Bi qasî ku ez li vir, li Washingtonê li bûyerên Kurdistanê dinêrim û guhê xwe didim berpirsên Amerîka û dîplomatkarên welatên din der barê Kurd û Kurdistanê de, rastiyek heye ku girîng e serkirdayetiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê baş zanibin: Herêma Kurdistanê nikare bêtifaqiyeke din debar bike.
Îcar ji bo Amerîkiyan ne girîng e ku sedema perçebûnê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye yan jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, yan aliyekî navxweyî ye yan jî derveyî ye, ya ku girîng e ku gelê Kurdistanê xasma jî aliyên siyasî jê fêm bikin û bibihîzin ev e: Her parçebûnek dê ziyanê bigihîne tevahiya Herêma Kurdistanê û zêdetir ziyanê bigihîne Doza Kurd li ser asta navdewletî, herêmî û Îraqê, bi awayekî ku hevpeymanên me jî dê nikaribin bi hawara me ve werin û nehêlin ku em bi ser pişta xwe de bikevin.
Metirsî û rastiya ku niha Serokê Herêma Kurdistanê baş jê fêm kiriye ev e lewra jî dest bi hewldaneke cidî kiriye ku li şûna bêtifaqiyê, tifaqê di navbera aliyan de çêbike û eger zehmet be jî divê biryara rast bide.
Hilbijartin tê kirin
Divabû hilbijartina Kurdistanê di cotmeha sala 2022yan de bihata kirin. Ez gelek caran li gel berpirsên navxweyî yên Herêma Kurdistan, Îraq, Amerîka û tewra nûnerên dîplomatîk ên welatên din li Washingtonê axivîme û pirs ji wan kiriye.
Hemû nêrîn dibêjin ku divê hilbijartin bên kirin û gelê Herêma Kurdistanê bi azadî nûnerên xwe hilbijêre. Nekirina hilbijartinan dê zerera herî mezin bigihîne pêgeha Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî.
Eger pirs ev be, çima heta niha hilbijartin nehatine kirin? Di vê demê de, ev ne pirseke cidî ye ku divê bersiva wê bê dayîn lê pirsa cidî ew e ka kengî hilbijartin tên kirin û ev hilbijartin bibe sedemek ji bo bihêzbûna Herêma Kurdistanê, ne ku bibe sedema lawazî û dabeşkirina zêdetir. Ji xwe loma jî Serokê Herêma Kurdistanê heta niha 4 caran dema sazkirina hilbijartinan destnîşan kiriye.
Niha jî bi hemû aliyan re hewlên cidî dide ji bo ku bigihin rêkeftinekê, tewra heke rêkeftineke neragihandî be jî li ser lidarxistina hilbijartinên ku hemû alî tê de beşdar bibin û nebin sedema bêtifaqiyeke mezintir. Ji xwe ev bûye sedem ku Serokê Herêma Kurdistanê berpirsatiyê bigire ser milê xwe û nakokiyên dubare yên di navbera YNK û PDKyê de çareser bike û dixwaze vê krîza siyasî ku li Kurdistanê heye, ji mezintirîn û girîngtirîn proseya siyasî û demokratîk a Kurdistanê dûr bixe.
Bipaşxistina hilbijartinan
Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û mixabin demokrasiya Herêma Kurdistanê jî ne ew rewş û demokrasî ne ku li welatekî xwedî serwerî û dezgeh û sazî heye. Gelek sedemên vê yekê hene, di serî de nebûna dewleteke xwedî sînor û destwerdana aliyên derve.
Dîsa jî dostên Herêma Kurdistanê dixwazin hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên lidarxistin û ev hilbijartin jî bibin sedema bihêztirbûnê. Loma jî vêga ku gengeşeyên zêde li ser bipaşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê tên kirin bi vê armancê ye ku yekem hemî alî tê de beşdar bibin û duyem jî hilbijartineke azad, dadmend û pêbawer be. Ji ber vê yekê dema ku min van rojan ev pirs ji Wezareta Derve ya Amerîka kir, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva min wer da "Em di vê baweriyê de ne ku rêkeftina di navbera aliyên siyasî de girîng e, ji ber wê jî Amerîka ne li dijî bipaşxistina hilbijartinan ji bo demeke kin e, eger ev bipaşxistin ji bo pêpkanîna rêkeftinê pêwîst be."
Ev bersiv û bersiva Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel ji Rûdawê re ku diyar kir ku haya wan ji hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên din seba biryardana li ser gava bê der barê hilbijartinan de heye û dixwazin ku ev hewldan bi ser bikevin, du rastiyên din nîşan didin: Yekem, Amerîka dixwaze hilbijartinek li Herêma Kurdistanê bê kirin û hemî alî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û pêkhateyên din jî beşdarî bibin.
Duyem jî piştevaniya hewlên Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku bi rêya diyaloga li gel aliyan ber bi lihevkirina siyasî ve gavan diavêje.
Loma niha ku behsa bipaşxistina hilbijartinê tê kirin, sedem ew e ku Serokê Herêma Kurdistanê dixwaze pira têkiliyê di navbera hemî aliyan de ava bike û hilbijartinek bê kirin ku hemî alî beşdarî bibin qene proseya siyasî ya Kurdistanê ji vê xitimîna niha derxe nexasim ku piştî nemana parlamentoyê, Kurdistan di nav valahiyeke mezin de ye. Loma lipaşxistina hilbijartinê ya çend mehan bi merema beşdariya hemûyan, civaka navdewletî û aliyên Îraqî vê yekê baş fêm dikin.
"Bila piçekî yekgirtî bin"
Dibe ku ev gotina min dubare be lê ez her car dubare dikim û gelekên din jî gotiye. Merem jî ew e ku ev gotin li nik aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê baş cih bigire. Gotin jî ev e: Rojekê berpirsekî pilebilind ê niha yê Amerîkayê û dostekî nêzîkî Kurdan li ser pirsa Kurd li Îraqê û piştgiriya Amerîka û civaka navdewletî ji min re got "Ji bo hebûna vê piştevaniyê, hewce nake Kurd tiştekî bikin, tenê bila piçekî yekgirtî bin."
Ev heman gotin e ku Berpirsa Karûbarên Îraq û Îranê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Tylerê di hevpeyvîneke Rûdawê de ji min re got "Herêma Kurdistana Îraqê bihêztir e ku yekîtiya armancê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hebe. Bê guman tiştekî xwezayî ye ku li her welatekî demokratîk hevrikî di navbera du partiyan de hebe lê em hêvîdar in ku her du partî (PDK û YNK) rêyekê bibînin ku bi hev re bixebitin ji bo rûbirûbûna hin gefên ewlehî û aborî yên ku niha rûbirûyê wan bûne."
Ji ber vê jî divê YNK û PDK vê pirsgirêkê wiha beloq nekin, xasma ku her du jî çê dizanin ku di vê qonaxê de ti yek ji wan bêyî yê din nikare bi tena serê xwe Kurdistanê bi rê ve bibe û bi tena serê xwe li hember kêşeyên ku li pêş Herêma Kurdistanê ne şer bike.
Loma bila rikberiyê bikin û hewl bidin zêdetirîn dengan bibin, ev tiştekî zafî normal e lê ji ber rewşa siyasî û pêgeha Herêma Kurdistanê, divê yekîtiya armancê di navbera wan de hebe, hinekî li hev bikin, li şûna dabeşkirina zêdetir, li Bexdayê ji bo mafên xwe yên destûrî şer bikin, hevdû lawaz nekin û Herêma Kurdistanê hê lawaztir nekin. Her destkeftên ku heta niha hatine bidestxistin, ji ber dubendiyên heyî dibe ku bi biryareke Bexdayê beravêtî bibin û ji bo vegerandina wan jî pêwîstî bi çend salên din ên danûstandin û hewlên hevbeş hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse