Dibêjî Rûdawê nas nakin?

08-02-2022
Hêmin Lihonî
A+ A-

Renge hinek kes wiha bizanin girtina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji ber raport û naveroka karên Rûdawê be û qaşo dijatiya aliyekî hatibe kirin, lê di rastî de ne wisa ye û wek hinek berpirsên wan bi xwe gotine, divê sînorek ji bo zêdetir mezinbûna Rûdawê li Rojava bê danîn û çê nabe ku hemû mal li ekrana Rûdawê temaşe bikin û li televîzyonên wan temaşe nekin. Di van demên dawiyê de rewş gihîştibû wê astê ku daxwaz ji jeneratorên kerta taybet li bajarên Rojava hatibû kirin ku demjimêr 07:00 êvarê di dema bultena nûçeyan a Dilbixwîn Dara ya Rûdawê de elektrîkê qut bikin.

Ev çîroka li pişt biryara girtina vê carê ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ye. Hemû kesek dizane Rûdawê ji bo Rojava çi kiriye û bi çi awayî dengê wê gihnadiye navendên biryarê li cîhanê. Niha li Rojavayê Kurdistanê li wan cihên ku di bin desthilata YPGê de ne û li wan cihên ku di bin destê grûpên girêdayî Tirkiyê de ne, Rûdaw qedexe ye, ew jî vê yekê nîşan dide ku me bê alî û bi awayekî profesonel kar kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê dema çend salan hiştin ku em kar bikin, lê li navçeyên ku di bin desthilata grûpên girêdayî Tirkiyê de ne, heta niha tenê bo dema xûlekekê jî nehîştine ku em kar bikin.

Di van demên dawiyê de me zanî ku Brett McGurk, Berpirsê Rojhilata Navîn li Koşka Spî yek ji şopînerên berdewam ên Rûdaw Kurmancî ye, ji ber rûmalên me yên li Rojavayê Kurdistanê. Pêştir me wiha dizanî ku ew tenê beşa Rûdaw Ingilîzî (Rudaw English) dixwîne, lê renge hemû kes nekaribe bandor û çêkirina raya giştî ji aliyê Rûdawê ve di nava wan hemû aloziyên siyasî yên parçeyên Kurdistanê de qebûl bike.

Em jî li Rûdawê baş wê yekê fêm dikin, lewra em ti caran naçin eniya dijatiya ti kesekî li ser hesabê kesekî din. Niha jî ku em li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin, me biryar da ku bi awayekî baştir bibin dengê wî parçeyê Kurdistanê û weke carên berê bîr li dijatiya ti aliyekê nekin, tevî ewên ku hatine girtin jî.

Bi pêwîst dizanim em hinekî behsa Rûdawê bikin ku divê wek sermayeyeke mezin a Kurd bê dîtin û em bixwazin an nexwazin Rûdaw niha brandeke mezin a Kurdî ye li cîhanê. Lewra her kesê di dema Kurd û paşeroja wê de be, divê têbigihe ku heya çi qasî medyayeke baş pêwîst e.

Li vir ezê hinek Rûdaw û zanyariyan li gel we parve bikin

Rapirsiya komaniyeke mezin a Brîtanî: Zêdetir ji %70 xelkê Herêma Kurdistanê

Yekem: Di rapirsiya dawî ya kompanyayeke mezin û bawerpêkirî ya Brîtanî de derketiye holê ku zêdetir ji %70 ji xelkê Herêma Kurdistanê çavkaniya wan a yekem bo nûçeyan, Rûdaw e. Lewra çêkirina raya giştî li Herêma Kurdistanê li bal Rûdawê ye. Sedema wê jî tevî planê, strêkên Rûdawê û mejiyê li piştî wê ye, ji ber wê ye ku Rûdaw dengê hemû rengan bûye û dijatiya ti kesî nake. Aliyên desthilat û opozisyonê û bê alî jî xwe di nava Rûdawê de dibînin.

Duyem: Di dema bihorî de em çûne Bexdayê, me serdana Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê kir, her li ber derî ji me re got, bi xêr bên Aljazeera ya Kurdî, mebesta wî ew bû ku Aljazeera îi qas ji bo Ereban giring û bibandor e, em jî (Rûdaw) ji bo Kurdan heman tişt in. Paşê behsa wê kir ku her çiqas Rûdaw Kurdî ye, lê belê li cem siyasetvanên Iraqî gelek naskirî ye. Me serdana Emmar Hekîm, Serokê Tevgera Hikme kir, wî jî bi heman awayî got û ji bilî wê got jî, wî ekraneke li ofîsa xwe daniye ser kanala Rûdawê, dema ku dibînin sor dibe û nûçeya bilez heye, bang li kesekî ji ofîsa xwe dike û jê re dibêje, were bizane li Rûdawê çi heye.

Sêyem: Me serdana Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê, Matio Taull kir, behsa medyaya li Iraqê kir û got, mezintirîn pirsgirêka wan nûçeyên nerasst ên li vî welatî ne û rojane tiştên bê çavkanî belab dibin. Wî got, lewra her tiştek bê belavkirin dema ku dibêjin ji Rûdawê ye, êdî baweriya wî pê tê. Ev bo hemû dîplomatên din rast e û meh nîne ku balyozek an konsulekî welatan li Rûdawê nebe.

Çarem: Li Rojhilatê Kurdistanê, bandora Rûdawê tenê eger ji Rojhilatiyan bi xwe bipirsî ka çi qas e, tevî ku em li Rojhilatê Kurdistanê jî qedexekirî ne, bi sedema bandora bulteneke 30 xûlekî.

Dîplomatekî mezin ê Îranê ji me re got, ew dê çawan rê bidin Rûdaw li Îranê kar bike, niha nahêlin em kar bikim û em wiha bi bandor in, eger bihêlin dê çawan be? Paşê got niha ti çareserî nemaye û em nikarin ekranên li hemû malan çareser bikin, lewra daxwaza me ev e ku her nebe hûn behsa tiştên baş ên hikûmeta Îranê jî bikin.

Pêncem: Li Bakurê Kurdistanê jî û li Tirkiyê bi heman awayî, karê me yê dawî kampanyaya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî li dibistanan, her kes dibîne û dizane îsal bi sedema wê kampanyaya Rûdawê hejmareke zêde ya xwendekaran dersa zimanê Kurdî hilbijartine. Îsmaîl Beşîkçî, civaknasê mezin ê Tirkiyê dibêje, ya Rûdawê kir, bandora wê ji bo milletê Kurd gelek bi bandor e.

Şeşem: Rûdaw bûye braneke cîhanî, niha em endamê ENEXê ne ku ji kanalên televîzyonî yên mezin ên cîhanê pêk tê. Ajanaseke fermî ya Çînê jî daxwaza karê hevbeş li gel Rûdawê kiriye. Me çendîn xelatên navdewletî jî wergirtine û werdigirin. Niha em bi xwe jî xelateke cîhanî didin ku Xelata Şehîd Şîfa Gerdî ye. Dema rojnamevaneka CNN û Sky News si salên derbasbûyî de hatin û xelata Rûdawê wergirtin û serokê berê yê Fransayê, François Holland di merasimê de amade bû, wateyeke wê ya mezin heye. Ti deman ew du kanal û ew mêvan ji bo wergirtina xelat tên bangkirin, xelat an vexwendina cihekî wernagirin ku cihê baweriyê nebe û brandeke baş nebe.

Heftem: Rûdawê xwediyê baştirîn medyaya civakî ye li navçeyê ku bala kompanyaya Meta (Facebook) kişandiye. Di serdana xwe ya dawî de bo wê kompanyayê, ji min re digotin ku tu nehatibay em dê bihatibana Hewlêr bo cem we. Daneyên me gelek bala wan kişandibûn. Rêveberekî Metayê digot, ew daneyên we eger li Amerîkayê ba, we dê her meh pereyekî pir zêde bidestxistiba. Niha Rûdaw, partnerê Facebook, Instagam, Viber, Google û YouTube ye. Me bi wan re projeyên hevbeş kirine û di paşerojê de em dê tiştên mezintir bikin. Di dema derbasbûyî de li ser daxwaza Viber û Google me du bername amade kirine, di demên bê de jî me plan û karên nû hene.

Ew çend mînakên kêm ên çîroja serkeftina Rûdawê ne. Renge hinek kes bêjin, ew tiştana bi pereyekî pir zêde hatiye kirin ku şaş e. Di salên bihoîr de Siûdiye û Îmaratê pereyekî xeyalî ji bo rikeberiya Aljazeerayê xerc kirin, budceya Aljazeera çi qas bû, wan sê qat xerc kir, lê di encamê de nekarîn û ji wan re derket holê ku raya giştî û bandor bi pere nayê çêkirin, eger mejiyekî baş û planeke demdirêj li pişt nebe.

Rûdaw sermayeyeke Kurdan e û divê hemû kes şanaziyê pê bike ku Kurdan bêyî ku dewleta wan hebe, xwediyê medyayeke wiha ya bi bandor bin. Ereb şanaziyê bi Aljazerayê dike, kêm kes li cîhanê dizanin nexşeya welatekî giring ê cîhanê yê wek Qeterê çawan e û kê Mîrê Qeterê ye. Lê her kes logoya Aljazeerayê nas dike.

Em ti deman ji bîr nakin dema ku Bloomberg a Amerîkî nivîsan; Eger CNN karîbe şerê Kendavê veguhêze bo nav odeyên tarî yên hemû malan, lê Rûdaw şer veguhastiye bo nav berîkên her kesî li her cihekî. Ew jî weke amajeyek bo rûmala Rûdawê bo şerê Mûsilê û giringiya sosyal medyaya wê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.