Di navbera sîstema serokatî û sîstema parlamenterî de xeta sêyem
Ev demek e ku diyarîkirina awayê sîstema siyasî li Herêma kurdistanê, bûye babetek girîng a navendên siyasî û kanalên ragihandinê. Di heman demê de jî bûye xala sereke ya cudabûnên di navbera partiyên sereke de. Dibe ku hestiyarî û girîngiya babetê, herwiha nerînên cuda cuda yên di vî warî de, hokara nîşandana helwestê û analîzên zêdetir be. Lê di destpêkê de pêwîst e nîşanê bi wê yekê bidim ku mebesta sereke ya vê nivîsandinê jî behskirina celebên sîstema desthilatê ye. Pişt re şîrovekirin û nirxandin e ji nerînek akademîk. Bi taybetî rehendên sereke yên girêdayî ne bi desthilatdariyê ve, li Herêma Kurdistanê. Di van çend xêzan de, ku em axaftinê li ser sîstema siyasî dikin, mebesta me pêkhateya siyasî ya desthilatê ye. Bê guman celebên sîstema siyasî jî bi ser sîstema parlamenterî, sîstema serokatî û sîstema tevlihev de, rêzbend in.
Sîstema parlamenterî
Di sîstema parlamenterî de desthilat bi hev ve girêdayî ne. Bi wê wateya ku partiya biserketî yan xwediya pirraniya dengan e di hilbijartinan de, radibe bi destnîşankirin yan raspartina kesekî, li bin navnîşana serokwezîr (Serokê hikûmetê), bi pêkanîna kabîneyek hikûmî ku pişt re rizamendiya rêjeyeke diyarkirî ya parlamentoyê bi dest bixe. Ew jî ji bo wergirtina şeriyet û pêdana îmzeyek yasayî ji kabîneya hikûmî re.
Her ji ber wê jî desthilata yasadaner. Wiha jî desthilata bicihkirinê di naverokê de bi hêsanî ji hev nayên cudakirin. Çiku herdu desthilat dikarin li ser heman aliyan bin. Yan jî di rewşa pêkanîna hevpeymanek çend alî de serketî bin. Weke ku di hikûmeteke hevpeymanî de tê dîtin. Iraq jî bi dirêjiya vê dema çûyî, nêzîktirîn nimûne ye. Ji ber vê yekê, şarezayên zanînên siyasî vê wek xaleke lawaz ji bo sîstema parlamenterî dihejmêrin.
Taybetmendiyeke din a sîstema parlamenî heye. Ku desthilata yasadanînê serokê desthilata bicihkirinê diyar dike. Ev jî ji xwe re, heta asteke lawaz, pêgehekê dide serokê desthilata bicihkirinê, li gor pêgeha serokekî ku yekser ji aliyê gel ve hatibe hilbijartin. Her ev cudakarî me ber bi xaleke girîngtir ve dibe, di sîstema parlamenterî de. Ku çarenivîsa kabîneya serokê hikûmetê di rewşek qels de dihêle. Bi wê yekê ku ji mafê parlamentoyê baweriyê ji serokwezîr bikişîne. Ew jî ger li gora mîkanîzma diyarkirî, dengê pêwist ji bo wê mebestê bi dest anî.
Di sîstema parlamentoyan de wiha belav e ku dema mana di desthilatê de ji serokê hikûmetê re, ku serokê desthilata bicihkirinê nayê diyarkirin. Ango serokwezîr çiqas demê bixwaze, dikare. Mafê wî jî heye di posta xwe de bimîne. Eger parlamento razîbûnê li ser man û hilbijartina wî bide. Bê guman diyartirîn nimûne ku li derdora Herêma Kurdistanê heye, nimûneya Receb Teyib Erdogan e, li Tirkiyeyê. Wî heta niha sê kabîneyên hikûmî pêk anîne. Her ew jî serokwezîrê wî welatî ye.
Sîstema serokatiyê
Bîrewer û nivîskarên zanîna siyasî, li hev dikin li ser wê yekê ku yekemîn prensîb di sîstema serokatiyê de ji cudakirina desthilatên yasadanîn û bicihkirinê pêk tê. Li ser wê bingeha ku her yek ji parlamento û serokê desthilata bicihkirinê (serokê welêt) di rêya du hilbijartinên cuda re tên destnîşankirin. Lewma ev taybetmendî di cudahiya desthilatan de, derfetê zêdetir dide peydakirina du têgehên girîng. Ew jî lêpirsîn û hevsengî ne.
Ev sîstem tenê bi haleta hebûna du dezgehên xurt û serbixwe yên yasadanîn û bicihkirinê, tê pêrewkirin. Çiku hêz û şer`iyeta herdu desthilatên parlamento û serokê desthilata bicihkirinê, gel e. Ji aliyekî din ve, ku ev gellekî girîng e, ne merc e ku serokê hilbijartî ji aliyê gel, di hemû haletan de xwediyê pirraniya kursiyên parlamento be.
Ji pêvî hêsanî û zelaliyê di cudakirina desthilatan de, di sîstema serokatiyê de, du hilbijartinên cuda ji bo desthilatên yasadanînê û serokatiyê tên pêkanîn. Ew bi xwe jî wek amadekirina rûberek ji azadî û maf e ji bo welatiyan. Her ev ji bo zêdetir bikaranîna proseyên dengdanê bikin. Ji ber wê yekê proseyê ji xwe re bi fakterek erênî datîne. Ev jî ji bo beşdariyeke zêdetir û firehtir a welatiyan, di rêvebirina welêt de, li ser bingehek girîng û naskirî ku dengdan mîkanîzma sereke û dînamoya sîstema demokrasî ye.
Rewşek din a sîstema serokatiyê heye. Ew jî ew e ku parlamento nikare baweriyê ji serok bikişîne. Bi berevajî sîstema parlamenterî. Çiku wek berê jî me nîşan da, serokê desthilata bicihkirinê yekser ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Tenê jî li ber gel berpirsyar e. Bi ser wan de jî, di sîstemên serokatiyê de, dema mana serok di desthilatê de diyarkirî ye. Herwiha di pirraniya caran de, serok tenê ji bo du gerên serokatiyê mafê wî yê xwekandîdkirinê heye. Bê guman di vî warî de nimûne gellek in.
Eger em bên ser nirxandin û şîrovekirina aliyên erênî û nerênî yên herdu celebên sîstema parlamenterî û serokatî, dikare bê gotin ku herdu modêlên desthilatê, xwediyên xalên xurt û xalên qels in. Dîsa rewş û taybetmendiya pêkhateya siyasî û civakî yên her civakekê gellek caran bûne yan dibin bingeh ji bo peydakirina yekê ji herdu sîstemên ku li jorê behsa wan hat kirin.
Lê bi awayekî giştî yek ji rexneyên zanistî ku li sîstema parlamenterî tên kirin, ew e ku nikare bi hêsanî herdu prensîpên `çek û balans` û lêpirsînê li ser asteke fireh peyda bike. Li wê gora ku desthilata yasadanîn û bicihkirinê herdu di destê partiyekê yan çend partiyan siyasî de (Di haleta pêkanîna hikûmeta hevpeymanî de.)
Bi awayekî zelaltir em dikarin bêjin wek nimûne, di haleta hebûna du hilbijartinên cuda de (Hilbijartina serokatiyê û ya Parlamentoyê) ne merc e ku serok yekser ji aliyê gel ve bê hilbijartin. Kesek be li ser partiyê biser ketibe yan xwedî gellek deng be di parlamentoyê de. Ev nimûne li Amerîkayê gellekî bi bandor e. Her ev jî bûye sedemê derketina xurttirîn awayên lêpirsîna serok ji aliyê nûnerên gel ve, ku bi sîstema `çek û balans` tê binavkirin.
Bi vî awayî, serok dema babetên stratejî û hestiyarî û derbasbûna yasayan pêwîst e pêşî bawerî û razîbûna pirraniya endamên kongrês jî bi dest bixe. Bi ser wê de jî, di sîstema serokayetî de, veguhertina desthilatê aramtir tê dîtin, li gor sîstema parlamenterî (Nimûneya aloziya pêkanîna hikûmetên hevpeymanî li Îsraîl û Îtalya û di pirraniya haletan de lawazî û jihevketin piştî xwe tînin). Bi ser de jî ev gavek pozîtîv e, ku pêdana derfetê zêdetir e ji gel re, da ku ew bi du hilbijartinên cuda rabe. Li Amerîkayê serok ewqasî bi coşa wan bawerî û dengên milet e ku bi dest xistibe. Kêmtir bi siyaset û rêberiyên partiya xwe ve tê girêdan. Berevajî sîstema parlamentoyê, ku serokwezîr derfeteke firehtir jê re heye, ji bo nûnerî û parastina berjewendiyên partiya xwe.
Sîstema tevlihev
Piştî cenga cîhanî ya yekem 1914-1918 herdu dewlet, Finlanda û Almanya bi ezmûnek cuda di sîstema siyasî de derbas bûn. Ew jî bi xwe, di hilbijartina cuda û dabeşkirina desthilatan de pêk hat. Di navendên akademî de jî sîstema desthilatdariya nêvî, yekem car ji aliyê bîrewer û civaknasê fransî Maurice Duverger ve pê hat nasîn. Pişt re ev modêl ji sîstema siyasî ya fransî (Di serdema nivîsandina destûra nû ya Fransayê de, ku bi komara pêncem naskirî ye) çirya pêşin a 1958 heta niha jî tê pêkanîn. Duverger bingehek dualî ya desthilatdariyê aniye holê. Desthilatdariyek dualî di navbera serokê dewletê û serokwezîr de.
Di vê modêlê de serok û parlamento cuda tên hilbijartin. Her wek di sîstema çîk û balans de me dît. Lê parlamento bi danîn hilanîna serokwezîr radibe. Her wek di sîstema parlamenterî de. Serokê welêt û serokwezîr bi hevbeşî, bi hevre, beşdar dibin di karkirina desthilata bicihkirinê de. Ev sîstem jî ji aliyê hejmarek dewletên Ewropaya rojhilatî ve hatiye bicihkirin. Ji wan jî Lîtwanya, Polanda, Romanya, Rûsya. Tev hejmarek ji welatên Afrîkayê.
Giovanni Sartori (1994) behsa sê taybetmendiyên bingehîn ên sîstema nîvserokatî dike. Ew jî pêk tên ji: serokê dewletê, ku yekser ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Nivîsgeha serok (Serokayetî), ku li gor yasa û destûrê pêkanîna desthilatan dike. Tevî serokwezîr û kabîneya wî, ku ji aliyê pirraniya parlamentoyê ve bawerî bi wan tê dan. Di encamê de jî, karkirina sîstema nîvserokatî yekser tê girêdan bi hebûn yan amadebûna tifqaq siyasî di navbera serok û pirraniya parlamentoyê de.
Bi rastî, di van sîsteman de, serokê hilbijartî ger di heman dem de pirraniya dengên parlamentoyê jî misoger bike, ew ê bi hêsanî destbilindiyê li ser hikûmetê û darêtina biryaran de bike. Berevajî wê jî, ger serokê dewletê û serokwezîr ji du partiyên cuda bin, ku gellek caran wek serdem yan dema hevkargêrîkirinê tê binavkirin. Wiha parlamento rola bingehîn a yasadanînê dide serokwezîr. Lê bi awayekî giştî rola serokê dewletê, di pirsên taybet ên siyaseta derve de, berçav dike.
Sîstema nîvserokatiyê bi ser de jî aloziya wê bi taybetî ji aliyê destûrî û bikaranîna desthilatan ve, bûye modêlek belavbûyî li nav pirraniya dewletên demokrasî yên nû. Li gor lêkolînek Matthew Shugart ê şarezayê Amerîkî di zanînên siyasî de, ku sala 2007 pêk hat. Li nav 14 dewletên Sovyeta berê, 12 ji wan peyrewiya demokrasiya nîvserokatiyê dikin. Lê di forma cuda de. Herwiha 12 dewletên Afrîkî jî peyrewiya heman sîstemê dikin. Li nav dewletên Ewropaya rojava jî peyrewiya sîstema nîvserokatiyê di zêdebûn û bilindbûnê de ye.
Her çiqasî wek hejmarek lêkoler û şareza ji wan jî Jun Linz 1994 behsê dikin, ku peyrewiya vê modêlê ji aliyê hejmarek ji dewletên cîhanê. Dibe nikare bi tenê xizmeta demokrasiyê bike. Ne jî alîkar be ji bo giştîkirina wê têgehê li cîhanê. Lê belê pêwîst e bingehên din ên demokrasî jî, di heman demê de amadebûna wan hebe. Yan jî karê wan li ser bê kirin.
Weke ku xuya ye, danûstandin, bîr û nerîn di nav akademiyan de derbarê baştirîn forma desthilatdariya berdewam, ber bi zêdebûnê ve diçin. Herdu lêkoler û şarezayên warê zanîna siyasî Matthew Shugart û John Carey (1992) kûrtir çûn nav vê babetê. Herwiha jî têgehên wan zêdetir belavbûn li ser herdu celebên aliyên serokatiyê: Serokwezîr yan serokparlamanterî. Bi saya sîstema serokatiya serokwezîr de, serokwezîr û kabîneya wî bi tenê li ber pirraniya parlamentoyê berpirs in. Di dema ku di celebê duyem ji wan de, ku serokparlamenteriye, serokwezîr û kabîneya wî li ber parlamentoyê û serok jî berpirs in.
Arasteyên nû
Bi rastî bi kêmanî li wan dewletên ku siwarê şepola sêyem a demokrasiyê bûn, di serdema serhildana sala 1974 de, peyrewiya modêla desthilatdariya Brîtanî nekiriye, ku pêkhatiye ji pêkanîna hikûmetê ji aliyê wê partiya ku pirraniya dengan misoger kiribe.
Li wan dewletên demokrasî yên ku hejmara cînişînên wan ji milyonekî zêdetir e. Kêmtir ji şeş yek a wan (ji şeş beşan beşek ê wan) peyrewiya sîstema parlamentoya destûrî û hilbijartina pirraniyê dikin. Di demekê de zêdetir ji sisê yek a wan (ji sê beşan beşek ê wan). Parlamentoya nûnerayetî rêjeyî ne û hikûmetên wan hevpeymanî û fireh in. Dora nîvê wan peyrewiya sîstema çêk û balans dikin, di rêya awayê serokatiyê yan nîvserokatiyê de.
Maye em bêjin ku êdî divê ew bê sipartin ji bo kesên şareza û pispor. Bi wê çareserî û rêya sêyem di nav sîstema serokatiyê û sîstema parlamanteriyê de kêm ji wan babetî bikaranînê ne? Her weke ku me behs kir ezmûn û modêlên din gellek in, da ku sûdê jê werbigire. Bi wî mercê berçav a pêvajok û taybetmendiya Herêma Kurdistanê bê kirin. Ji tevî girîngtir ku dîsa teqezê li ser dikim, zaminkirina mîkanîzma kevikirî û zelal (wek mînak destûr û yasa û dezgeha xurt ji bo pêkanîna wan di cih de be) bi mebesta rêzgirtina rehendên sereke wek aliyên civakî, firehiya siyasî, aramiya siyasî û payedariya demokrasî û prensîpên ku heta asteke bilind karê ji dil tê de bê kirin.
* Master di geşkirina siyasî de li zanîngeha Lund li Swêdê.