Berû zimanekî yekbûyî ve: 'Şander' ne navê berkarî ji jêdera şandinê ye!

Berû zimanekî yekbûyî ve (7)

"Şander ne navê berkarî ji jêdera şandinê ye!

Jêder di zimanê Kurdî de makdera hemû bêjeyên dariştî ye. Her bêjeyeke dariştî raweya xwe ya taybet bi wateyeke taybet ji jêdera xwe ya destnîşankirî werdigire. Dariştina wan peyvan jî li gor rêzik û rêpîvanên zimanî pêk hatiye.

Jêdera "şandin ku bi wateya "hinardin, rêkirin ye, hindek peyv ji wê jî tên dariştin, wek: Navê jêderî, navê kara, navê berkarî ... Ji nav wan peyvên dariştî yên ku ji "şandin"ê têne der, du peyv di pêvajoya xebitandina zimên de pir giring in, ew jî "navê kara" û "navê berkarî" ne. Navê ku vê demê bûye cihê gotebêj û gengeşê, "navê berkarî" ye!

1. Navê kara-karayî (اسم الفاعل):

Navê kara ji jêdera "şandin"ê di warê nivîsînê de bi kar nehatiye, yan jî me nedîtiye. Lê di tevna dariştina zimanî de weku darêjeke serbixwe û watedar heye.

Di Kurmancî de navê kara ji hin karên derhingêv (têper) bi vî şêweyî tê dariştin:

(Binyada dema nuha + paşgira -er-)

Binyada dema nuha jî bi avêtina pêşgira (di) û paşkokên kesîn (im, î, e, in) ji karên dema nuha durist dibe.

Nimûne:

Jêder

Dem nuha

Binyad

Navê kara

Kuştin

ez dikujim

...kuj...

kuj + er = kujer

Nivîsîn

ew dinivîse

...nivîs...

nivîs + er = nivîser

Çandin

tu diçînî

...çîn...

çîn + er = çîner

 

Bi vê pîvanê jî:

Şandin

ew dişînin

...şîn...

şîn + er = şîner

 

Şîner: Ew kesên ku hinekan dişînin cihekî.

2. Navê berkarî (اسم المفعول):

Navê berkarî jî ew nav e yê ku bûyera karê jêdera wî lê dibe, wek:

- Şivên marek kuşt.

Mar kuştî ye (hatiye kuştin).

Navê berkarî bi vê rêpîvanê pêk tê:

(Binyada dema bûrî + paşgira -î-)

Binyada dema bûrî jî bi avêtina nîşandekên jêderî durist dibe wek: (çandin = çand).

Nimûne:

Jêder

Binyada bûrî

Navê berkarî

Kuştin

kuşt...

kuşt + î = kuştî

Çandin

çand...

çand + î = çandî

Hezkirin

hezkir...

hezkir + î = hezkirî

 

Li vê gorê jî:

Şandin

şand...

şand + î = şandî

 

Serencama gotarê, "şîner" navê kara ye ji şandinê û "şandî" jî navê berkarî ye ji heman jêderê:

  1. Komîtê endamek şand mihrecanê.
    • Komît: şîner e (wê ew şandiye).
    • Endam: şandî ye (ew hatiye şandin).
  2. Em ji zimanê xwe hez dikin.
  • Em: hezkerê zimanê xwe ne.
  • Zimanê me: hezkirî yê me ye (anku zimanê me ji hêla me ve hatiye hezkirin).

Peyva "şîner" bi wateya navê kara ji jêdera "şandin"ê di Kurmancî de bi kar nehatiye (min nebihîstiye). Lê navê berkarî bi sê şêweyan tê xebitandin:

1- Şêweyê "şandî": Şandîya zanîngehê

Ev şêwe li gora pêngavên rêpîvana dariştina navê berkarî ji jêdera "şandin"ê pêk hatiye.

2- Şêweyê "şand": Şanda zanîngehê

Ev şêwe ji şêweyê 1ê yê resen sivik bûye. Di raweya palvedanê (îzafê) de paşgira "î"yê û veqetandeka "a"yê digihêjin hev, paşgira "î"yê tê avêtin:

Şandî-a zanîngehê

(Şand..a zanîngehê)

(Şanda zanîngehê)

3- Şêweyê "şander": Şandera UNê

Ev şêwe awarte ye, rêzderê hemû rêzik û rêzanên dariştina navên berkarî ye. Hemû navên dariştî yên ku bi paşgira "er kuta dibin, di raweya navê kara de ne û çi caran navê berkarî bi paşgira "er pêk nayê.

Vêca çawa "şander" bi wateya şandî (kesê ku hatiye şandin) tê xebitndin!?

Dibe ku ew kesên "şander" dixebitînin wê li "xwepêşander, nîşander, dengder, fermander" dipîvin! Helbet ev pîvan jî ne rast e. Ji ber ku ew darêjên çûyî navên kara ne, ji van jêderên xwe hatine dariştin: xwepêşandan, nîşandan, dengdan û fermandan.

"şander" (li gora kesên ku dixebitînin) ji "şandan"ê ye!

Serencama gotinê:

Navê berkarî yê rast û resen "şandî" ye û yê bi rêpîvaneke denganî ji wê reseniyê sivik bûye "şand" e, ew jî bi dirustî tê xebitandin. Lê "şander" şaşîyeke bêrê ye!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)