Nêçîrvan Barzanî û vekirina deriyan
Lîza Felekedîn Kakeyî
Ji hêla erdnîgariyê ve bi qasî 750 kîlometreyî sînorê Herêma Kurdistanê yê hevpar bi Îranê re heye û bi sed salan e ku em cîranên hev in. Cîrantiyeke ku ne lojîka erdnîgarî dikare me veguhêze û ne jî hêza leşkerî dikare rastiya vê cihgirtina erdnîgarî biguhere.
Di gelek qonaxan de, Îran ji miletekî bi nijada xwe Arî re cîraneke baş bû. Her wiha di qonaxa piştî têkçûna Şoreşa Îlonê de, Îran bû stargeha bi hezaran malên şoreşgerên Kurd.
Di dema serhildanê de û berî wê jî neyarekî me yê hevpar hebû ku rejîma Beasê bû. Di koçberiya milyonî de jî Îran ji milyonan malbatên Kurd re deriyekî vekirî bû.
Bi derbasbûna demê re, ev têkilî rastî bilindbûn û daketinê hatin. Ji têkiliyeke pir baş veguherî têkiliyeke pir xerab, heta ku gihişt asta avêtina mûşekan û şerê dronan û hewldana beravêtîkirina Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo parçekirina yekrêziya Kurdan.
Tewra Îranî wekî sedema piraniya arîşeyên siyasî, aborî û leşkerî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dihatin hesibandin. Bi awayekî berdewam jî karakterên xwedîhêz bûn seba şikandin û destdirêjkirina li ser welatekî ku xwediyên wî Kurd û Kurdistanî bûn.
Dawiya dawî jî Dadgeha Federal a Îraqê kir çeperek ji bo qonaxekê ji şerê derûnî, siyasî û qanûnî. Ne tenê di warê siyasî de, li şûnê, bandora têkiliyên xerab di warê aborî de jî eyan bû. Li deriyên sînorî, pevguhertinên bazirganî ji 4 milyaran daketin 2 milyar dolaran.
Bê guman piştî van hemû bûyeran, pêdiviya baştirkirina têkiliyan bi karîzmayeke dîplomatîk heye. Serokê Herêma Kurdistanê demeke dirêj e ji bo baştirkirina pêwendiyên li gel Îranê dixebite.
Loma jî ji Hewlêrê heya Bexdayê û ji wir jî heta Tehranê pêngavên wî bûn mijareke germ a medyayê û cihê behskirin û gengeşekirina şîrovekarên siyasî û dîplomasî yên qada Îraq û Îranê. Rojnameya Hemşarê ya Îranî di manşeta xwe ya rûpela yekem de nivîsiye: "Tehran li ser rêya çakkirina otobanê ye."
Îranî bi girîngî li vê serdanê dinêrin û pêşwaziya rêberê Komara Îslamî ya Îranê gelek şiroveyên cuda li xwe digire, ji ber ku rêzdar Elî Xamineyî xwediyê bilindtirîn pêgeha olî û siyasî ye û tenê bi kesên girîng ên derveyî welêt re hevdîtinan dike.
Wekî ku di malpera rêberê Komara Îslamî ya Îranê de hatiye weşandin ku di heyama du salan de tenê pêşwaziya heft serkirdeyên mezin ên cîhanê kiriye ku ew jî serokkomarên Tirkiye, Rûsya, Japonya, Sûriye û hwd. bûn.
Di vê demê de jî Serokê Herêma Kurdistanê bi germî pêşwazî kir û wan di civîna xwe de dabaşa pêşvebirina têkiliyên ewlekarî, siyasî û aborî kir.
Rêber spasiya Herêma Kurdistanê kir ku her sal bi hurmet û germî ziyaretkarên Îranî pêşwazî dike. Wisa be, Nêçîrvan Barzanî bi vê serdana xwe ya dewleta bibandor a herêmê, tevgereke aqilmend kir ku têkiliyên di warê aramiyê de baştir bike.
Ez dikarim bibêjim ku ev serdan ew siyaset e ku hêkan li ser hemî selikan parve dike. Tevgera bazirganiyê ji bo asta wê ya asayî bilind dike û di encamê de jî vejîneke zêdetir a aborî ji bo Herêma Kurdistanê misoger dike.
Herwisa pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî darîçav kêm dibin û dikare têgihiştineke bikêrhatî di nav mala Kurdan de çêbike.
Heger bi vê serdanê ev hemî destkeft werin misogerkirin, naxwe girîng e ku tevgerên Serokê Herêma Kurdistanê bên danasîn û di çarçoveya rûpelekî spî de hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û gelê Kurdistanê piştevaniya wî bikin, ji bo bidestxistina aramiya siyasî û aborî ji bo Herêma Kurdistanê ku xwesteka hemî welatiyan e.
Pêkhateya şandê!
Ji xeynî pêgeha xwe ya siyasî û partîzanî, di şanda Serokê Herêma Kurdistanê de, her du cîgirên serok Mistefayê Seyid Qadir û Caferê Şêx Mistefa cih digirin. Bi vê yekê jî em digihin wê xala erênî ku Kurd bi awayekî hevgirtî û bi yek gotara siyasî li Tehranê ne û xwediyên yek nêrînê ne ji bo çareserkirin û başkirina têkiliyan. Gelê Kurd û kolana Kurdî jî vê yekê fena destkeftekê dibînin û encaman zelaltir dixwînin.
Di asta niştimanî de, her tim di nav xelkê asayî de û di nav wan de elîta siyasî û rewşenbîrên giştî jî tê gotin ku çareseriya pirsgirêk û nakokiyên di qada siyasî ya Îraqê de ne li Bexdayê belê li Tehranê ye û divê meriv zimanê Farisî qenc zabibe.
Lê di rastiya vê gotina berbelav de, ez dikarim bibêjim ku kilîda deriyên tijepirsgirêk di destê Serokê Herêma Kurdistanê de ye û duh li Bexdayê û îro jî li Tehranê mijûlî vekirina wan deriyan bû.
*Lîza Felekedîn Kakeyî Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).