birin û li gel Kurdan dest bi guftûgoyên aştiyê kirin.

 

Siyasetzan û hiqûqnasê Tirk Ergun Ozbudun di pirtûka xwe ya bi navê “Siyaseta Tirkiyeya Hevçerx” de sedema sernekeftina pêla duyemîn a demokrasiyê bi 3 xalan ve girê dide û ew jî ev in:

 

1- Destwerdana leşkeran li siyasetê.

 

2- Di nava civakê de belavnebûna reh û rişeyên partiyan

 

3- Destûra Tirkiyê ya nedemokratîk a hatiye sepandin

 

Ozbudun pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyê zêdetir bi lîstokên hin komên nav dewletê û herwiha saziyên bin destê wan ve girêdide, ne ku pêşnekeftina ferhenga siyaseta demokratîk, yan jî di nav civakê de nebûna buhayên demokratîk ve.  

 

Pêngavên paşveçûna demokrasiyê li Tirkiyê bi taybetî wê demê bilez bû, ku Recep Tayyîp Erdogan hewl da bi rêya sererastkirina destûrê, sîstema hikûmraniya welat ji parlamentoyê veguhere serokatiyê.

 

Li gorî sererastkirinên nû yên Destûra Tirkiyê, ku bi referandûma 16ê Nîsana 2017ê hate pesendkirin, serokomar bêyî pesendkirina parlamentoyê dikare wezîran destnîşan bike. Postê serokwezîr namîne û serokomar dibe serokê hêzên çekdar jî. Desthilatên îro yên Erdogan wiha ne ku Atatûrk jî di serdema xwe de xwediyê van desthilatan nebû.

 

Di vê rewşa lerzok a demokratîk de Erdogan bi sererastkirina destûrê û guhertina sîstema hikûmranî hinek desthilat dane serokomar ku di rastiyê de ev dibe vegera sîstema xelîfetiyeke modern di bin navê serokatiyê de.

 

Erdogan dixwaze wek xelîfeyên berî pêgeheke karîzmayî û manewî xwe pênase bike. Rftar û danûstandinên Erdogan ên di van salên dawîn de nîşana guhertineke mezin in ji siyaset û nêrînên wî û dixwaze bibe desthiladarekî serwer û civaka Tirkiyê jî ber bi yekcemseriyê ve bibe.

 

Êdî parlamento weke berê nikare çavdêriya hikûmetê bike û xwe li ser bisepîne. Ev yek jî pêngavên ber bi dîktatoriyê xweş dike, ku ev yek jî li wî welatî li hember bingehên demokrasiyê dibe gef.

 

Îro êdî ew geşbînî û berbanga ronahî ya Tirkiyê naxwiyê. Aboriya welat pir bi dijwarî pêşve diçe, guftûgoyên aştiyê yên li gel Kurdên Tirkiyê bidawî bûye û Tirkiye vegeriyaye siyaseta mîlîtarîstî ya salên 1980yan. Herwiha azadiya medenî û siyasetê bi awayeke berçav paşkeftiye, bi awayekî ku Tirkiye bûye zîndana herî mezin a rojnamevanan. Li gorî amaran piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016ê, zêdetirî 50 hezar kesan hatine girtin û 100 hezar kes jî ji karên xwe hatine dûrxistin.

 

Ji aliyekê din ve siyaseta zêdexwazî ya Erdogan, Tirkiye xistiye nav şerê Sûriyeyê de. Erdogan propagandaya wê yekê dike, ku ji bo welatê wî ji van “tengezarî û planên dijminan” rizgar bibe, pêwîstiya wan bi serokekî bihêz heye.

 

Destûra îro ya Tirkiyê destûreke demokratîk û nelîberal e, ku netewexwazên weke Vladîmîr Pûtîn û Vîctor Orban ê Hungaryayê tîne bîra me. Şert û mercên Tirkiyê, ku ne xwediyê ezmûneke têrûtesel a demokrasiyê ye, guncaw nîne, ku desthilat di destê kesekî de kombike.

 

Tirkiye civakeke sekûler, pir ol û netewe ye, ku ji Tirk, Kurd, Laz, erkez, Ereb, Rom, Ermenî, ji misliman, xiristiyan, elewî û cihû pêk dihêt. Eger rêjeyeke nermxwazên ayînî yên piranî bixwazin bi awayeke mayînde hikûmraniya Tirkiyê bikin, wê demê welat ti caran seqamgîr nabe. Amajeyên siyasî yên îro her çiqas bi temamî derfeta demokratîkbûnê xilas nekiribin jî lê qonaxên dijwar li pêşiya marasona demokrasiya li Tirkiyê heye, ku dibe destkeftên 50 salên borî yên demokratîk bixin ber devê metisiyê û bi aliyeke din ve bibe.

 

Herçend Tirkiye xwedî sîstemeke rêjeya hilbijartinên demokratîk e lê gelek taybetmendiyên sîstemekî demokratîk liberal têde nînin û em dikarin bêjin sîstemeke demokrasiyê ya nûneratiyê ye, ku bi riya yasayan tê birêvebirin û daxwazeke zêde ji bo tekrewî û yekdestiyê heye. Ev curê sîstemê, cudakerê tekane ya civaka dictator û civaka liberal demokrat e.

 

Îro pêvajoya demokrasiyê li Tirkiyê rastê astengî û tengezariyê hatine û saziyên demokratîk ên wî welatî nekarîne bi temamî pozberiyên siyasiyan rûmal bikin. Ji ber vê jî atmosfera siyasî Tirkiye ketiye nav neseqamgirî, alozî û tevlîheviyeke mezin. Tirkiye îro dewsa ku li siberojê binere, çavê xwe berdaye raboriyê. Samoel Huntington dibêje: “Waneya herî mezin a dîroka demokratîzekirinê ew e, ku bizanin karê giran ne tunekirina rejîmekî nedemokratîk e, lê dirustkirina sazî û dezgehên seqamgiriya demokrasiyê ne.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst