Sala borî (2023) bi gelek xewnên mezin ên Rojhilateke Navîn a aram û bi geşbûna aborî dagirtî dest pê kir lê bi şer, hilweşîn, teror û agirbaranê kuta bû. Li gorî hemû daneyên li ber dest, destpêka îsal (2024) dê hîn xirabtir be. Di dawiya 2023yan de pêşbîniyên teqînan li çend welatên Rojhilata Navîn, wek mînak Filistîn, Îsraîl, Sûriye, Libnan, Yemen, Lîbya, Sûdan û Îraq gelekî bihêz in.
Di heman demê de, texmîna şemitîna zêdetir a çend welatên din ên wekî Îran, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misirê ber bi otorîterîzma navendîparêz a xurt pir bihêz e. Ango di her du rewşan de, xewna rojhilateke demokratîk, azad, aram û bi îstîqrar bi geşbûna aborî û mafên mirovan ve di sala 2024an de hema hema ne ji rastiyê, lê ji leylan rewrewkê nêzîk e.
Îsraîl û Filistîn
Di 7ê Çiriya Pêşînê de, Hemasê zêdetirî hezar û 200 çekdar û sivîlên Îsraîlî kuştin û bîreweriya kolektîv a Îsraîliyan wekî Holocausta duyem bi vê bûyerê re tevgeriya. Ji 7ê Çiriya Pêşînê heta niha, yek ji mezintirîn şerên Îsraîlê dijî Filistîniyan didome.
Beşeke mezin a navçeya Xezeyê bi erdê ve hatiye dûzkirin û kabîneya şer a Îsraîlê dabaşa wê yekê dike ku qet nebe ev şer dê çend mehên din jî bidome. Armanca ragihandî ya cengê bidawîanîna Hemasê ye û heta endamê dawî yê Hemasê neyê girtin an kuştin an jî ji devera Xezeyê dernekeve, şer nayê rawestandin.
Lê di rastiyê de, armanca neragihandî ya Îsraîlê neçarkirina wan 2 milyon û 400 hezar Filistîniyên devera Xezeyê ye ku koçberî Misrê bibin, ango pêvekirina devera Xezeyê ji bo heta hetayê bi Îsraîlê ve û bi baweriya kabîneya şer ev çareseriya tikîtenê ye.
Li kêleka vê armanca kabîneya şer, çend dewletên fena Amerîka, Fransa û dewletên Ereban jî behsa çareseriya du dewletan dikin. Îsraîl dikare vê yekê qebûl bike lê bi şertê ku koçberiya behskirî were kirin û navçeya Xezeyê ya ku hatiye valakirin bi Îsraîlê ve were zeliqandin!
Libnana bê hikûmet û îflas!
Zêdeyî salekê ye ku dema serokatiya serokkomarê Libnanê bi dawî hatiye û Libnanî hewl didin ku serokkomarekî nû destnîşan bikin, bêyî ku di vê erka xwe de bi ser bikevin. Ev salek û nîv e ku welat bê serok e, bê hikûmet e, bankan li îflasê daye, kolanên Beyrûtê ku berê jê re digotin Parîsa Rojhilata Navîn, niha bûne zibilxaneyên mezin.
Çîna navîn a Libnanî kom bi kom ji welêt bar dike û rêjeya bêkarî û hejariyê di asteke herî xofdar de ye. Di heman demê de, Hizbullah bingeha xwe ya girseyî ji bo şerê dîrokî yê mezin di navbera cîhana îslamî û Îsraîlê de ava dike.
Ji bo Hizbullahê rêya vî şerî kontrolkirina seranserî ya dewleta Libnanê ye, loma berî êrîşkirina Îsraîlê hemû mekanîzmayên xwe ji bo kontrolkirina Libnanê amade kirine. Lê Amerîkî, Fransî û welatên Kendavê vê yekê qebûl nakin û dixwazin rê li ber vê projeyê bigirin, bêyî ku rewşê ji wiha aloztir bikin an destwerdaneke berfireh bikin û Libnanê ji bobelata wê ya siyasî û aborî rizgar bikin. Ango: Ne kontrola Hizbullahê, ne hevkariya seranserî ya Libnanê.
Bi gotineke din, hiştina rewşê tevî hemû qeyranên ku niha li holê ne. Lewra, mîna rewşa Îsraîl û Filistînê, Libnan jî wekî şaneyeke bêaramî û bêîstîqrariyê li Rojhilata Navîn dimîne.
Sûriyeya Esed a hilweşiyayî
Ev 12 sal in ku Sûriyeya dîrokî di nava şerê navxweyî de ye û welat di nava çend navendên desthilatê de hatiye dabeşkirin. Beşek ji aliyê Esed, Rûsya, Îran û Hizbullahê ve tê birêvebirin. Beşek ji aliyê milîs û çekdarên opozîsyona Sûriyetê û Tirkiyeyê ve tê birêvebirin. Beşeke din jî ji aliyê PKK, Amerîka û Fransayê ve tê birêvebirin.
Li wê navê jî DAIŞ û el-Qaîde wekî du hêzên terorîst ên cîhanî hem xwedî hêzên çekdar, hem jî cemawer û axê ne. Pênaseya herî baş a rewşa Sûriyeyê di van 12 salên borî de, ew hevoka latînî ye ku Thomas Hobbes di Leviathanê de bi kar aniye: belium omnium contra omes = şerê hemûyan dijî hemûyan.
Rast e, piştî rêkeftina Îran û Erebistana Siûdiyê di 10ê Adara 2023yan de li Pekînê, hêviyeke xurt ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê çêbû. Lê ji 7ê oktobirê ve û piştî teqîna mezin a Rojhilata Navîn, texmîna ku dê rewşa Sûriyeyê îsal jî (2024) wekî xwe ango wekî berê bimîne pir xurt e. Ango Sûriyeyê li Rojhilata Navîn dê nola çavkaniyeke bibandor a bêaramî û bêîstiqrariyê bimîne.
Tenê ji bo bibîrxistinê: Li gor Neteweyên Yekbûyî, pêwîstiya 13 milyon hemwelatiyên Sûrî bi alîkariyên mirovî heye, 6 milyon zarokên Sûrî li pêşber gefa mirinê di nav birçîbûnê de ne, 7 milyon kes di hundirê welêt de hatine cîhilkirin, 6 milyon kes jî penaberî welatên cîhanê bûn, 12 milyon kes li jêr gefa bêewlehiya xwarinê ne, ji sedî 80ê hemwelatiyan li jêr rêjeya xizaniyê ne û di dawiyê de jî 500 hezar kes heta niha hatine kuştin.
Yemena milîsan
Ji 2015an û heta îro, Hûsiyan paytexta Yemenê xistiye bin kontrola xwe, hemû çavkaniyên dewletê li ber destê wan in û mijûlî avakirina dewletê li ser modela dewlet-milîs in. Piştî qewitandina hêzên fermî yên dewletê, serokkomar, hikûmet û parlementoyê, Erebistana Siûdî ya Kurê Selman û Îmarata Kurê Zayid şerekî seranserî dijî Yemena Hûsiyan ragihandin, lê belê Amerîka û Ewropa ne amade bûn ku piştevaniya wan bikin û tew Amerîkaya Joe Biden Hûsî ji lîsteya rêxistinên terorîst derxist.
Lê ji 7ê Çiriya Pêşînê ve hevkêşe bi awayekî radîkal hatiye guhertin û vêga Amerîka û Ewropa hevpeymaniyeke navdewletî li dij Hûsiyan pêk tînin lê hêj pirsên Erebistana Siûdî û Îmaratê hene û bi hêsanî pabendî biryarên Washington û Brûkselê nabin.
Li derveyî van bûyeran jî, heya niha şerê birakujiyê li Yemenê bûye sedema kuştina 377 hezar hemwelatiyên Yemenê. Li Yemenê, her 9 xulekan zarokekî Yemenî di encama şerê birakujiyê de jiyana xwe ji dest dide.
Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî, eger birayên hev li ser peymaneke nû li hev nekin, 1.3 milyon Yemenî dê rastî gefa kuştinê bên. Amarên dawî nîşan didin ku hewcedariya ji sedî 80ê hemwelatiyên Yemenê bi alîkariyên mirovî heye, heke na dê jiyana xwe ji dest bidin.
Şerê Navxweyî yê Sûdanê
Sûdan ji bo Rojhilata Navîn a mezin û ji bo parzemîna Afrîqayê jî welatekî herî girîng e, ji ber ku sînorên wê yên bejayî bi heft welatan re hene, di nav wan de Misir û Lîbya û sînorên wê yên deryayî jî bi Erebistana Siûdî re hene. Têkçûna ewlehî û aramiya welatê Sûdanê dê rasterast an nerasterast bandorê li tevahiya deverê bike.
Ev yek sedema sereke ye ji bo hemû hewldanên Amerîka, Ewropa bi giştî û Erebistana Siûdî bi taybetî ji bo çareserkirina şerê ku ji 15ê nîsana 2023yan ve di navbera hêzên çekdar ên du generalên Sûdanê de dest pê kir û bû sedema bêtarên mezin.
Di şeş mehan tenê de, zêdeyî 5 hezar merivên sivîl hatin kuştin, 6 milyon kes jî bi darê zorê neçarî koçberiya navxweyî bûn, her tişt li dûv xwe hiştin û berê xwe dan deverên ku qet nebe hinek aramî li wan heye û nêzî du milyonan jî dan ser rêya welatên cînar û cih û malên xwe terikandin. Ev welatê mezin jî bi şerekî navxweyî yê seranserî di navbera birayên hevd de derbasî sala nû (2024) bû.
Lîbya: Yek welat û du hikûmet!
Ji bilî ku zêdetirî 10 salan e di şerekî bixwîn û dijwar de derbas dibe, Lîbya ji meha adara sala 2023yan û vir ve di ketwarê de li ser du hikûmetan dabeş bûye: Hikûmeta Evdilhemîd el-Debîbe li aliyekî û hikûmeta Fethî Elî Evdilselam Başaxa li aliyê din.
Her yek ji van her du hikûmetan behsa rewabûna desthilata xwe dike, her yek ji wan axekê, cemawerekî û çend dezgehên dewleteke têkçûyî birêve dibe û her yek ji wan jî toreke peywendiyan bi welatên derve re vedihûne.
Dabeşbûna Lîbyayê li ser du hikûmetan di demekê de ye ku welat di qonaxa xwe ya herî dijwar de derbas dibe, çunkî ji tomeriya 7 milyon hemwelatiyên wê, 2 milyon bi rengekî ji rengan bûne qurbaniyên şerê navxweyî yê birayên hevdu û 1 milyon hemwelatî jî her roj pêwîstiya wan bi alîkariya saziyên navdewletî heye yan jî dê ji nêza bimirin.
Herwisa şerê birakujiyê zêdetirî 400 hezar kesan neçarî koça navxweyî kir û bi dehan navçeyên niştecihbûnê yên pir dorfireh bi mayinan hatine çandin û heta niha bernameyeke paqijkirina wan tune.
Zilhêzên pergala cîhanî vê rewşê gelekî metirsîdar dibînin, lewra çend hewldanên dîtina çareseriyê dane lê hemû konferans û hewldanên ku par (2023) hatin kirin , bi ser neketin. Ne Fransa, ne Amerîka, ne Îtalya û ne jî welatên deverê nikarîbûn Lîbyayê ji qeyrana şerê navxweyî û parçebûna siyasî û erdnîgarî rizgar bikin û di dawiyê de, Lîbya bi hikûmeta Trablusê û hikûmetekê li rojhilatê welêt derbasî sala nû bû.
Misir û Erebistana Siûdî: Otorîterîzma Navendîparêz
Di nav van hemû qeyran, têkçûn, şer û hilweşînên mezin de, Misir û Erebistana Siûdî wekî du dewletên bihêz li Rojhilata Navîn, mijûlî dirustkirina modeleke desthilata navendîparêz a hişk û tund in ku meriv dikare jê re bibêje: otorîterîzma ku li ser geşbûna aborî hatiye avakirin.
Ango modeleke desthilatdariyê ku ti xewneke demokrasî, mafên mirovan û azadiyan di 'tûrikê' wê de nîne û tiştê tenê ku di berdêla îtaetkariya bê şert û merc a civakê de pêşkêş dike xewna geşbûna aborî ye.
Mareşal Sîsî li Misirê ji bo cara sêyem nola yekemê bêrikber bi rêjeya ji sedî 89.6 li ser heman rêça Husnî Mubarek hat hilbijartin.
Mihemed Kurê Selman jî ku niha tenê 38 salî ye, ger di bûyereke neçaverêkirî de nemire, bi kêmanî heta 88 saliya xwe, ango heta 50 salên din ku me dibin heta sala 2074an, dê Erebistana Siûdî bi vê modela navendîparêz û otorîter birêve bibe.
Îran û Tirkiye: Ber bi lûtkeya hêzê ve!
Di nav vê tevliheviya mezin a ku Rojhilata Navîn vegirtiye de, her diçe du kevneşopiyên dîrokî yên mezin ên dewletbûnê hegemonyaya xwe li ser hevkêşeyên navçeyî û cîhanî disepînin. Ji şerê Xezeyê bigire heta şerê Ukraynayê, Îran û Tirkiyeyê xwedî hebûneke bêhempa ne û bi awayekî pir biaqil her du şeran jî li gor berjewendiyên xwe yên niştimanî bi rê ve dibin.
Li ser asta Rojhilata Navîn, kêm caran qeyranek bêyî hebûna van her du zilhêzên sîstema herêmî, bi hev re yan jî ji hev cuda, derdikeve holê. Her wiha kêm caran bêyî van her du zilhêzan, bi hev re yan jî ji hev cuda, çareser dibe.
Berevajî hemû mînakên li jor, Îran û Tirkiyeyê bi amadekariyeke herî baş û stratejiyeke kûr a reftarê derbasî sala nû (2024) bûn.
Îraq û Herêma Kurdistanê li benda teqînên mezin in
Di dawiya sala borî (2023) de, Îraq û Herêma Kurdistanê di rewşeke herî xirab de bûn. Tenê di heyama hefteya borî de, çend nîşanên nerênî ji çend navçeyên Îraq û Herêma Kurdistanê derketin û rewş li hafa teqîneke mezin e.
Êrişkirina ser baregehên leşkerî yên Amerîka li Hewlêrê û birîndarkirina giran a çend kesên Amerîkî, bersivdana Amerîkayê bi êrişkirina ser Heşda Şeibî li her du parêzgehên Wasit û Babilê û kuştina çekdarekî Heşdê û birîndarkirina 22 çekdarên din, şerê di navbera Serayayên Selam û Esaibên Ehlê Heq de li navenda Bexdaya paytext bêyî ku hikûmeta Sûdanî bikare bi lez destwerdanê bike û şer rawestîne, kuştina du nêçîrvanên Siûdî û Kuweytî li Enbarê, hêvîşikestina kûr a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Bexdayê heta radeyekê ku mijara vekişîna Herêma Kurdistanê ji Bexdayê bibe bijarteyeke xurt li ser maseya gotûbêjan, dûrxistina Helbûsî ji serokatiya parlamentoyê ji aliyê saziya dadweriyê ve ku hegemonyaya Îtarê li ser heye û bi dehan nîşanên din, di sala nû de (2024), Îraq û Herêma Kurdistanê bi rewşa teqîna qeyranên mezin re rû bi rû dihêlin.
Li gorî zanyariyên min, serokwezîrê Îraqê bi xwe jî ji helwest, kiryar û bertekên beşeke girîng ji hêzên ku Îtar ava kirine hêrs û nerazî ye û di wê baweriyê de ye ku stratejiya wan a hevrikiya bi Amerîkayê re çewt e û dê Îraqê bi metirsiyên mezin re rû bi rû bihêle û tew tê gotin ku ger ev hêz bi vî awayî berdewam bikin, ne dûr e ku Sûdanî bi fermî mijara devberdana xwe ji hikûmetê wekî gefekê li Îtarê derxe pêş!
Bi kurtî, di sala 2024an de, li dawiya tunelê Îblîs hembêza xwe ji Îraqiyan re vekiriye û li benda hatina wan e!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse