Bingeha damezrandina hikûmeta Sûriyeyê û egerên pêşbînîkirî

08-04-2025
RÛDAW
A+ A-

Şîrwan Şemîranî

Hikûmeta demkî ya duyem a serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ku di dawiya Adara îsal (2025) de hat ragihandin, qet ne cihê ecêbmayînê ye lê pir asayî bû ku bi vî rengî were pêkanîn, heke ne wisa bûya, wê demê dê bibûya cihê ecêbmayînê, arasteya Şer bi liberçavgirtina dîtina gotarên wî yên berê li gel şêwaza birêvebirina hikûmeta wî ya çar mehî, ev tişt digot ku ew zilam Sûriyeyê ber bi wê arasteyê ve dibe.

Tiştê ku pêwîst e li vir were zelalkirin û bêyî vegera li rabirdûyê, ew prensîb in ku ew ji nêrîna wan ve tevdigere, herwiha dixwaze çi bike yan jî ji aliyê siyasî ve çi jê tê çaverêkirin ji bo ku wê propogandaya ku berdewam dibêje ji bo Sûriyeke dahatû, Sûriyeke aştiyane li gel xwe û cîranên xwe, pêk bîne.

Bingeh

Yekem: Miamelenekirina li gel ti pêkhateyekê, ne pêkhate û partiyên siyasî, ne pêkhateyên serbazî, ne pêkhateyên neteweyî wekî pêkhateyek cuda, ne pêkhateyên kargerî û herwiha ayînî û rêxistinên civaka sivîl, hemû di çarçoveya "hemwelatî" û, mafên wî de ji dîtina Şer ve tên dîtin û xwendin, bi wê wateyê ku pêkhateyên olî û neteweyî li Sûriyeya nû ji pêkhateya siyasî têne cudakirin, ji aliyê siyasî ve hemû wekî hev tên dîtin bêyî ti taybetmendiyekê.

Lê ji aliyê neteweyî û ayînî ve mafên taybet ên pêkhêneran tên raçavkirin, bo nimûne, daniştvanên parêzgeha -Siweyda- ku Durzî ne û wekî ayîneke cuda ji Misilman û Xirîstiyanan, tevahiya azadiya ayînî û wijdanî bi wan tê dayîn lê ji aliyê siyasî û post û pileyên rêveberî û hikûmetî ve ji ti takekesekî din ê gelê Sûriyeyê nayên cudakirin û di danîna wezîran de li ser prensîpa pişkpişkiyê miameleyê li gel wan nakin lê wekî her hemwelatiyekî asayî yê dewleta Sûriyeyê, ne zêdetir û ne jî kêmtir.

Daxwaz ji serekên Durziyan çi ayînî yan siyasî nayê kirin da ku kesayetiyekê destnîşan bikin ji bo ku nûneratiya wan di dezgehên dewletê de bike, ev ji bo Kurd û kiristiyanan jî rast e. Şer jî veneşartiye û şerm nake di tekezkirina li ser redkirina pişkpişkiyê di jinûveavakirina dewletê de, loma jî piştî sondxwarina wezîran kesekî xwedî egal û eba li ser mil ku xelkê Siweydayê bû di rûyê Şer de got, nûnerê me di vê hikûmetê de nîne, di demekê de ku wezîrê çandiniyê durzî ye!

Duyem: Dewleta kûr li Sûriyeya nû

Piraniya herî zêde ya gelê Sûriyeyê bi koka xwe Ereb in, di nav Ereban de jî Sunî ne, li gel Kurdan piraniya cemaweran ji Suniyan pêk tê, eger em li vir bi çavê ayînî tiştan bibînin, demarên dewletê ku divê ji wan bûya lê belê di 74 salên rabirdû de hindikahiya Ereb a Elewî tevahiya movikên hestyar ên dewletê girtibû, tiştê ku pê tê gotin "dewleta kûr," niha û piştî ketina rejîma Beasê, Şer li ser guherîna hêzên navxwe û siyaseta derve ya dewletê kar dike, dixwaze ew hemû pêgeh û postên ku dewleta kûr ji wan pêk tê, li Misilmanên Sunî vegerin lê di nav Suniyan de li kesên nêzîk û xeleka teng a derdora wî ku berê serkirde û kesayetiyên diyar ên HTŞeyê bûn. Wek "wezîrê derve, navxwe, parastin, dezgehên îstixbarat û asayiş, darayî û enerjiyê." Heman serûçavên ku hikûmeta biçûk a HTŞeyê li Idlibê bi rê ve dibir.

Sêyem: Ev hikûmeta demkî, ji nêrîna serokê Sûriyeyê ve hikûmeteke awarte ya emergencyê ye, pîvanên hikûmeteke destûrî ya rewşa asayî bi ser de nayên bichkirin, demeke derbasdar bi armanca dariştin û danîn û cîgirkirina bingehên dewleteke destûrî ya herdemî bi rê ve dibe. Loma ew dema ku di ragihandina destûrî de bi pênc salan hatiye diyarkirin, ne şert e ku hemûyî kuta bike, bi gihîştina bi armancan dema derbasdar jî bi dawî tê û welat gaveke yekalîker ber bi rewşeke cîgir ve diavêje.

Egerên çaverêkirî

Her tiştê li vir bê gotin eger e, ango ne konkret û yekalîbûyî ye, salên dahatû dê wan îspat bikin, lewra dibe ku zêde û kêm bibin an rûdan guhertinan bi ser wan de bînin, di heman demê de ji xweşiyê û bê bingeh nayên lê ji encama xwendineke giştgir a rewşa neasayî ya Sûriyeyê û hêviyên navxweyî û daxwazên navdewletî peyda dibe.

- Kurd an Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê heta niha nebûye beşek ji hikûmeta piştî Esed, loma asayî ye ku bibêje nabe cîbicîkara biryarên wê, ji wê jî asayîtir rexnegirtin e li şêwaza pêkanîna wê û diyarkirina wezîran, a ku pêwîst e were bibîrxistin ew e ku di dema nêzîk an dûr de tê çaverêkirin çi li Sûriyeyê rû bide, xasma têkildarî Kurdan?

Nêrîna Şamê zelal e, daxwaza Kurdan jî her çend bi temamî ne zelal e ji ber siyaseta ne dostane ya necîgîr a herêmî, lê di astekê de dizane çi dixwaze û heta ku derê dikare biçe, rêkeftina heşt xalî ya aloz jî wekî tekstekê ye ku arasteya her du aliyan diyar dike, lewra bi liberçavgirtina vê têbîniyê, pirs dibe çend beş.

- Siyasî û postên hikûmî, ev bi dîtina Şer heta vê gavê jî ne amade ye Kurdan ji gelên din ên Sûriyeyê veqetîne. Ango mafê hemwelatîbûnê û tenê mafê hemwelatîbûnê dûrî her taybetmendiyeke neteweyî, dûrî pişkpişkiya mîna Îraqê, li gel ji holê rakirina tevahiya wan stemên ku rejîma Esed li gelê Kurd kir.

- Çand û rewşenbîriya Kurdan û ya herî girîng ziman: Divê ev yek were zanîn ku bermahiyên nijadperestiya Ereb di perwerdeya Beasa hilweşiyayî û neteweperestên Nasirî de, ne amade ne ti hêsaniyê ji bo xwendina bi zimanê Kurdî bikin lê Şer bi xwe di vî warî vekirî ye, loma Kurd dikarin bi ciddî û bêyî ku dest jê berdin, pêkutiyê li ser zimanê Kurdî bikin li wan deverên ku piraniya wan Kurd in û xwedî nasnameya Kurdî ne "Kurdistan", li gel her mafekî ku behsa netewe û nijada Kurd wekî pêkhateyeke gelê Sûriyeyê dike, li seranserê dîroka şaristaniya Îslamî hewla tunekirina ti zimanî nehatiye dayîn û taybetmendiya herî taybet a gel û neteweyan e.

- Rêveberî: Ev beşa han ew tişta ku di şêwaza raman û axaftina zilamên Sûriyeya nû de tê xwendin, heger çaverêkirinek hebe tenê çaverêkirina nenavendiya rêveberiyê tê kirin, ango: Her parêzgehek bi serê xwe xwe bi rêve bibe di bin siya yek dewlet, yek hikûmet, yek parlemento û yek destûrê de.

- Hêza niştimanî: Heta asteke baş avakirina yek hêza niştimanî ji bo Kurdan dijwar dibe, ev jî têkildarî rêkeftina Şer û Ebdî ye, her çend mekanîzmaya şênberkirina wê nehatiye dariştin, lê rêkeftina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye li Helebê, destpêkeke baş e û hinek asoyên vê mijara hestyar ronî dike, Ewropî jî gelekî tekez dikin ku HSDyê bikin beşek ji artêşa Sûriyeyê û peyva "tevlîhevkirin"ê bikar tînin. Di vê tevlîhevkirinê de çêdibe ku polîs û asayîş wekî beşekê ji wezareta navxwe ya Sûriyeyê xwecihî bin.

Mezintirîn û tewra zehmettirîn astengî û kelem li ser rêya wezareta berevaniyê ya Sûriyeyê ji bo avakirina artêşeke niştimanî ya bihêz ku şiyana wê ya parastina welêt hebe, Îsraîl e.

- Daxwazên navdewletî: Du cure daxwazên navdewletî ji Şer hene, ya herî girîng ji wan ew e ku pêwendîdarî Rojava û aştiya navdewletî ye, wekî "çekên kîmyayî, teror, pasevanên ayînê ji Rêxistina Qaîde, çekdarên bi esl biyanî, Îsraîl, derîgirtina li ber Îranê û Îraniyan", ya din jî mafên olî û neteweyî ne, li vir ew rola navbeynkariyeke baş dilîzin û di berjewendiya Kurdan de ye, her çend bi dîtina rojavayiyan xwedî ayînên cuda ji Kurd û neteweyan girîngtir bin jî.

Ev rê dê ji bo Sûriyeyê dirêj û dijwar be û birîna çend salan jê re pêwîst e, di her qonaxekê de serok bixwaze gavekê bavêje, daxuyaniya destûrî nabe asteng di encamdana ti guhertinekê de, ji ber ku di madeya 50î ya destûrê de, desthilata sererastkirinê pê hatiye dayîn, bi razîbûna du ji sêyên endamên parlementoyê ku ew bi xwe wan diyar dike.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst