Amerîka.. Trump biserket an binket?

07-11-2018
Hêmin Lihonî
Nîşan Amerîka Hilbijartin Kongrês Demokrat Komarî Trump
A+ A-

Şeva Sêşembiyê li Amerîkayê yek ji giringtirîn hilbijartinên Kongrêsê birêveçû. Ev hilbijartin weke referandumekê bû li ser siyasetên Donald Trump ên di du salên bihorî de.

 

Amerîkiyan waneyekî nû pêşkêşî serkirdeyên xwe kirin, ku hemû tiştek ne aborî ye û geşekirina aborî jî nabe li ser hesabê nirxên wî welatî be. Tiştên ku di 24 demjimêrên bihorî de li Amerîkayê çêbûn, wiha bûn;

 

Yekem: Demokratan bi rêya kempîneke bihêz a Barack Obama û Joe Biden, ku li hinek cihan mal bi mal digeriyan, piştî heşt salan careke din piraniya Encûmena Nûneran bidestxistin û herwiha çend postên hakimên wîlayetan jî misoger kirin. Bi rêya vê encûmenê êdî, demokrat dibin hevbeşekî bibandor di danîna siyaseta navxwe ya welat de li Waşington DC û dibin çavdêrekî bihêz li ser Koşka Sipî.

 

Duyem: Komarî di Senatoyê de piraniya xwe parastin û bi wê yekê jî Donald Trump dikare li ser gelek ji siyasetên xwe yên derve berdewam be, ji wan jî dorpêça Îranê. Lemwa di siyaseta derve de guhertinên mezin çênabin, lê belê weke berê ya ku dixwaze, nikare bi asayî encam bide û niha ew du sal nema ku bêyî danûstandina li gel demokratan biryaran bide.

 

Sêyem: Ew gotina ku dihate gotin ku amerîkî tenê giringî didin aborî û berîka xwe, wiha derneket. Niha aboriya welat di baştirîn rewşa xwe de ye û bêkarî di asta herî kêm de ye, lê belê ji koma giştî ya dengderên hemû wîlayetan, komarî bi ciyawaziyeke zêde li paş in. Hemû kes hemfikir bûn, ku hilbijartina vê carê weke referandumekê ye bo karên Trump ên di wan du salên bihorî de, lewma ya ku Trump li bendê bû, wisa derneket. Zêdebarî wê yekê ku %75ê amerîkiyan ji rewşa aboriya welatê xwe razî ne, lê belê %50ê dengê xwe dane demokratan ne ku partiya Trump. Rast e Trump aboriya welatê xwe gelek bipêşxist, lê derket ku gotinên di derheqê rojnamevan û jin û nijardperestiyê, li Amerîkayê berdêla wê heye.

 

Çarem: Rast e ku piraniya Senatoyê di destê komariyan de ye, lê ew nayê wê wateyê ku hemû senatorên amerîkî li gel Trump hemfikir bin. Di van hilbijartinan de kesekî weke Mit Romney bûye senatorê komariyan ku gelek ciyawaz ji Trump difikire û ji wan cure senatoran di nava Senatoyê de gelek kes hene û ji niha pê ve jî dê destê wan vekirîtir be, ji wan re derket holê ku amerîkî gelek ji Trump razî nînin.

 

Pêncem: Ew wîlayetên ku bi kelha komariyan û Trump tê hesibandin, weke Teksas û Florîda, demokratan karî rikeberekî bihêz bin û bi ciyawaziyeke kêm li paş bimînin. Herwiha di dema niha de demokratan karîn hilbijartina bê li Florîdayê misoger bikin, piştî ku tevî hilbijartinên vê carê, wan yasayek bi dengê xelkê wîlayetê hemwar kir, bi awayekê yên ku pêştir zindanî bûne, eger ku tawanên mezin nekirine, bikarin deng bidin ku nêzîkî 1 milyon û 500 hezar dengder in.

 

Şeşem: Ev hilbijartin coşeke nû da demokratan, ku ji bilî serkevtinê, nûbûna xwe jî ragihandin. Bi hilbijartinên vê carê re, komeke jin û law û çalakvanên sivîl bûne endamê Kongrêsê û xwîneke taze çû ber laşê partiya wan. Herwiha serkirdeyên nû di nava wê partiyê de derketin, bi taybetî Beto li Teksasê ku kempîneke mezin birêvebir.

 

Heftem: Zêdebarî siyaseta tund a Trump li dijî koçberan ku reng e li hinek wîlayetan li ser dengên komariyan bandora wê hebûbe, lê demokratan karîn du misilmanên bi esil Felestînî û Somalî derbasî Encûmena Nûneran.

 

Heştem: Encamên vê hilbijartinê û bihêz derketina demokratan li meydanê, ew hêvî da wê partiyê ku dikarin bi planeke baş û berbijrekî baş di 2020an de dawî bi Trump bînin û nehêlin ku bo dema heşt salan ew serok be.

 

Nehem: Di vê hilbijartinê de derket, ku medya di heyama du salên bihorî de gelek bibandor bûye û her çi qas ku Trump di aliyê Trump de karên mezin kirine, lê belê ji ber ku piraniya medyayên wî welatî pê re nebûn, nekarî bi başî sûdê ji karên xwe werbigre û dijatîkirina medyayê ti mifayek nebû ji bo wî.

 

Dehem: Her çi qas demokratan piraniya Encûmena Nûneran bidestxistin, lê zehmet e ku bikarin Trump ji kar bavêjin û bi xwe jî naxwazin di vê qonaxê de tiştekî wisa bikin. Çimku ji ber ku di Senatoyê de kêmîne ne, lewma bi hêsan nikarin bikin. Lê belê du salên bê bi ti şêweyekê weke du salên bihorî nabe û hinek kartên mezin di destê wan (demokratan) de heye weke; Lêpirsîna li ser bac û encamdana lêkolînan di derbarê dosyeyên Trump de, bi wê yekê jî nahêlin ku serokê niha yê Amerîkayê bi hêsanê sozên xwe pêk bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst