Çîroka Adem: Heft Apkallu
Di mîtolojiya Mezopotamyayê de mirovê pêşî hatiye afirandin Adapa ye. Di lîsteya keyayên Sumerê de keyayê yekem e. Qralê bajarê Eîdugê, kurê Enkî ye.
Sumeriyan jê re Abgal, Akadiyan Apkallu gotin. Wateya wê ya Akadî “Adamu” (Adem) yanî mirovê mêr e. Di Kurdî de Evdal e. Mirovên zana yên guh nadin pêşanî û nimayişê, Evdal in.
Ji nesla xwedawendan e. Ji ber bayê başûr (Lodos) keleka wî diqulibîne, baskê bê dişkîne û xwedawend Anu diqeherîne.
Hîmanderê wî xwedawend Enkî (Ea), ji bo li bihuştê tiştekî nexwe wî hişyar dike, bi vî awayî rêya nemiriyê li ber digire. Ji bihûştê tê avêtin.
Beriya mîladê di sedsala sêyem de (B.Z 300) astronom û dîroknasê Babîlî, keşeyê Keldanî yê perestgeha Belê, Berossus ji arşîvên perestgehê gelek çîrokan berhev dike û wiha dinivîse:
“Ew, cara pêşî ji deryaya Erîtreyê derket. Dema roj çû ava vegeriya deryayê û şev di kûrahiyê de derbas kir. Piştre, heywanên din yên wekî Oannes ji deryayê derketin.”
Enkî xwedawendê jidayikbûnê, avê, zanyariyê, şaristaniyê, sêhrê û hunerê ye. Xwedawendê Apsuyê Enkî (Ea), Apkalluyan bi rêya Apsuyê dişîne cîhanê. Apkallu, ji ava şîrîn ya binê erdê ku navê wê Apsu ye derdikeve.
Di destana Erra ya Babîlê de behsa Apkallu wiha derbas dibe: “Heft Apkalluyên Apsu, masiyên saf yên puradu li ku ne? / Ew ên di zanyariyê de mîna mezinên xwe Ea bêkêmasî / Kî dikare laşê min pîroz bike?” (Helbesta Errayê; Tablet 2)
Ev mirovê cilê masiyan lê, yan jî nîv-masî nîv-mirov mîna mirovan diaxive, hem li bejahiyê hem li behrê dijî. Ew serwerê heft Apkallûyan e, ku pê re ji behrê dertên û kesayetên zanyar in.
Li gor Berossus navê heft Apkalluyan ev in: Oannes, Annedotos, Euedokos, Eneugamos, Eneuboulos, Anementos ve Odakon. Ev nav bi awayê Uanna, Uannedagga, Enmedagga, Enmegalama, Enmabuluga, Anenlilda, Utuabzu (Adapa) jî têne zanîn.
Di çanda Mezopotamyayê de ji ber beriya wî jiyana mirovan mîna ya heywanan bû, Oannes lehengê medeniyetê ye. Wî mirov fêrî nivîsê, bîrkariyê, çandiniyê û çêkirina bajaran kirin. Ev dem hezar salan domiya.
Heft Apkallûyan bajarên beriya tofanê yên wekî Erîdu, Ur, Nîppur, Kullab, Kîş, Lagaş û Şuruppak ava kirin. Bûn şêwirmendên keya û qralan. Pîştî tofanê ev bajar winda bûn û ji Apkallûyan êdî xeber nehat.
Piştî tofanê Ummanu (Zenaetkar) ketin dewsa Apkalluyan. Li gor destana Errayê, xwedawendê tofanê Marduk ew sirgûnî Apsuyê kirin.
Îkonografiya Apkalluyan li gor serdeman guheriye. Apkallû manendên Enkî yê xwedawendê avê bûn. Di destê hemiyan de heman satil/çente hebû.
Hinek ji wan mirovên bi pelerînê çermên masiyan hatine sewirandin. Li gor Berossus Apkalluyê yekem Oannes welê bû. Dibe ku yên mîna mirovan Ummanusên piştî tofanê bin. Hinek ji wan zilamên rûyê eylo, laşê wan ê mirovan e.
Bi piranî li serê Apkalluyan kumzirxê bi qiloç heye. Li Mezopotamyayê ev nîşana xwedawendiyê ye. Bi piranî sisê yan çar baskên wan hene. Li ser qevd û zendên wan bazinên rozet yan jî tizbî hene.
Di destê çepê yê Apkalluyan de çenteyekî destan heye. Ev dewlik in ku ava pîroz di wan de ye. Di Akadî de ev av wekî Banduddu tê binavkirin. Vê avê, bi rêya gûzika çamê ya di destê rastê de direşînin. Ji vê gûzikê re di Akkadî de Mîlullu tê gotin. Wateya vê rîtuelê paqijbûn e ku îro jî di Xirîstyanî, Bûdîstî û Hindûîzmê de heye.
Heger di destê çepê yê Apkalluyan de, di ciyê dewlikê de gurzek kulîlk, tizbî yan gopalek hebe, destê rastê vala ye û berê kefa dest li temaşegeran e.
Dewlikên ava pîroz yên Apkalluyan li ser sitûnên Girê Mirazan jî hatine neqişandin. Girêmirazan 9000 sal beriya mîladê, dawiya serdema qeşayê hatiye avakirin. Diyar e çend hezar sal beriya Sûmerî û Asûriyan, li Kurdistanê heft Apkallu dihatin zanîn. Li ser sitûneke Girêmirazan rolyefa sisê dewlikan (Banduddu), li bin wan gûzikên çamê (Mîlullu) û sîqalka ku Apkalluyên serê wan eylo bi bîr tîne hatiye neqişandin.
Rolyef û vegotinên heft zanyaran di nava gelek gelan de hene. Olmekî, Hindî, Efrîqî, Awistralî û Yûnaniyan jî bi awayên nêzîkî hev behsa heft Apkalluyan kirine.
Li Meksîkayê di çanda Mayayan de mirovên masî hene. Di pirtûka wan a pîroz Popol Vûh de wiha derbas dibe: “Dîsa derketin. Her du jî mîna masiyan xuya dikir. Bûn xelaskarên xelkê. Xirabî tune kirin û lêxistin çûn.”
Li gor efsaneya Nommos ya qebîleya Dogon ya rojavayê Efrîqa, hostayê avê “Nommosê li bej û behrê dijiya mîna masî bû.”
Zanista îro destnîşan dike ku piştî pêkhatina cîhanê bi milyon salan, jiyan ji binê deryayan dest pê dike û piştre li bejahiyê belav dibe. Yanî bi awayekî din, zanist û çîrok/mîtos hev piştrast dikin.
Di encamê de heft zanayan şaristaniyeke bêhemta diyariyî mirovahiyê kirin û vekişiyan. Kanî ew heft zanayên îro mirovahiyê ji vê pûçbûnê xilas bikin!
(Ji bo agahiyên berfirehtir: https://grahamhancock.com/dmisrab14/#sdendnote3sym)
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)