Tirk û Futbol

Heta vê şevê min nedizanî sembola Holanda porteqal e.

Her wiha min nedizanî heman rojê maça Ingîlistan û Swîsreyê heye.

Û hê jî baş nizanim navê vê şampiyonayê, Kupaya Ewropayê ye yan tiştekî din e.

Ew qasî dûrî futbolê me.

Lê Tirkan bi zorê xist çavê me.

Dema tiştekî nelirê diqewime, her kes berê xwe didiyê.

Ev jî wisa bû.

Tu tiştê Tirkan ne normal e. Tirk ne mirovên normal in. Tirkbûn ne miletbûneke normal e. Tirkiye ne dewleteke normal e. Her tiştê têkildarî tirkan patolojîk e.

Weke şewbekê ne. Têkilî çi bibin xirab dikin. Nexweşiyê belav dikin.

Lê mala Xwedê ava, Holendayê em ji lewitandina futbolê xilas kirin.

Tişta pêşî mirov şaşwazî dike ev e: Çi karê Tirkan li Kupaya Ewropayê heye? Tirkiye ne welatekî Ewropî ye. Her wiha ne parçeyek ji medeniyeta pêşketî ye jî.

Ewropî bi awayekî medenî, wek coş û şahiyê li futbolê dinêrin.

Lê Tirk bi nêrîneke hovane futbolê wek amûra nîjadperestî û dijminiyê dibînin. Vê carê jî ev lîstik kirin mijara pesinandina şer, dagirkerî, xwînrijî, yexma û talana Osmaniyan.

Piştî têkçûnê, li kolanên Ewropayê kirin xirecir. Çêr û dijûn bi Holendayê kirin. Li hinek deveran êriş û pevçûn pêk hatin.

Naçin lîstikê, diçin şer. Lewma wateya lîstikê dilewitînin.

Ji destê wan bê û çavê wan bibire, wê şerê cîhanê jî bikin. Çawa du sed sal e ji şerê Kurdan têr nabin.

Li hemû dinyayê jenosîd û komkujî pêk hatine lê ti milet bi qasî tirkan bi xwînrijî û xirabiya xwe napesinin.

Ne hewce ye em zêde dûr biçin.

70 sal berê li Almanyayê Partiya Nazî û Hîtler li ser hukim bû. Vê partiyê bi milyonan kes li dû xwe dibirin û Alman di ser hemî miletan re digirtin. Îdeal û meqseda wan hikumraniya Almanan li cîhanê bû.

Lê Alman bi ser xwe ve hatin û ji sala 1945an heta îro her tiştê Naziyan qedexe kirin.

Îro ti kes ne dikare sembolên Naziyan hilde, ne jî pesnê Hîtler bide.

Helbet hê jî partiyên nêzîkî wî mêjiyî hene lê bi her awayî sînordarkirî ne.

Medeniyeta nûjen bi vî awayî pêk hat. Welat û netewe li qebahetên xwe mikur hatin, wan lêborîna xwe xwest û berdêla kiryarên xwe da.

Lê Tirk berovajî ne. Ti carî li tu sûc û kiryarên xwe mikur nayên. Hemî qatil û kujerên xwe wek qareman pênase dikin. Dijminiya hemî miletan dikin û xwe di ser hemî miletan re digirin.

Yek ji van sembolan “Tiliyên gurî” ne. Li kû derê mafya, çete û cinayeteke Tirkan hebe, ew tilî weke xaça gamayî ya Naziyan li wir e.

Lewma piştî endamekî taximê Tirk ev sembol hilda, UEFAyê ew ciza kir.

Lê Ewropiyan nedizanî ev sembol ne ya çeteyekî krîmînal bi tenê ye.

Lewma bi hezaran holîganên Tirk di maça Tirkiye û Holendayê de ev sembol li trîbûnan bilind kirin û krîterên mirovînî yên Ewropayê bin pê kirin.

Di ciyê li xwe mikur bên, hezar hincetan ji vê sembolê re dibînin, ji bo bi her kesî bidin qebûl kirin. Dîroka wê dibin sedsalan.

Helbûkî "tiliyên gurî" di sala 1991ê de ji aliyê MHPyê ve wek sembola nîjadperestiya Tirk hat peydakirin. Ev jî bi rêya Azeriyan pêk hat.

Piştî wê demê, ev sembol mîna ya Naziyan bû yek ji sembolên hovîtî û xwînrijiyê.

Biryara UEFAyê û helwesta Elmanya gelekî di cî de ye.

Lê ji bo her kesî pir peyam di vî dîmenê dawî de hene. Ku li trîbûnan hemî Tirkan tiliyên gurî bilind kirin.

Ev dîmen tenê ne dîmenekî futbolê ye. Di heman demê de îfşaya miletekî çêkirî ye. Hebûn û nebûna vî miletî jî kîndarî û dijminî ye.

Gelo wê dinya kengî bi vê bihese?

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)