Zaroktiya qurban li Sûriyê

  

Zarok aramncên herî hêsan in di cengan de, bi sadebûna xwe, bi dalbûn û bêgunehiya xwe her qurbaniyên cengan e_  qurbaniyên herî hişk. Zarokên me kezeba me, şewat û êşa me ya herî dijawr…

Kirîza Sûriyê, li seranserî sê salan  ne bitenê malên zarokan bi ser wan de wêran dike, bi ser lîstik û zaroktiya wan de, perçe dike malbatên wan, ne bitenê zarok penaber dibin kampên ku konên wan di bin bagerên berfê de bi ser wan de dikevin, winda dibin di nav tozê de,  li çolên zuha û dûr.  Kirîza Sûriyê zaroktiya zarokan ji wan direvîne. Ez dixwazim qîr bikim, bibêjim: Zarokên herî bi şens, li kamp û deverên dûrî agir, ji mirinekê rizgar mirineke din dijîn, mirineke tûjtir, mirineke bêdeng…

Zarokên Sûriyê, bêhtirî ku cengê dikin, rahijtine çekan, cihê pênûs û lîstikên xwe, bêhtirî ku dûrî mal û dibistanên xwe dikevin, berî temenê xwe mezin dibin. Zarokên ku bavên xwe winda kirin di cengan de û rahijtin barê malên xwe. Zarokên penaber bûyî. Zarokên hîna li wellat, di nav metirsiyên wellat de, bi wan re têgihiştinên ceng û kînê, dijminatî û tundûtîjiyê berî salên wan mezin dibin, nerîn û dîtinên wan jî, li ser heman bingehê, Qamişlo, weke mînakekê, ku zarokên wê, ta nuha bi şens in, li gor bajarên Sûriyê yên din, li kolanan axaftinên wan ceng in, lîstikên wan ceng in, rêbend in, di destê wan de tivingên ji dep û hesinan, weke mezinan diaxivin, gotinên mezinan, nûçeyên TV yan dubare dikin, kîn û şêlûbêla mezin û TV yan. Li malan zarok, weke mezinan di mijarên mezinan de beşdar dibin, helwestên mezinan distînin, li ser kuştinê, li ser kujer û kuştiyan, dûrî zaroktî û bêgunehiya xwe. Zarokên Qamişlo, weke mezinan helwesta Rûsiyayê ji kirîza Sûriyê şîrove dikin_ zaroktiya zarokên me yên mayî biparêzin, zaroktiya zarokên me ya mayî …

Kesên bispor bandora cengê li ser zarokan nas dikin, sextekirina ku ceng li jiyana zarokan dibarîne, cihên ku gereke zarok li wan bin, her wiha lîstikên ku gereke bi wan bilîzin û mijarên bi qasî temenê wan, yên ku rêdariya avakirina kesayetiya wan dikin. Wateya ku zarok dûrî zaroktiya xwe bikevin, encamên ku zarok zaroktiya xwe nejîn û li ser têgihiştinên ceng, kîn û dijminatiyê mezin bibin_ em li wellatekî bi agirê ceng û kînê pêket î bo zarokên xwe dikarin çi bikin?

Bo zaroktiya zarokên xwe?

Cenga li Sûriyê, em û dezgehên ragihandinê hemî hevpişk in di avakirina vê jîwariya zarokan de, lewra em hemî berpirsiyar in, divê em bi erkên xwe rabibin, dezgehên civakî, rêxistinên navdewletî jî. Em nikarin zarokên xwe ji balafir û mirinê biparêzin, lê em, dema zaroktiya zarokên xwe yên bi şens biparêzin, em karê herî pîroz û pêwîst dikin, em di encamê de siberoja xwe diparêzin, kevirên wellatê  xwe yên mayî û daristanên xwe yên herî bedew…