Kî ji kê cuda dibe?
Rast e niha axaftin li ser cudabûn û serxwebûna Herêma Kurdistanê ji her mijareke din bêtir baskê xwe li ser nîqaşa siyasî ya herêm û Iraqê vedaye, lê di heman demê de, li ser çend astên din jî, babeta cudabûn û pêkanîna kiyanên nû germ e. Ev çend formên cudabûnê ne, herçiqasî eger armanca wan ne damezrandina dewleteke nû be jî:
Cudabûn bi armanca “serxwebûnê”: Ev forma cudabûnê, hewldana Herêma Kurdistanê ye ji bo cudabûna ji Dewleta Iraqê û avakirina dewleteke serbixwe. Bi rastî, heta vê dawiyê wisa dihat ber çav ku li Herêma Kurdistanê curek ji yekdengiyê li ser vê pirsê heye. Lê piştî serdana dawî ya şanda hevbeş a YNK û Goranê ji bo Bexdayê û raportên medyayî derbarê ku “dîtineke cuda ya şandê hebû” û wan teqez kiriye ku ew naxwazin ji Iraqê cuda bibin.
Herêma Kerkûkê: Cudabûna Kerkûkê ne bi armanca dirustkirina dewleteke din a serbixwe ye. Çend caran bi zelalî ji zimanê waliyê Kerkûkê hatiye bihîstin ku, ew dixwazin Kerkûkê ji Bexdayê cuda bikin. Wek tê gotin, ev hewldan encama bêhêvîtiya ji cîbicîbûna madeya 140 û piştguhkirina Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve ye.
Herêma Besrayê: Nola Herêma Kerkûkê, di cudakirina Herêma Besrayê de armanca damezrandina dewleteke din a serbixwe li holê tune. Hizra damezrandina Herêma Besrayê sala 2008an ji aliyê parlamenter Waîl Ebdilletîf ve hat pêşniyarkirin. Alîgirên vê pêşniyarê bawer dikin ku şêniyên parêzgehê ji xêr û bêrên petrola parêzgeha xwe sûdmend nebûne. Petrola Parêzgeha Besrayê ji sedî 80 ji budceya Iraqê pêk tîne, lê ji sedî 30 ji şêniyên parêzgehê di hejariyê de dijîn. Lewma alîgirên vê hizrê dixwazin desthilatên zêdetir ji Besrayê re misoger bikin bi riya damezrandina Herêma Besrayê.
Herêma Parêzgehên Sunî: Ev pêşniyar di serdema desthilata Nûrî Malikî de hinekî hat behskirin. Avakirina Herêma Parêzgehan karvedanek bû li ser piştguhkirina suniyan ne tenê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, lê piştguhkirin û perçiqandina wan di nava malên wan de. Lêkolîn û çavpêketinên zêde piştrast dikin ku ketina Mûsilê û parêzgehên Sunî di destê DAIŞê de di encama nerazîbûna parêzgehên Sunî ji îdarekirina parêzgehên wan bû. Dibe ku piştî derxistina DAIŞê ji Mûsilê, careke din ev raman zindî bibe.
Parêzgehbûn: Beriya şerê DAIŞê û krîza aborî, parêzgehkirina qezayan bûbû rojev. Hikûmeta Nûrî Malikî ji xeynî parêzgehkirina Helebceyê li jêr fişara Kurdan, bi biryarekê çend parêzgehên nû li Teleifer, Duzxurmatû û Fellûceyê ragihand. Çend qeza jî man û hewl didan ku parêzgehên nû ji xwe re damezrînin an bi kêmanî nekevin çarçoveya parêzgehên nû. Mînakeke vê arasteyê nerazîbûna şêniyên Seyd Sadiq bû li dijî wê yekê ku bibin girêdayî Parêzgeha Helebceyê. Li parêzgehên Şîe yên xwarê jî heman nerazîbûn an hewldan ji bo dirustkirina parêzgehên nû hebû.
Herêmkirin an parêzgehkirina Deşta Neynewayê: Wek karvedanekê li ser ketina navçeyên Teleifer, Şingal û Deşta Neynewayê di destê DAIŞê de û armancgirtina pêkhateyên navçeyê, ew pêkhate, bi taybetî Êzdî û Xrîstiyan doza herêmkirin an parêzgehkirina navçeyên xwe dikin. Beşek ji wan pêkhateyan ne geşbîn in ku di siberojê de hikûmeta Iraqê yan Herêma Kurdistanê bikare wan biparêze. Lewra doza avakirina maleke taybet bi xwe dikin. Diyar e beşekî berçav jî ji wan pêkhateyên olî û neteweyî ji vê zêdetir diçin û doz dikin navçeyên wan bikevin jêr çavdêriya navneteweyî. Ev mesele jî piştî şerê Mûsilê tê ser maseyê.
Ji hev veqetîn
Hemû projeyên li jor ne berhema geşeya demokrasiyê li Iraqê ne. Bi rastî, sedema şikestina federasyonê li Iraqê ew bû ku li Iraqê tiştek bi navê demokrasiyê nebû. Îja damezrandina sîstema federe li welatekî ku demokrasî lê nebe, wek ku li şûna ku hesp erebaneyê bikşîne, erebane hesp bikşîne. Ew cudabûn hemû encama çend fakterên din ên curbicur in.
Iraqî – eger ev têgeh rast be – miletekî bê bawerî ne. Baweriya wan bi hev nayê, baweriya wan bi miletên din jî nayê. Hemû pêkhateyên Iraqê li hember hev bêbawerî ne. Bihêziya her pêkhateyekê wek metirsî li ser pêkhateyên din tê dîtin. Lewra tiştê ji destê her pêkhateyekê bê, dê li hember bihêzbûna pêkhateyên din bike. Lewra jiyana hevbeş pir dijwar e.
Cudabûn ber bi ku ve diçin?
Ji ber çend sedeman, naxuye ew pêla kişandina sînorên nû – îja avakirina dewletên nû be yan herêm an tew dirustkirina parêzgehên nû be jî – li Iraqê bi awayekî aştiyane û bi metodên demokratîk bi pêş ve here. Çend sedemên girîng hene: Yekem, dîroka Iraqê qada şer û alozî û hevrikiyên etnîkî û olî ye.
Tecrûbeya welatan di cardin avakirina dewletê de nîşan dide ku eger dîroka pêkhateyên welatekî ya hevrikî û nakokiyên tund hebe, hertim zehmetiyeke wan a mezin di cardin avakirina dewletê de heye. Lewra dîroka Iraqê û Kurdistanê jî dîrokeke tundûtûj û bixwîn e û derbaskirina wê erkekî dijwar e.
Duyem: Amade nebûna kultûreke siyasî ya demokratîk li Iraq û Kurdistanê. Mebest ji wê kultûra siyasî ew e heta çi radeyê şêniyên welatekî bi rastî demokrasiyê dixwazin û amade ne xebatê jê re bikin? Li Iraqê ew kultûra siyasî heta niha tune. Heta niha jî girêdana mezhebî û eşîrî di ser hemû tiştên din re ye. Milyonek kes amade ne bi fermana Muqteda Sedr dakevin ser cadeyan û dûre parlamentoyê dagîr bikin. Demokrasî li ku ye? Li Kurdistanê jî em her ewqasî demokrasiyê dixwazin ku di xizmeta me de be.
Sêyem: Wek encama nebûna baweriya navxweyî û lawaziya dewletê, Iraq di rêza lawaztirîn dewletan de ye di aliyê qebûlkirina desttêwerdana derveyî de. Her biryareke girîng li Iraqê bê wergirtin divê pêşî di filtera welatên din re derbas bibe.
Di civîneke bawerîdana bi kabîneya hikûmetê de, çend parlamenterên Iraqê nerazîbûna xwe nîşan dan li ser navê wezîrê pêşniyarkirî ji bo Wezareta Bergiriyê çimkî kandîd beşdarî di şerê Iraq – Îranê de kiribû! Îja lewra, ji ber van sedeman, tê pêşbînîkirin ku hemû proseyên serxwebûn, herêmkirin û parêzgehkirinê di şert û mercên dijwar de derbas bibin.