Nirxandinên li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê Parlamentoya Kurdistanê de

Piştî neh rûniştinên ku tijî dadbarî û gengeşe bûn, Dadgeha Federal, ji referanduma 2017an û vir ve, dehemîn biryara xwe ya herî girîng der barê dozên kurdan de da.

Ev 15emîn biryara dadgehê ya îsal (2023) e ku berdewamiya pêncemîn gera Parlamentoya Kurdistanê wekî yasayeke nakok û dijî destûrê da nasîn û dawî li bendewarî û gotûbêjên qanûnî yên di vî warî de anî.

Biryara dadgehê ku nêzîkî 20 rûpelan e, tijî rave û analîzên hûr û dirêj û berfireh ên girêdayî bafikên redkirina yasaya jimare 12 ya sala 2022 ya dirêjkirina gera pêncem a parlamentoyê ne ku hinek ji wan hincetan qanûn û rêzikên navxwe yên Parlamentoya Kurdistanê bi xwe ne.

Lê dîsa jî dadgehê xwe spartiye destûra Iraqê û berî her tiştî jî pişta xwe bi danezan û peymanên cîhanî girêdaye. Ev hûrgilî bêhtir wekî dûrxistina gumanên armanckirina Herêma Kurdistanê û qeyd û bendkirina wê têne ravekirin, ku li navendên siyasî û di nav hinek elîtên Herêma Kurdistanê de jî nêrîneke berbelav û hevpar e.

Biryara Dadgeha Federal bi awayekî darîçav pesnê wêrekî û taybetmendiya hilbijartinên yekem ên Herêma Kurdistanê di sala 1992yan de dide. Her wiha destûrîbûna qewareya Herêma Kurdistanê bi zelalî tekez dike. Wekî din jî tekez dike ku di çarçoveya sîstema siyasî ya Iraqê de ku parlemanî, federal û demokratîk e, sî û sîbera destûra federal li ser navend û herêman jî tê vedan.

Bi vî awayî jî wekî metneke xwerû, biryara dadgehê ruhê neyartî û dijminatiya derheqê Herêma Kurdistanê li xwe nagire û çi bigire nermî jî tê de heye. Ev dikare ji bo derbaskirina nakokiyên girêdayî yasaya hilbijartinan û çawaniya cîbicîkirina wê jî bibe derfetek.

Her wiha, bingehek ji bo kevneşopiyeke destûrî ya nû li Kurdistanê û li seranserê Iraqê jî daniye ku êdî temenê parlementoyên hilbijartî dirêj nekin û rêza dema destûrî û yasayî ya hilbijartinan bigirin, ku ev yek di berjewendiya ezmûna Herêma Kurdistanê de ye, ku di dirêjkirina dema parlamentoyê de xwedî dîrokeke dirêj e.

Lewma jî 31 salan piştî hilbijartinên yekem, nû li dawiya gera pêncem a parlamentoyê de ye, di demekê de ku divabû ku ew aniha derbasî gera heştemîn bibûya.

Tevî ku gelek hewl hatine dayîn ku metna biryara Dadgeha Federal xurt û bê pirsgirêk be, lê ji bilî encamên wê yên qanûnî, encamên wê yên siyasî û awayê bikaranîna wê jî cihê gengeşe û nakokiyê ne.

Bo yekem car dadgeheke federal li Bexdayê di mijar û kêşeyeke lap navxweyî de dibe navbijvan. Meriv dikare vê yekê wer bixwîne ku êdî Kurdistan ne tenê biryardera çarenivîsa kêşeyên xwe ye, her wiha pêkan e ku ezmûnên bi vî rengî di pirs û dozên din ên bê de jî bên dubarekirin.

Her wiha ji ber ku biryarê pêngavên parlementoyê yên piştî 06.11.2022yan li Herêma Kurdistanê pûç kirin, aniha Kurdistan bê komîsyon maye û ji bo ku ji vê valahiya yasayî rizgar bibe divê bivê-nevê serî li Komîsyona Federal bide, ku ev jî her cure zirarê dide saziyên Herêma Kurdistanê li ser asta hevşêweyên wan li Bexdayê di demekê de ku ezmûna hilbijartinan li Iraqê vedigere sala 2005an û 13 salan li paş ezmûna Herêma Kurdistanê ye.

Li ser asta desthilata cîbicîkirinê jî, biryara dadgehê rê li ber tevdana pirsên girêdayî çarenivîsa desthilata cîbicîkirinê (hikûmet) vedike, ku wê jî rewatiya xwe ji parlamentoyê wergirtiye.

Li Kurdistanê destûr nîne ku çareseriyên valahî û pênaseya hikûmeta "karbirêker" yekalî bike. Lê di mînaka herî nêz de ku mînaka Bexdayê ye, Dadgeha Federal di raveyeke destûrî de (121/2022) li ser Madeya (64/a); hilweşandina parlemanê wekî sedem hesiband ji bo ku hikûmet bibe "karbirêker."

Di vê rewşê de jî, erkê hikûmetê dibe meşandina kar û barên rojane, xasma yên ku mohra xizmetguzariyê li ser wan heye. Bêyî ku hikûmet karibe biryarên siyasî û kartêker ên wisa berbiçav bide ku encamên wan ên têkildarî siberojê hebin wekî pêşniyarkirina yasayan, deynkirin, danîna berpirsên bilind, dûrkirina ji postan û …hwd.

Ev yek dikare di asta niha ya Bexdayê de pirsgirêkan ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê çêbike û dikare fişarê li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî bike.

Di Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan de çend parlementerên "rastgir" demildest bal kişandin ser wê yekê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye desthilata cîbicîkar, lewma êdî hêza wê ya îsrarkirin, daxwazkirin û razîbûna bi hikûmeta Bexdayê re nemaye, xasma di warê pişka budceyê de.

Yên ku li pirsgirêkan negerin û bi serkeftina ezmûna Sûdanî re ne jî, rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav digirin û biryarê û encamên wê bi bêdengî derbas dikin, bi taybetî ku niha danûstandinên budceyê gihaştine qonaxeke nazik û hestyar û vekirina bereyeke din a hevrikî û nakokiyan debar nakin.

Biryara Dadgeha Federal ya li ser Parlamentoya Kurdistanê di demekê de ye ku çend pirsgirêkên din li Kurdistan û Iraqê hene: Nakokiyên navxweyî kûrtir dibin, gazin û rexneyên derveyî li ser Kurdistanê zêde dibin, gefên Îranê li ser baregehên hêzên opozisyona Kurdistanî dubare dibin, dosyeya hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê tûşî gelek girêkan dibe û çarenivîsa wê ne diyar e.

Ev rewş jî derfetek e ji bo bikaranîna xerab a biryara dadgehê, ku wek metn pirsgirêkên wer mezin li xwe nagire û zêdetir tekeziyê li ser çend tekst û rêgezên yasayî yên têkildarî roja hilbijartinê dike.