Herêm dişewite û Kurdistan bi hilbijartinan daketiye!
Ji kêliya pêşî ya destpêkirina Tûfana Eqsayê û heta niha hîn jî ew gengeşe didomin ka tiştê ku Tevgera Hemasê di 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de kir bi rastî jî lêdana Îsraîlê bi wî rengî bû yan di koka xwe de nehiştina semaxa Îsraîlê bû ji bo kaşkirina Hemasê ber bi şerekî ve ku rewatiyê bide Îsraîlê ji bo kokbirîna Hemasê û şewitandina Xezeyê.
Ji ber ku ti mantiq vê yekê îsbat nake ku Îsraîl wekî xwediya dezgeha herî mezin a îstixbaratê û navenda çavdêriyê li ser tevahiya cîhanê, ew qasî bêhay bûbe ka çi li dergehê herî nêzîk ê laşê wê diqewime. Lê bazarkirina bi wê hejmara mezin a kesên sivîl û qurbanîkirina bi sedan leşker jî ji bo senaryoya şerekî ku armanca wî bi tenê nehiştina Hemas û Xezeyê be, dîsa jî cihê matmanê ye.
Loma gelek çavdêrên ku karvedana Îsraîlê kiribû pîvana têgihîştina 7ê Çiriya Pêşîn, li bendê bûn ku bibînin ka bala Îsraîlê li ser bidawîkirina Hemasê û kontrolkirina Xezeyê ye yan çavê xwe berdaye derveyî sînorên xwe.
Serpêhatiya bûyerên îsal ên piştî 7ê Çiriya Pêşîn, nîşanî me dide ku armanca Îsraîlê tenê bi nemana Hemasê û kontrolkirina Xezeyê û tewra bi kutabûna Hizbulaha Libnanê jî kuta nabe. Ya ku sala borî di Civîna Bilind a Neteweyên Yekbûyî de ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hat behskirin, 7ê Çiriya Pêşîn wekî destpêka guhertina herêmê bi nav kir, nexşeyek bilind kir wekî nîşanekê li ser guhertina Rojhilata Navîn bêyî ku bi eseh ji cîhanê re bibêje ka kîjan welat dibin armanca wê guhertinê.
Lê Netanyahu îsal di heman helkeftê de, di Civîna Lûtkeyê ya Serokên Welatên Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeyeke cuda pêşkêş kir. Bi rengê reş çend welat wekî herêmên şer diyar kirin ku Îraq yek ji welatên li ser nexşeya Serokwezîrê Îsraîlê bû.
Hîn venegeriyabû welatê xwe jî di rêzeêrişên asmanî de Razgirê Giştî yê Hizbulaha Libnanê û çend berpirsên mezin û fermandarên Artêşa Pasdaran û Feyleqa Qudsê ya Îranê armanc girtin. Li dijî Libnanê jî dest bi operasyoneke leşkerî kir. Îran jî bi awayekî rasterast cara duyem e bi mûşekan êrişî Tel Evîvê dike, Hûsiyên Yemenê û çend komikên Eniya Berxwedanê ya Îraqê jî tev li şer bûne.
Tevî ku ji bo pêşîgirtina li dorfirehbûna şer, gelek hewldanên navneteweyî hene jî hemû nîşan diyar dikin ku şerê Îsraîl û neyarên wê dê tenê di çarçoveya Filistîn, Yemen û Libnanê de asê nemîne û îhtimaleke mezin heye ku Îraq û Îranê jî bide ber xwe.
Tiştê ku ez dixwazim li vir li ser biaxivim, rewşa Herêma Kurdistanê di nav vê gergerînoka herêmê de ye. Bi taybetî çimkî çend komên milîs ên Îraqê wekî beşekê ji Eniya Berxwedanê tev li şer bûne û karvedana çaverêkirî ya Îsraîlê li hemberî van komikan dê Îraqê bikişîne nav şer. Bi ser de jî Îran ji bo dûrxistina metirsiya rasterast li ser welatê xwe, dixwaze dewletên sîber wekî kelem ji bo parastina xwe bi kar bîne ku Îraq yek ji vebijêrkên wê ye.
Ji ber ku niha Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve û tewra ji aliyê ewlehiyê ve jî gelekî bi Bexdayê ve hatiye girêdan, bûyer û pêşhateyên Îraqê bi lez bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.
Herêma Kurdistanê jî di vê rewşa aloz a herêmê de bi pêvajoya hilbijartinê daketiye, ji ber kûrbûna nakokiyên siyasî di navbera partî û hêzên wê yên siyasî de, hemû bala biryarder û navendên desthilatdariyê li ser van hevrikî û nakokiyên navxweyî top bûye. Di encamê de haya wan ji cîhana li derveyî wan nemaye.
Metirsî û arîşe ne tenê ew e ku vêga çav hemû li ser pêvajoya hilbijartinê ne, ji ber ku bi tevahî du hefte jê re mane û diqede lê pirsgirêka mezin piştî hilbijartinan e, ji ber ku di koka xwe de pirsgirêk û nakokiyên kûr di navbera aliyên sereke yên Herêma Kurdistanê de hene û ev dema ku ji bo kampanyaya hilbijartinê jî hatiye veqetandin, cureyê propaganda û kampanyaya hilbijartinê ji hevrikiya demokrasiyê û pêşkêşkirina plan û bernameyên hikumdariyê ber bi devjenî û çavsorkirina li hev ve hatiye guhertin ku ger di rewşa herî baş de jî her li ba vî şerê dijûnan û devjeniyê bisekine û veneguhere şer û êrişên leşkerî lê wer dike ku piştî hilbijartinê bi hêsanî nikaribin li ser maseya gotûbêjan bicivin ji bo pêkanîna hikûmeteke nû ji bo birêvebirina Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê dê bi vî rengî jî derbasî qonaxeke aloztir û krîzên zêdetir bibe.
Hîn jî nayê zanîn bûyer dê kengî Îraqê gêrî nav şer bikin. Wek îhtimalekê divê li ber çav bê girtin ku dibe ku ev yek zû biqewime, gelo ger Îraq têkeve rewşa şer, Herêma Kurdistanê dikare hilbijartinan bike? Bila em bibêjin ku bûyer dê hinekî derengtir pêsîra Îraqê bigirin û Herêma Kurdistanê dikare hilbijartinên serkeftî pêk bîne lê ger ne pêkan be hikûmeteke nû ji bo Herêma Kurdistanê were pêkanîn û Îraq di wê demê de ket nav şer, Herêma Kurdistanê dê çi bike yan dê çi were serê wê?
Hevdem li gel eger û pêşhateyên şerê Îsraîlê, ji bo pêşîgirtina li her destkeftekê ji bo Kurdan di egera guherînên li herêmê de, metirsiya vekirina eniyeke firehtir a din a şer jî ji aliyê Tirkiyeyê li dijî PKKyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tê kirin.
Ev jî wê yekê ji hêzên siyasî dixwaze ku niha ji her demê bêtir mijûlî xwesîqalkirin û rêkxistina têkiliyên navbera xwe û xurtkirina Kurdistanê bin.
Lê mixabin ez piştrast im ku partî li ser van tiştan nafikirin û hemû bala wan li ser şikandina hev e, bê hay in ku Kurdistan ji ber wan tê ku têk biçe. Ez hêvîdar im ku webaya rik û kîndariya li hemberî hev wan berde û li ser wê yekê bihizirin ka di nav hevkêşeyeke çiqas aloz de ne û çi li derdora me diqewime. Yan pêvajoya hilbijartinê rawestînin an jî têra wê yekê tê de bihêlin ku sibe karibin bi hev re Kurdistanê ji wê qonaxa çaverêkirî ya tijî guhertin a navçeyê biparêzin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)