Xanesor: Destpêka bidawîbûna PKKê li Şengalê

Dema DAIŞê êrîşî Zummar, Şingal û derdorên wan kir û ew dever kontrolkirin, metirsiyeke mezin kete ser Başûrê Kurdistanê, bi taybetî ser Zona Zer. Dema çekdarên wê nêzîkî paytexta Kurdistanê û bajarê Duhokê bûn beşek ji xelkê van herdu bajarên mezin xaniyên xwe çol kirin û li ber deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl jî qerebalixeke mezin çêbû.

 

Wê demê PDK kete nav rewşeke xirab û pêwîst bû di heman demê de baweriyê bo xelkê bizivirîne û pêşwaziya bi sedan hezaran awareyan jî bike.

 

Ji hemûyê jî giringtir pêwîstbû hêza jihev qutbuyî ya pêşmergeyan dubare kom bike û bi her nirxî rê li pêşveçûna DAIŞê bigre! Ji bo vê armancê serkirdatiya PDK`ê li hundir û derveyî Kurdistanê pêngavên lezgîn avêt û xwe ji bersivdayîna kar û kiryarên aliyên hevrik dûr kir.

 

Li hin deman jî berevajî kir, wek çawa me dît ku Serokê Herêma Kurdistanê li Maxmûrê serdana gerîlayên PKKê kir û ji ber hatina wan a vê navçeyê spasiya wan kir!

 

Ev yek piştî bûyerên Tebaxa 2014ê bû. Lê niha 2017 e û rewş bi temamî bo berjewendiya PDKê de guheriye. Niha piraniya navçeyan ji destê DAIŞê hatine derxistin û ketine bin destê pêşmergeyan, ku Mesûd Barzanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Herwiha PDK jî bi pêgeheke bihêz digel partiyên Kurdistanî danûstandinan dike. Li ser astê gel jî ji ber xwedîderketina li dewleta kurdî ya serbixwe, PDKê kariye viyana xelkê bo xwe bîne.

 

Ji aliyê din ve, ligel Bexdayê jî corekî hemahengiyê çêkiriye, li ser asta navneteweyî jî PDKê piştevaniyeke mezin peydakiriye û êdî pêwîst nake Serokê Herêma Kurdistanê û şandên Hikûmeta Kurdistanê ku ji aliyê vê partiyê ve tên bi rêvebirin, biçin Ewrûpa û doza alîkariyê bikin. Jiber êdî şandên welatên dinyayê berdewam serdana Hewlêrê dikin ji bo pêşkêşkirina hemû corên alîkariyan.

 

Li himber vê jî PKK paşde dizivire û berdewam navçeyan ji dest dide. Hinekan radestî hikûmeta Sûriyê dike û hinekan jî ji bo Tirkiyê diterikîne!

 

Li gor vê rewşa nû, pêşhatên operasyona kontirolkirina Mûsilê û nêzîkbûna jivanê hilbijartinên Iraqê, tiştekî normal e ku PDK hewlbide deverên ku beriya hatina DAIŞê bin kontirola wê de bûn, dubare vegerîne. Bi taybetî Şengalê ku niha hevdengî û tevdengî li ser vê yekê heye ku pêwîste PKK ji vê navçeyê derkeve.

 

Mîrê Êzdiyên Cîhanê, Civata Rûhanî, Fermandeya Pêşmergeyên Şengalê û Qaymeqamê Şengalê ku nûnertiya hemû çînên civaka êzdî dikin, bi fermî doza derketina PKKê dikin.

 

Herwiha Parêzgarê Nînowa, Civata Parêzgehê û hozên vê parêzgehê, ku nûnertiya xelkê vê navçeyê û hikûmeta Iraqê dikin, heman daxwaz pêşkêş kirine. Dîsa hikûmeta Kurdistanê jî çend caran ev daxazî kiriye.

 

Eger PKK Şengalê çol bike, dê nav û bingeha xwe di nav gelê kurd de bilind û bihêz bike. Berevajî vê jî dê zirarê bibîne.

 

Jiber wê yekê eger bi zorê bê derxistin û Xanesor dê bibe destpêka bidawîbûna PKKê li Şengalê. Bila kes jî behsa heramkirina kurdkujiyê neke, jiber ez bawerim dê ji bo Şengalê rewş cuda be.

 

Ji xwe birina Pêşmergeyên Roj bo vê navçeyê belgeye li ser rijdî û cidiyeta PDKê ya li ser derxistina PKKê.

 

Lewma giringe hemû êzdî piştevaniya banga Mîr bikin û daxazê ji PKKê bikin, ku ji navçeyê derkeve. Bila Şingalê jî weke Amed, Şernex, Gever û Colemêrgê wêran neke û paşî here!