Şerê Rûsya û Ukraynayê û cihana nû

08-03-2022
Adil Baxewan
A+ A-

Pêşgotin

30 salan piştî hilweşandina împeratorîya mezin a Yekîtîya Sovyetê û piştî têkçûna bloka Rojhilat li hember Rojava, va careke din Rûsyaya Vladimir Putin li hespê xwe siwar dibe û tevî artêşa xwe li ber derîyê Ewropayê radiweste û di egera cengeke mezin de ku bi dagirkirina Ukraynayê dest pê kir, tevahîya cihanê xist rewşa bendewarîya xofdar.

Sala 2016an, li bajarê Saint Petersburgê, Vladimir Putin li pêşber kamerayan, bi toneke hêrsok û dengekî bilind gef xwar û got "Ez nizanim dê ev hemî bûyer me ber bi kû ve bajon, lê ez dizanim ku em êdî rê nadin ew bi kêfa xwe bûyeran birêve bibin û em ê ji niha bi şûn de berevanîyê li xwe bikin".

Ev daxuyanîya Putin di germîya şerê Ukraynayê de bû. Şerê ku li başûrê Ukraynayê birêve diçû. Şerekî wiha bixwîn ku tenê di navbera 2014 heta 2019an de, 13 000 kes tê de hatin kuştin û di dawî de jî, Nîvgirava Krîmîyayê ku li başûrê Ukraynayê dikeve, bi rêya hêz û darê zorê yê Vladimir Putin ji Ukraynayê hat veqetandin û bi Rûsyaya mezin ve hat zeliqandinê.

Bi rastî çi qewimî? Çawa Krîmîya bû parçek ji Rûsyayê? Çima Moskow vêga dixwaze tevahîya Ukraynayê dagir bike? Çima ziravê Amerîka û dewletên Yekîtîya Ewropayê qetîyaye û sîya cengeke xofdar baskê xwe li ser tevahîya Amerîka û Ewropayê vedaye?

Ji bo bersivdana van pirsan, bila em vegerin destpêka çîrokê. Çunke bêyî vê vegerê pir dijwar e em bikarin tiştên niha li Ukraynayê diqewime têbigihin.

Ukrayna ji Rûsyayê re tê çi wateyê?

Di dilê her kesekî rûs de, ser bi kîjan îdeolojî û komeke civakî dibe bila bibe, giringîyeke herî mezin û wateyeke herî bilind a Ukraynayê heye. Di bîrdanka hevpar a rûsan de, Ukrayna wek zarokdana şaristanîya rûsî û çavkanîya zayîna çanda rûsî û peydabûna rûsan tê sêwirandin. Çêdibe wekhevîyek di navbera navçeya Goolwa û şênîyên wê ji Fransayê re û Ukrayna û ukraynîyên rûsfon ji Rûsyayê re were kirin.

Her wek çawa bi bawerîya fransîyan şaristanîya fransî ji navçeya Goolwayê dest pê dike û şênîyên wê wek koka xwe dibînin û fransîyek ji bo ku xwe wek fransîyekî resen pênase bike dibêje ez Goolwayî me. Bi heman rengî li gor rûsan jî şaristanîya rûsî ji Ukraynayê dest pê dike û ukraynîyên rûsfon wek koka xwe dibînin.

Bê guman ev bîrdanka hevpar li ser sawêr û wehman nehatiye avakirin. Berevajî di nav dîrokeke dirêj de û li ser qadeke şênber û piştgerm bi rewşeke bêalî teşe girtiye. Wek mînak, di 200 salên borî de, yek qeware û yek rûber û yek desthilata Ukrayna û Rûsyayê hebû û hergav bi hev re bûn û tişta ew cuda kirin hilweşîna Yekîtîya Sovyetê di salên dawî yên sedsala borî de bû.

Girêka kor a Nîvgirava Krîmîyayê

Di nav vê dîroka dûvdirêj de, rûberek heye ku pêgeheke wê ya pir taybet di bîrewerîya hevpar a rûsan de heye ku ji Nîvgirava Krîmîyayê pêk tê. Statûya sembolîk û tew şênber a Krîmîyayê li bal rûsan, lap wek pêgeha Kerkûkê li bal kurdan û Qudsê li cem ereban e.

Krîmîya li başûrê Ukrayna û bakurê Deryaya Reş dikeve. Pêgeha wê ya ceostratejî navendî ye, xasma Bêndera Sevastopolê ku di Şerê Cihanî yê Duyem de wek yek ji dergehên herî mezin ên şer li dijî Almanyaya Hitlerî ji alîyê sovyetan ve hat bikaranîn û bêyî Bêndera Sevastopolê zehmet bû Sovyet bikarin serkeftinê bi dest bixin.

Ne bêhûde ye ku Krîmîya heta sala 1954an parçeyek ji Rûsyayê bû û rasterast ji alîyê Moskowê ve dihat birêvebirin. Lê di wê salê de (1954), Nikita Kruşçev ku sala berê gihaştibû gupîtka desthilatê li Yekîtîya Sovyetê, ji bo bilindnirxandina Peymana Pereyaslavê ku berî 300 salan di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hatibû îmzekirin, biryar da Krîmîyayê di alîyê îdarî de bide Ukraynayê. Lê bi rastî ev dan tenê sembolîk bû, çunke Ukrayna bi xwe parçeyek ji Yekîtîya Sovyetê bû.

Heta sala 1991ê, biryara Nikita Kruşçev ji bo Moskowê bê zîyan û encamên neyînî bû, lê di 1991ê de guhertineke mezin li cihanê pêk hat û Yekîtîya Sovyetê wek çarçoveya dewletî hilweşîya û komarên yekîtîya hilweşîyayî serxwebûna xwe ragihandin û Ukrayna bi Krîmîyayê ve jî bû yek ji wan dewletên serbixwe ku hatin avakirin.

Ji vir kêşeyên sîstemî dest pê dikin, çunke kurd xwe çiqasî iraqî dibînin, şênîyên Krîmîyayê jî xwe ewqasî ukraynî dibînin! Ji her 10 rûniştîyên Krîmîyayê heşt kes xwe wek rûsofon û rûs dibînin. Li gor rapirsîyeke ku 2013an hat kirin, tenê ji %15ê şênîyên Krîmîyayê xwe wek ukraynî dibînin.

Di 2014an de, wexta ku referendûm li Krîmîyayê hat kirin, ji %97an dengên xwe dan wê yekê ku bi Rûsyayê ve werin girêdan û ji Ukraynayê werin cudakirin. Bê guman çêdibe pirs ji rewşa sazkirina proseyê werin kirin, lê li gor hemî pêşbînîyan û tevî hemî şert û mercan jî, piranîya herî zêde ya şênîyên Krîmîyayê di navbera Rûsya û Ukraynayê de Rûsyayê hildibijêrin û dixwazin ne wek ukraynî, lêbelê wek rûs di nav dîrokê de bin.

Cihana piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê

Di sala 1991ê de, piştî ragihandina herifîna Yekîtîya Sovyetê ji alîyê Mihail Gorbaçov ve û seba avakirina dinyayeke aramtir û ewletir, welatên Rojava û Amerîka biryar dan sîstemeke nû ya cihanî çêbikin û Rûsya jî beşeka giring be jê. Moskowa nû ev pêşnîyar pejirand bi şertê ku navçeya nifûzê wê parastî be û NATO destê xwe dirêjî mijara ewlekarî û aramîya rûberên ku zevîyên çalak ên Rûsyayê ne neke.

Li hember vê doza Rûsyayê, Amerîka bi şert cabeke erênî da. Nabe Rûsya arîşeyan li ber hevgirtina her du Almanyayn çêbike. Amerîka jî soz dide ku NATOyê ber bi wan welatan nebe ku wek devera çalak a Moskowê têne naskirin. Ev peyman di navbera Moskow û Washingtonê de heta sala 1999an berdewam dibe û bi awayekî ji awayan aramîyeke rêjeyî li cihanê belav dibe. Di sala 1999an de, Amerîka gurzekê li vê peymanê dide, gava Polonya, Komara Çekê û Macaristanê vedixwîne da bibin endamên NATOyê.

Vê pêngavê Moskow bi tevahî bêzar kir. Lê di heman demê de, du xalên giring hiştin rewş têk neçe. Xala yekem ew bû ku her sê welatên navborî bi Rûsyayê re ne hevsînor in. Xala duyem jî ew bû ku Amerîka bi nivîsarên fermî Moskow piştrast kir ku çekên atomî li ti welatekî ji van welatan bi cih nake û ti yek ji wan nabe metirsî li ser Rûsyayê û sedemeke objektîf ji bo karekê bi vî rengî jî tune ye.

Lê di sala 2004an de, wexta ku George W. Bush ragihand ku Estonya, Letwanya, Slovakya, Slovenya, Romanya û Bulgaristan dibin endamên NATOyê, êdî Moskow rasterast gihaşte wê bawerîyê ku Washington dixwaze wê dorpêç bike û agirê mezin berde hundirê mala Rûsyayê. Tew Vladimir Putin ji bo cara ewil têgîna xayîntîyê bi kar anî.

Destpêkên lêdana dahola cengeke nû

Piştî vê bûyera giring, Vladimir Putin bi sertî gef li NATOyê xwar û got "Bila leşkerên we werin xwe biceribînin û paşê bibînin em kî ne".

Lê Amerîka û Ewropayê ev gefên Putin cidî negirtin. Di navbera 2004 û 2014an de, bi piştevanîya Washington û Brussels-ê çend tevgerên nerazî li dijî Moskowê li çend welatan peyda bûn, ji Gurcistanê bigire heta Ukraynayê.

Sala 2013an, Kieva paytext dibe dergûşa serhildana li dijî serokê Ukraynayê ku wek prorûs ango alîgirê rûsan dihat naskirin. Serok bêbav dimîne dev ji posta xwe berde û Ukrayna roj li pey rojê xwe nêzîkî Yekîtîya Ewropayê dike.

Êdî ev derbaskirina wê hêla sor bû ku Moskowê nikaribû bipejirîne û her vê jî kir ku bi rêya leşkerî destwerdanê bike û Krîmya ji Ukraynayê bistîne û tev li axa Rûsyayê bike û ji bo hergav kaboka tankên wê li ser sînga Kievê be.

Di heman demê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka projeyekê dixe warê pratîkê ku Rûsya wek metirsî li ser ewlekarîya xwe ya niştimanê dihesibîne. Ev proje ji avakirina du navendên dijî mûşek û mûşekavêjên dûr rûber li Romanya (2016) û li Polonyayê (2020) pêk tê.

Amerîkî dibêjin, armanc ji van her du navendan Komara Îslamî ya Îranê ye, lê Moskow vê çîrokê bawer nake û li gor wê armanca yekem a van her du navendan têkbirina hêza atomî ya Rûsyayê ye, çunke bi bawerîya Putin "Tiştek bi navê gefa îranî nîne û Rûsya neçar e berevanîya xwe bike".

Dê niha çi biqewime?

Di payîza 2021ê de, welatên Ewropa û Amerîka zengilê metirsîyeke nêzîk li ser sînorên Ukraynayê lê didin. Rûsyayê 100 hezar leşker li ser wan sînoran bi çekên giran belav kir û bi hemî şîyanên xwe alîkarîya bizava cudaxwazên rojavayê Ukraynayê dike ku wek pro-rûs ango alîgirên Rûsyayê tên naskirin.

Bi bawerîya Rûsyayê, belavkirina van leşkeran ji bilî karvedaneke rewa li hember çalakîyên gefxwer ên NATOyê ne tiştekî din e. Sazîya Sîxurîyê ya Amerîka dibêje ku Rûsya bi rêya sîxurên xwe dixwaze rewşa navxwe ya Ukraynayê bi radeyekê têk bide ku destwerdana leşkerî ya Moskowê bibe rastîyeke daxwazkirî û ji rêzê!

Di 18 heyvên borî de, bi hezaran leşkerên rûs gihiştin Belarûsê û ev jî bû sedemeke din a têkçûna zêdetir a rewşê û bilindkirina asta metirsîyên Ewropa û Amerîkayê. Di 25ê heyva borî de jî, 6 hezar leşkerên rûs dest bi manoreke leşkerî li Krîmya û li ser sînorên Ukraynayê kir û dîsa vê yekê metirsîya teqîna rewşê zêdetir kir, lewma Serokê Amerîka Joe Biden got: "Heke Rûsya êrişî Ukraynayê bike, bê guman encamên wê pir mezin dibin û ez dikarim bêjim ku dê bibe sedema guhertina cihana niha û avabûna cihaneke din".

 

Lê di heman demê de Joe Biden behsa wê yekê dike ku nêta Amerîka nîne artêşa xwe bişîne Ukraynayê, çunke heta vêga Ukrayna ne endama NATOyê ye. Tevî vê daxuyanîyê jî, Washingtonê 8 hezar û 500 leşker xist rewşa amadebaşîyê ji bo bikare bi rastîya dagirkirina Ukraynayê re tevbigere.

Yekîtîya Ewropa dixwest bi rêya Emmanuel Macron dengê wê were bihîstin û pêşî li gurrbûna şer bigire. Lê di eynî demê de, gef dixwar ku heke Moskow êrişî Kievê bike, dê bê guman baceke herî giran û dijwar bide. Bêtar û trajedîya Ewropayê ew e ku artêşeke wê ya hevgirtî tune ye û divê hemî girewên wê li ser NATO bin ku ew jî li jêr hegemonîya Amerîkayê ye.

Dawî

Berî şer biqewime, hergav ev pirs dubare dibû: Gelo dê rewş aram bibe yan bi rastî şer biqewime? Tiştê ku Rûsya dixwaze û ji serok Macron û serok Biden re jî gotiye du tişt in:

Tişta yekem ew e ku welatên endamên NATO sozê bidin Rûsyayê ku êdî rûbera NATOyê berfireh nekin û dewletên nû, wek mînak Ukrayna nekin endam. Ya duyem jî ew e ku nabe NATO manorên leşkerî li welatên Ewropaya Rojhilat encam bide.

Çavkanîya van her du daxwazên Rûsyayê, ew dîroka dûrdirêj e ku me qal kir. Rast e her du xwestek ji bo parastina hegemonîya Rûsya û hêza wê ya atomî û navçeya bandora wê ne, lê ew jî rast e ku stûxwarîya li ber van her du xwestekan tê wateya şikandina vîn û sîyaseta serbixwe ya NATO û razîbûna ku desthilateke bîyanî beşdarî destnîşnakirina biryarên wê bibe.

Roj li pey rojê rewş aloztir dibe. Amerîka û hin welatên Ewropayê balyozxaneyên xwe li Ukraynayê vala kirin, wek dizanibûn dê ha ha şer gurr bibe ku bi rastî jî gurr bû.

Gelo bi rastî dê dagirkirina Ukraynayê bibe ew hûrdema ku dinyayek tê de kuta bibe û dinyayeke din ava bibe, lap wek dinyaya berî û piştî ragihandina herifînê ji alîyê Yekîtîya Sovyetê ve di 1991ê de?

Bersivdana vê pirsê girêdayî karvedana Washingtonê ye. Heke wek serok Biden dibêje, Amerîka ne amade ye artêşê ji bo azadkirina Ukraynayê bişîne çunke ne endama NATO ye û tenê çeka cezayên aborî li dijî Rûsyayê bikar bîne, bê guman hûrdema 1991ê xwe dubare nake û guhertina dîrokî çênabe. Lê eger destwerdana leşkerî ya Amerîka pêk were, bê guman tevahîya hevkêşeyê diguhere, dinyaya niha kuta dibe û dinyayeke din ji dayik dibe.       

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst