Di sala 2012ê de Mela Bextiyar, ku serkirdeyekî YNKê ye, Îslama siyasî bi tundî rexne kir, herwiha dilgiran jî bû bi wan serketinên li ser hev ên Îslamiyan li Misr, Mexrîb, Tûnis û dûre li Kuwêtê. Ew ji wê yekê dilgiran bû ku ev serketin dibin sedema geşbûna Îslamiyan li Kurdistanê: “Serketina her partiyeke îslamî li cihanê bi ser hêzên demokratîk min dilgiran dike.”
Ew aloziyên ku Îslamiyan li Zaxo û Hewlêrê li dijî cihên firotina meyê û hotêlan dirust kirin, herwiha ew rola sereke ku partiyên îslamî di xwepêşandanên meha Sibata sala 2011ê de leyîstin, rola giring a wan partiyan eşkere kir. Her çiqasî her kes dizane ku “bihareke îslamî” li Kurdistanê rû nade.
Niha ji ber derbeya Misrê rewş hat guhertin. Herwiha ew tirsa ku ji ber geşbûna radîkalîzma îslamî li Sûriyê dirust bûye, rewş guheriye. Roja 15ê vê mehê, di konferansekê de li Holendayê, Mela Bextiyar pesnê derbeya Misrê da û behsa wê yekê kir ku Îslamî bi ser neketin ku demokrasiya Misrê birêvebibin.
Rojekê piştî wan gotinan, pevçûn di navbera partiyên ser bi El-Qaîde û hêzên kurdî de li Sûriyê derket. Dihat zanîn ku cîhadiyên kurd li Sûriyê şer dikin, lê piştî wan pevçûnan kanalên ser bi PKKê dîmenê wan cîhadiyên kurd nîşan dan, ku xelkên Helebçe û Silêmaniyê ne û bi awayekî zindî jî dijayetiya PKKê bo cîhadê hat nîşandan, gava hat gotin ku ew ciwan bi çewtî hatine, da ku bi navê Îslamê şer bikin. Medyaya ser PKK ew grûpên çekdar wek çeteyên çekdar nîşan dan.
Bereya îslamî ya kurdî, ku yek e ji wan aliyên ku li Sûriyê li dijî PKKê şer dike, nekariye bi Kurdan bide bawerkirin ku şerê wan tenê li dijî “Xwedênenasên” PKKê ye û ne li dijî gelê kurd e. Herwiha daxuyaniyên grûpên ser bi Al-Qaîde, ku dibêjin ew tenê li dijî sêkûlaran û PKKê şer dikin, nekarîne wiha bikin ku hemû Kurd nebin dijberê wan. Tew ew Kurdên ku pirr îmandar û muhafezekar in jî, wiha dibînin ku ew şerê niha heye, şerê Ereb û Kurdan e û şerekî navxweyî ye.
Pêgeha Qendîl Post a girêdayî PKKê di Facebookê de gef li Komela Îslamê xwar û ew bi piştgiriya cîhadiyan tometbar kir, her çiqasî Komel vê yekê red dike. Herwiha Hizbullaha kurdî jî ji aliyê Kurdên Tirkiyeyê ve wek “xayîn” hat binavkirin.
Egera wê zêde ye ku ew pevçûnên Sûriyê û bûyerên Misrê ji aliyê hêzên “sêkûlar” ên kurdî ve ji bo lawazkirina wêneya Îslamiyên kurd bên bikaranîn û bên tometbarkirin ku ew ne dilsozên neteweya kurd in. Baştirîn rê jî bo partiyên îslamî yên kurdî, da ku vê yekê rawestînin, ew e ku di medyayê de piştgiriya şerê PKKê bikin û bêjin şervanên îslamî dûrî dînê Îslamê ne. Herwiha bînin bîra xelkê jî ku wan jî ji bo azadkirina Ocalan îmze dan.
Dixuye ew bûyer wê wiha bikin ku Îslamî kêmtir li deverê bi ser kevin. Nemaze ku hikûmeta Erdogan jî hest dike ku piştî derbeya li Misrê ew jî di jêr gefê de ye. Lê ev nayê wateya ku Îslama siyasî li Rojhilata Navîn têk diçe.



