Zimanê nebû zimanê zarokên me

07-02-2019
Abdullah Kiran
Nîşan Ziman Kurdî Kurdistan Abdullah Kiran
A+ A-

Berê di nav mala me de bû, li derve, li kuçê, li sûkê, li bazarê em pê dipeyivîn û me jiyana xwe pê dimeşand. Danûsatandina me, axaftina me, bazara me,  dostanî û dijmintiya me, şer û pevçûna me, aşbûn û li hev hatina me bi zimanê Kurdî yê şêrîn bû. Şîn û şahiya me, gaziya me, gazina me, zariya me, zarîna me, lêwandin, lavakirin û hawara me bi Kurdiya gewr, bi Kurdiya berz bû. Şewata me, berketina me ji kezebê, hezkirina me ji dil, dostaniya me bi dilgermî, dijminatiya me bi merdî bû; çimkî, bi wî zarê şêrîn û xweş Kurdî bû.

 

Roja me bi Kurdî, şeva me bi Kurdî, çîrok û çîrvanoka me, xeberoşka me bi Kurdî bû. Meslokên me, metelokên me, dûrik, lezgotinok û têderxistinokên me; dama, kişik, sêberk, heftberk, nehberk, pêncok, şeşok û veşartûka me bi Kurdî bû. Giriyê me, hêsir û rondikên çavê me, bêrî û bêrîkirina me bi Kurdî bû. Em bi maliyên xwe re,  bi zarokên xwe re, bi mêvanên xwe re,  bi cîranê xwe re, bi zarokên cîranê xwe re,  bi gundiyên xwe re, bi zarokên gundiyên xwe re, bi dikandar û bajariyên xwe re bi Kurdî dipeyivîn. Em bi kirîvên xwe re, bi bira û pismamên xwe re, bi destbirakên xwe yên Ermenî, Aşûrî û Aramî re bi Kurdî dipeyivîn. Li ser axa welatê xwe, li war û waristana bav û kalên xwe,  gava ku em hebûn, li ser xwe bûn û çaxê ku em xwedan nasname bûn, em bi birayên xwe yên Tirk, Ereb û Faris re jî bi Kurdî dipeyivîn.

 

Zîryab, Evdalê Zeynikê, Meryemxan, Mitran Îsa, Garabatê Haco û Aramê Tîgran bi Kurdî digotin û disitran. Li Çiyayê  Cûdî, li Gebar, li Agirî,  li Nemrûd, li Merato, li Geliyê Elî Begê û  li Sîpanê Xelatê sewt û awaza me bi Kurdî olan dida. Rostemê Zal,  Memê Alan, Zîna Zêdan,  Bekoyê Awan, Siyabend û Xecê, Binevşa Narîn, Kerro û Kulik, Dewrêşê Evdî bi Kurdî digotin. Li Serhedê, li Botan, li Barzan, li Xerzan, li Bûkan, li Sînê, li Hemedan, li Behdînan û li Qesra Mîrê Erdalan bi Kurdî dihat peyivîn. Şalûr û bilbilên me, teyr û tilûrên me, kew û kevokên me bi Kurdî dixwendin, bi Kurdî dipeyivîn. Pezê me, kerî û sewalên me, berxê koza me, gaye cotê me bi Kurdî gohdariya me dikir. Sewt û awaza bilûra me, govend û dîlana me bi Kurdî bû.

 

Ne dûr, hîna pêncî – şêst sal berê, ji Siwasê heta Gurcistan, Ermenîstan, Agirbêcan, Xoresan û Asya Navîn;  hema bêje li her gundî,  frîqet li her bajar û li her navendî, te dikaribû bi Kurdiya xwe pirsa xwe bikira û bersîva her pirsa xwe bistanda.  Çîmkî rûmet û giraniyek zimanê me hebû. Lê îro? Belbî, Yezdanê dilovan, afirenêrê erd û ezman, Xwedê barê kesî xwar neke!

 

Îro em ji hêla ziman ve reben, pepûk, şeperze, stûxwar,  tarûmar, perîşan, malxerab, malwêran, şikestî, têkçûyî, ji hev ketî û bi hev ketî ne. Îro em ji hêla ziman ve, “ji xelqê re masîgir, ji xwe re kusîgir in.” Di van pêncî - sêst salên dawî de, me mîrasa xwe ya herî mezin tarûmar kir; qedand, mezaxt,  gulistanê kir çolistan û hêşt. Axa me beyar ma; co, rûbar û kaniyên me ziwa bûn, avzêmên me çikiyan, bêwan û zeviyên me ji bêavî, ji ziwahiyê terikîn, qelişîn.

 

Li Bakûr, pêşî li bajaran; li sûkê, li kuçê, li bazarê zimanê me, wek ava ku pêşî dadiwerive û xwe dinizilîne, diçike û ziwa dibe, ji nav bajêr ber bi hundirê malên me ve, paş ve vekişiya. Demekê bi şûn de, êdî me li derve, bi tevahî dev ji peyivîna Kurdî berda, Kurdiya xwe ji derve kişand nav malê.

 

Li derve em bi gelê xwe re, bi miletê xwe re bi Kurdî dipeyivîn, li malê Kurdî bû zimanê me û çend maliyan. Piştî bajarên me yên mezin, li navçe û bajarokên me jî, Kurdî bi heman cûreyî pêşî ji kuçê, sûkê û bazarê rabû. Niha êdî, tenê gund di destê me de mabûn. Gundên me, wek kelehên zimanê Kurdî yên paşî bûn. Belê di van salên dawî de ew jî ji dest çûn. Kelehên zimanê me yek bi yek hilweşîn û hatin xwarê.

 

Çîrokbêjên ku bi rojan, bi heftan, hetta carna bi mehan li ser hev çîrok digotin; bi wî zar û zimanê xwe yê şêrîn; reh, kok û qirna dar û deviyên Kurdî av didan, ji zû ve ji nav me bar kirin û çûn. Kaniya Kurdî ziwa bû, çikiya, lal bû; deng û sewta dengbêjên me sar bû.

 

Zimanê me yê ku hê pêncî - sêst sal berê li seranserê welatê me pê dihat peyivîn; zimanê sûkê, kuçê, çarşiyê û bazarê bû; zimanê aboriyê, zimanê danûsatandinê û zimanê perizînê (îbadet) bû; yek bi yek hemû kozik, meqer û sengerên xwe ji Tirkî re hêşt û ket rê û demajoya mirinê. Riya ku îro zimanê me daye ser, riya mirinê, riya çûyin û nehatinê ye.  Duh dewleta Tirkiyê zimanê me bi awayekî fermî derbend (qedexe) dikir, belê îro em Kurdî bi ruhê koletî û bendetiyê li xwe bi xwe derbend dikin.

 

Me zimanê xwe, tenê li derve û li kuçê winda nekir, êdî em li malên xwe jî bi Kurdî napeyivin. Êş, jan û trajediya herî mezin ew e ku, êdî zimanê me, ne zimanê zarokên me ye.  Zarokên me bi Kurdî napeyivin, ji Kurdî re xerîb man, Kurdî ji bo wan zimanek biyanî ye.  Îro Kurdiya me, ji alî hin dê û bavan ve, kal û pîran ve bê peyivîn jî di zikratê de ye, can dikşişîne, li ber mirinê ye. Stêreka zimanê Kurdî dixurice. Ji ber ku  êdî ne zimanê zarokên me ye.

 

Pêncî – şêst sal berê li bajarên me, kesên ku bi Tirkî dizanibûn û bi Tirkî dipeyivîn, bi tiliyan dihatin nîşandan.  Tu li heft gundên me bigeriyayî, tu rastî yekî ku bi Tirkî dizane nedihatî.  Zimanê Tirkî, ji bo me “şildim- bildim” bû,  belê îro em hemû bilbilên Tirkî ne. Li gundên me, zarokên ku li ser sergoyan dileyizin, nema bi Kurdî, belê bi Tirkî dipeyivin. Îro li welatê me, mezin û navsere, di nav xwe de bi Kurdî, bi zarokan re bi Tirkî dipeyin. Ecêb û sosreteke weha, nezanî û bendetiyeke weha li rûyê dinyayê, li tu derekê tune. 

 

Ji bîr nekin, hebûna miletekî bi hebûna zimanê wî ve girêdayî ye. Rûmet, hurmet û siyaneta miletekî ya li ser rûyê erdê, bi qasî giraniya zimanê wî ye.  Ez nizanim hûn jî dibinin ku Zimanê me ji zarokên me re mîras namîne; Kurdiya me bi me re dimire û diçe gorê. Zimanê Kurdî dimire û em Kurd jî pê re dimirin. Zarokên me ji zimanê me re dibin xerîb û biyanî û em warkor û bextireş ji vê dinyayê koç dikin. Malîno, gundîno, bajarîno; îro ne hawar e, gidî hawar e, bavo hawar e, heylo hawar e!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst