Berû Zimanekî Yekbûyî Ve
Têgihiştina Mebestan di Navbera Rastnivîs û Watedariya Peyvan de
Têgehiştina wateyên rast û rewa ji her derbirînê pêwîstiya wê bi (2) hêmanên sereke Heye:
- a-Rastnivîsa peyvên watedar ên ku di hevokan de wateyên sereke bi xwe ve digirin (peyvên leksîk).
- b-Pêwendiyeke watedarî di navbera şêweyê nivîsîna wan peyvên sereke û wateyên wan ên berçav de.
Bi nasîna wê pêwendiya amajepêkirî û hevberkirina wateyên cuda û ciyawaz em ê bikarin xwe bigihînin wateyên rastteqîne yên li gora rêzik û rêzanên rêzimanî, wek nimûne:
(1)
Sernameyên Pirtûkên Rêzimanî
- Reşîdê Kurd:“Rêziman A Zimanê Kurdî“ Şam 1956.
- Feqî Hüseyin Sağniç:“Hêmana Rêzimanê Zimanê Kurdî " Stanbol 1991.
- Bavê Nazê:“ Rêzimanê Zimanê Kurmancî " Qamişlo 2024
Li gora nivîsîna sernameyên wan her sê pirtûkan peyva (rêziman) bi wateya (rêya zimanê zimanê kurmancî/ kurdî) ye .
Lê li gora wê pêwendiya ku di navbera rastnivîs û watedariyên peyvan de, di çarçova mebesta navlêkirinê de têgeha peyva (rêziman) bi wateya (gramêr, awa û destûr) e . Li vê gorê wateya sernameyên wan pirtûkan (gramêra zimanê kurdî) ye . Yan jî (awe û destûra zimanê kurdî) ye .
Ji rexê zayindeyê ve di hin Sernameyên wan pirtûkên rizimanî de peyva “rêziman“ bi dû zayendên ciyawaz hatiye xebitandin:
a-li nik Feqî Hüseyin “Hêmana Rêzimanê Zimanê Kurdî“
- Li nik Bavê Nazê:“Rêzimanê Zimanê Kurmancî“
Bi dîtina van her dû mamosteyan navê lêkdayî ku ji dû navê xwerû pêk hatibe zayenda wî dê li gora zayenda navê dûyem be. Li gora vê dîtinê peyva (rê) mê ye û peyva (ziman) nêr e . Bo vê sedemê navê (rêziman) nêrza ye
Bi baweriya min ev nêrîn ne dirust e. Lewra (rêziman ) bi wateya (gramêr, awa û destûr) hatiye xebitandin ya rast ew e ku zyenda hamû nav û navnîşanên li gora mebesta navlêkirinên wan destnîşan dibe, mînak: Eger me navê kurekî kir (hêvîdar), hingê zayenda wî navî dê nêrza be: Lo Hêvîdaro were malê!
Lê ku me ew nav li keçekê kir zayenda wî dê mêza be:
Lê Hêvidarê were male
Her wisan jî :- Hevkarê min -hevkara min
-Hevrêyê min -hevrêya min
Lê ku nav lêkdayî bin, hingê zayendên wan jî dê li gora mebesta navlêkirinan bên xebitandin,
Wek:
Hevjîna wî û hevjînê wê
Hevkara wî û hevkarê wê
b-pirraniya sernameyên pirtûkên rêzimanî yên dîtir jî bi şêweyê “Rezimana Kurdî“ Bi dîtina min şêweyê herî rast û guncaw ev e . Ji ber ku naveroka pirtûkê bi xwe ve digire û peyva (ziman) jî dûbare nekiriye
Cigerxewîn Sernemeya pirtûka xwe ya rêzimanî kiriye“ Awa û Destûra Zimanê Kurdî“.
Dr. Elî Ruxzade jî navê pirtûka xwe ya rêzimanî kiriye "Awa û Destûrî Zimanê Kurdî"
(2)
Tevheviya Navê Kara û yê Berkarî.
Gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd hayê wan ji rêzimanê nîne . Di berhemên xwe yên wejeyî de tûşî hin şaşiyên mezin dibin . Dema ku mirov wan kesan agedarî şaşiyên wan dike zivêr dibin û li rexnegirê xwe weku mirovekî nehez û çavnebar dinêrin . Ev helwesta ji rexnê û rexnegiriyê diyardeyeke giştî ye di nav nivîskar û helbestvanên me de belav e . Em fêr bûne ku rexne pesindan û dilxweşkirin e, ne nirxandin û destnîşankirina xalên erênî û neyînî ye . Hin şaşiyên rêzimanî di berhemên nivîskar û helbestvanên me de dûbare dibin bêyî ku li wan hay bibin.
Nimûne:
Peyva (hezkirî) gelek caran bi wateya (evîndar) hatiye xebitandin, wekî ku em bibêjin:(Ey welato , hezkiriyên te li ser rêka evîna te bendewar in) .
Mebesta nivîskarê vê derbirînê ji raweya (hezkiriyên te) evîndarên te ye . Anku ew kesên ku ji te hez dikin bendewarên te ne . Lê rastnivîsa wê derbirînê ne wê wateyê dide û ne wê mebestê diyar dike.
Rastnivîsa raweya (hezkirî) mebesteke berevajî mebesta nivîskarê derbirînê numa dike . Raweya (hezkirî) raweya navê berkarî ye . Anku ew kesê ku ji wan hatiye hezkirin . Li gora vê têgehiştinê gerek nivîskarê wê derbirînê bigota: (Ey welato, hezkerên te li ser rêka evîna te bendewar in), hezkiriyên te!
(3)
Daçekên “Ji, Bi“ Şêwenivîs û Watedarî
Ev her dû daçek (Ji, bi) her yek ji wan bi dû Şêwenivîsên cuda li pêş hinek nav û cînavan cihê xwe digire û di her cihekî de wateyeke cuda jî dide derbirînê:
- Bi cînavê bêhêl (bêlayen) ve jî tê nivîsîn û peyveke dariştî saz dike, wek:
- a-Ji:
- 1-Ev daçek weku hemû daçekên serbixwe tê nivîsîn û wateyeke asayî dide hevokê, wek:
Ez ji zimanê xwe hez dikim.
Ehmed sala (2005)ê ji dayika xwe bûye.
Hemo ji xwe re kar dike.
- 2-Bi hin navan, nemaze navê (dayikê) ve tê nivîsîn . Wê hingê ew (ji) nema dimîne daçek, dibe beşek ji peyva dariştî (jidayik), wek:
Mem sala (2005)ê jidayik bûye
Ez li Amedê jidayik bûme
- 1-Ev daçek weku hemû daçekên serbixwe tê nivîsîn û wateyeke asayî dide hevokê, wek:
Eger dostekî min habe jixwe tû yî
Min jê pirsî: Tu hatiyî vir çi?
Got: jixwe ez hatime (hema wilo).
- b-Bi:
Ev daçek jî bi dû şêweyan tê xebitandin:
- 1-Serbixwe tê nivîsîn û weku hemû daçekan rola xwe ya watedarî di
pêvajoya hevokan de dibîne , wek:Ez bi hevalan re diçim zanîngehê.
Ez bi xwe karê xwe dikim.
- 2-Bi peyvên piştî xwe ve tê nivîsîn û peyveke dariştî, bi wateyeke nû saz dike wek:
- 1-Serbixwe tê nivîsîn û weku hemû daçekan rola xwe ya watedarî di
- 1-Bi hin navan ve tê nivîsîn û peyvine dariştî, bi wateyine nû saz dike, wek:
Ez bilez ji mal çûm zanîngehê
Bo ragiyandinê telefon bikar tê xebitandin
- 2-Bi cînavê bêhêl (xwe) ve tê nivîsîn û peyveke dariştî saz dike.
Ev peyva nû nema têgeha cînavê bêhêl û daçekê bi xwe ve digire, wek:
Kesê ku te silav lê kir ez bixwe bûm.
Ew şoreşgerên çiyan Kurd bixwe ne.
Ez bixwe jî Kurd im.
(4)
Karê “Dan“ di Navbera Şêwenivîs û Watedariyê de
Karê “dan“ karekî derhingêv (têper) e . Li gora şêwenivîsa xwe bi dû raweyan tê nivîsîn . Di her raweyekê de rêbazeke rêzimanî diyar dike û di her rêbazekê de dû watedariyên ji hev cuda destnîşan dike, wek:
- a-Raweya xwerû (sade):
Karê “dan“ di raweya xwerû de dû berkaran bi hev ve di hevoka xwe de werdigire, berkarekî rasterast (rastexo) û berkarekî nerasterast, wek:
Sosinê pênûsek da Zînê
Di vê hevokê de peyva (pênûsek) berkarê rasterast e, lewra ew hatiye dan û peyva (Zînê) jî berkarê nerasterast e, ji ber ku pênûs bo wê hatiye dan (dayîn), û wekû wê jî:
Salar xelatekê dê bide Sosinê
- b-Raweya lêkdayî (hevedûdanî):
Raweya lêkdayî ya karê (dan)ê ji (navekî + dan) pêk tê, wek:
Av + dan = avdan
Me beriya nuha gotibû ku her şêweyekî nivîsîna bêjeyê wateyeke cuda destnîşan dike . Li vê gorê karê ”dan“ê watedariya wî bi şêwenivîsa wî ve girêdayî ye, wek:
Min av da mêvanê xwe
(mêvan tî bû min av dayê).
Min hespê mêvanê xwe avda
(min hesp bir ser avê).
Zînê şîr da Çinara xwe
( Zînê dergûşa xwe şîrda).
Şivên pezê xwe xwêda
Ev avdêr[1] zeviyê avdide
Di van mînkan de diyar e ku nivîsîna raweya (dan)a xwerû û ya (lêkdayî) ji hev cuda ne . Bo vê egerê jî watedariya wan her dû raweyan ji hev cuda ne . Ev jî watedariya di navbera rastnivîs û watedariyê de diçespîne!
[1] Avdêr: Ew kesê ku karê avdanê dike (avdançî). Ev peyv, peyveke kurdî ye, jibîrkirî ye. Mela Mehmûdê Bazîdî di destnivîsa rêzimana xwe de (Tuhfetill-xullan Fî Zimanê Kurdan, rû 100) amaje pê kiriye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse