Necef... Kilîta vekirina deriyên girtî
Ferhad Ebdilezîz Eladîn*
Roja 30ê Mijdarê, Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encama dawî ya hilbijartinên parlamentoyê ragihand. Vê ragihandinê ji bilî 5 kursiyan, tiştekî din ji encamên ragihandî yên roja 12ê Cotmehê neguhert. Serokê Tevgera Sedir bi twiteke kurt pêşwazî li vê ragihandina nû kir û got: "Spas ji Komisyona Hilbijartinan re". Di demekê de ku Çarçoveya Hevahengiyê encam bi daxuyaniyeke rojnamevanî red kirin: "Em helwesta xwe ya neguhêr a bi belge û dokumetan piştgirêdayî dubare dikin ku destkariyeke zêde ya encamên dengdanê hatiye kirin û ev wiha li me dike ku em van encamên niha red bikin".
Zêdebarî hebûna cudahiyeke mezin li ser hilbijartinan û encamên wan, piraniya hêzên siyasî dizanin ku ev encam nayên guhertin û hilbijartin nayên hilweşandin. Ev jî rûniştina li ser maseya gotûbêjan ji bo pêkanîna hevpeymaniyên siyasî û pêkanîna hikûmeta nû dike karekî bivê-nevê.
Ragihandina encama dawî wek xala destpêka tevgera siyasî ya çaverêkirî tê hejmartin. Em ê di van çend rojên hindik ên bê de, liv û tevgereke berbiçav û civînên li pey hev bibînin. Ev civînên ku dê serkirdên siyasî bînin cem hev ji bo dariştina bîrokeyan, zanîna helwestan bi arasteya hevpeymanî û pêkanîna mezintirîn frakisyon.
Cudahiya helwestên Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê
Serkirdê Tevgera Sedir roja 18ê Mijdara 2021ê konferanseke rojnamevanî saz kir û ragihand, dixwaze hikûmeta piraniyê pêk bîne "yan va ber bi bûna bi opozisyona niştimanî pêngav davêje". Di heman demê de berê xwe da hêzên siyasî û got: "Nabe windakirina we bibe destpêka wêranî û dawiya proseya demokratîk" Bang li serkirdên wan jî kir ji bo ku "xwe sererast bikin bi merema bidestxistina baweriya gel".
Ev gotara Sedir çend hefteyan piştî wê yekê tê ku aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, ku Hevpeymaniya Fetih û Hêzên Dewleta Niştimanî pêşengiya wê dikin, dijayetîkirina xwe ji encamên hilbijartinê re zêdetir kirin. Ev frakisyon dibêjin ku hilbijartin hatine destkarîkirin û dengên dengderên wan ji wan hatine dizîn û di civînekê de li ser vê yekê ev tişt ji Nûnera NY li Iraqê re ragihandin û dû re bi awayekî aşkere tekezî lê kirin bi daxuyaniya xwe ya herî nû ku tê de ragihandin biryar dane "Doza ku raberî Dadgeha Federal hatiye kirin ji bo hilweşandina hilbijartinan berdewam dikin".
Serokê Tevgera Sedir liv û tevgera siyasî birêve dibe û van dawiyan rê li şanda danûstandinan girt ku civînên siyasî saz bikin û çavê wan bi ti aliyekî siyasî bikeve. Wisa jî çalakiyên desteya siyasî di çend civînên dîplomatîk û bendewariya gulopa kesk de hatin kurtkirin.
Di demekê de civînên Çarçoveya Hevahengiyê bi şêweyeke dewrî berdewam bûn û tekezî li ser redkirina encamên hilbijartinê dikirin bêyî ku tevgereke rasteqîn û hewla guhertina rewşê bidin, çimkî ev çarçove ne xwediya qebareyeke siyasî ye û wer naxuye nêta wê hebe bikin hêzeke nû ku hewla kişandina frakisyonên din bi hêla xwe de bide yan li ser qadê nûnertiyeke wê ya rasteqîn wek qewareyeke hevgirtî û serbixwe hebe. Ev jî belge ye ku frakisyonên ku di vê çarçoveyê de kom bûne di hemî helwestên xwe li hember hilbijartinan de ne hevnêrîn û hevhelwest in.
Çarçoveya Hevahengiyê û Dadgeha Federal
Çavkaniyeke haydar ragihand ku hêzên Çarçoveya Hevahengiyê hefteya borî daxwaz ji dezgeha dadgerî kirin fermaneke welaî (dûvika Îranê) derxe û hemî rêkarên proseya hilbijartinê ji aliyê komisyonê û desteya dadgerî ya hilbijartinan ragire û ragihandina encama dawî qedexe bike heya dema ku ew daxwazên girêdayî nedestûrîbûna hilbijartinan û rêkarên wan raberî Dadgeha Federal hatine kirin, werin beralîkirin.
Lê ragihandina berî çend rojan a encama dawî ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, tê wateya guhnedana bi wê daxwazê. Lewra divê hêzên Çarçoveya Hevahengiyê bendewariya encama wan dozan, ku çend aliyek li ser nedestûrîbûna mersûma komarî û nedestûrîbûna biryara Civata Nûneran û hebûna destkarî û tezwîrê di hilbijartinan de, bikin. Li vir nebûna wadeke dawî ku Dadgeha Federal neçar bike berî bidawîhatina wê van dozan yekalî bike balkêş e. Dibe ku dadgeh di derkirina biryara xwe li ser van dozan çend mehan dereng bikeve.
Dûrî mijara birin û windakirinê, hêzên ku encamên hilbijartinê red dikin dibe ku di pêngava dadgehan de tiştekî bidest nexin. Di demekê de ku bi baweriya hin çavdêran ev tektîkeke demkî ya bêsûd e, çimkî ziyana hilweşandina hilbijartinan li ser van hêzan ji hêzên din zêdetir e. Zêdebarî ku hilweşandina hilbijartinan me ber bi nediyariyê dibe. Berdewambûna vê rewşa niha bêyî hebûna parlamentoyekê heya dema encamdana hilbijartina nû, herwisa ji ber nebûna parlamentoyê sererastkirina yasaya hilbijartinê yan guhertina komisyonê ne pêkan e. Ji xeynî ku encamdana hilbijartina nû bi heman şêwaz û mekanîzma di vê hilbijartinê de bikar hat dibe.
Çavkaniyeke haydar aşkere kir ku hin şarezayên warê yasayê bi nêrîneke yasayî şêwir dane Çarçoveya Hevahengiyê û ew nêrîn ev e ku hilweşandina hilbijartinan tê wateya vegera encûmena berê ya nûneran bo ser kar, lê piştevaniyeke yasayî û destûrî ya vê nêrînî nîne, çimkî parlamentoya borî hilweşiyaye, her çiqas hin gengeşeyên destûrî li ser mekanîzma hilweşandina parlamentoyê hebûn û piştî encamdana hilbijartinê û ragihandina encaman vegera li rewşa borî bûye rengek ji xeyalê.
Herwisa encamdana hilbijartina nû bi heman sîstema hilbijartinê û heman komisyonê bi ti awayî realîteya hilbijartinan ber bi pêş ve nabe û ti amajeyek nîne ji bo ku dengderê Iraqî careke din here ser sindoqên dengdanê ji bo ku dû re aliyên windakirî dubare di dema windakirina xwe di hilbijartinên nû de encaman red bikin.
Di heman demê de, wer dixuye ku civaka navdewletî rîska piştevaniya hilbijartineke duyem li stûyê xwe negire û bi şandina çavdêrên navdewletî hevawayê vê hilbijartina ku hat kirin neşîne û nêrîna navdewletî jî ew bû ku ev hilbijartin paqij û rast bû û civaka navdewletî bi rêya ragihandina Nûnera Sekreterê Giştî yê NY bo Konseya Ewlekariyê bi awayekî aşkere hişyarî da Iraqiyan û ragihand ku "Her hewldaneke nelêgal bi merema dirêjkirin an damalîna rastgoyiya proseya ragihandina encamên hilbijartinan an ji vê jî xerabtir, wek guhertina encamên wê bi bikaranîna tirsandinê û pêkanîna guvaşê encama wê tenê berevajî dibe û pêwîst e hemî aliyên têkildar ji berjêrbûna ber bi wê sernişîvê dûr bikevin…dijwarî di encamdana hilbijartinan de hebû, lê giring ew e ku di aliyê teknîkî de bi başî birêve çû û komisyon û aliyên din di vî warî de hêjayî rêzgirtinê ne".
Liv û tevgereke siyasî ji bo şikandina qeşayê
Li gel pêkutiya aliyên ku dijberî hilbijartinan in bi redkirina encaman bêyî ku çareserî bi wan re hebe û pêkutiya aliyên serkeftî bi berdewamîdana bi proseya hilbijartinê bêyî hebûna gotûbêjeke rasteqîne di navbera wan de ji bo tijîkirina derzê û avakirina pirekê, dîmena siyasî ya Iraqê aloztir dibe û tişta ku li vir pêwîst e vekirina asoya gotûbêjê di navbera aliyên nakok de ye.
Şepêla tevgera siyasî di van rojên bê de, piştî pejirandina encamên dawî ji aliyê Dadgeha Federal di hefteya bê de, hildikişe û zêde dibe. Ev jî wiha li Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê dike di kêferatê de bilezînin û hêzên biçûk bikişînin hêla xwe. Di heman demê de serbixwe, xasma ew ên opozisyon in hewla pêkanîna frakisyonên qebare navîn didin da bibin hêzeke siyasî ya berbiçav. Dibe ku hin parlamenterên serkeftî jî çaverê bikin da bizanin berê bayê li kû ye, berî biryar bidin herin bal vê frakisyonê yan yeke din.
Li meydana Sunî jî tevgereke hestpêkirî heye ji bo kişandina serkeftiyên frakisyonên biçûk û serbixwe, çimkî pêwîstiya Hevpeymaniya Teqedumê bi kişandina serbixweyên zêdetir heye û pêwîstiya Hevpeymaniya Ezmê jî bi kesên dijberî Hevpeymaniya Teqedumê heye ji bo komkirina zêdetirîn kursî da bibe ew hêza mezin ku bikare nûnertiya Suniyan bike. Dibe ku ev hevrikî bibe sedema derketina du hêzên hempa ku nûnertiya Suniyan dikin û di encamê de li ser her du bereyên Şiî dabeş bibin.
Tê pêşbînîkirin her du frakisyonên Kurdî li ser yek helwestê li hev bikin û wek frakisyoneke hevgirtî û bi daxwazên diyar herin Bexdayê. Çimkî her du frakisyon baş dizanin ku dabeşbûna wan di sala 2018an de roleke mezin di qelskirin û lawazkirina Kurdan de li Bexdayê lîst û nabe heman parçebûn dubare bibe. Ji ber vê sedemê li ser wan kesayetan li hev dikin ku di postên serweriyê de nûnertiya wan dikin bi mercên diyar û hevgirtî, ji bo çûna nav her hevpeymaniyeke çaverêkirî.
Di warê dîtina rêçareyê de, her sê serokatiyan kar li ser destpêşxeriyeke siyasî ji bo komkirina neyaran kirin û dest bi gotûbêjan kirin ji bo dîtina çareseriyeke qayîlker. Lê destpêşxeriya serokatiyan bi fermî nehat ragihandin û wiha ma. Armanca vê destpêşxeriyê qebûlkirina encama hilbijartinan û pêkanîna encûmena siyasetan an a ku jê re dibêjin encûmena federal bû, ligel tekezkirina li ser mana Heşda Şeibî û pêkanîna hikûmeta tifaqê.
Ji hêla xwe ve û di pêngaveke ji nişka de, Muqteda Sedir hemî serkirdên Çarçoveya Hevahengiyê dawetî xwarineke şîvê yan firavînê li Necefê li mala bavê xwe, Seyid Mihemed Sadiq Sedir kir. Ev dawetname wek şaxekî zeytûnê bû ku Sedir dirêjî hêzên hevrik kir bi merema diyalog û rêkeftinê, xasma jî ku cihê kombûnê sembolîzmeke berbiçav tê de heye û amaje ye ku biryar biryareke Iraqî dibe û rêkeftin li Necefê çavkanî digire li şûna paytextên herêmî û navdewletî, ji vê jî giringtir ew e ku mala lêveger Seyid Mihemed Sadiq Sedir mala hemiyan e.
Hêzên Çarçoveyê heya niha û li ser asta serkirdên wan bi fermî caba wê dawetnameyê nedane, lê daxwaza şandina nûnerên Sedir kirine ji bo ku di nav Çarçoveyê de gotûbêjan bi wan re bikin berî ku pejirandina xwe ji bo destpêşxeriyê ragihînin. Bi serkirdeyekî diyar baş e ku bersiva dawetnameyê bidin û Necefê bikin xala destpêka dîtina çareseriyan, xasma jî di demekê de Sedir ku li mala bavê xwe dibe nermiyeke zêdetir nîşan dide ji cihên din û pêkan bû kar li gor bingeha "rêzê li merivê Ereb bigire û ebaya wî jê bistîne" bihata kirin.
Heke hêzên siyasî dawetnameya ji bo Necefê qebûl bikin, ev dibe xaleke giring a destpêkê ji bo ji hev nêzîkbûna rasteqîn a dîtinan û vebûneke siyasî ku dibe ku bibe sedema destnîşankirina serokatiyan û parvekirina kabîneya wezaretan. Lê heke di gihiştina rêkeftinê de bi ser neket, dê xetimîna siyasî berdewam bibe û dibe ku çend meh bi gotûbêj û danûstandinên dûvdirêj ên bêhûde vala herin û dû re hemî careke din vegerin ser maseya gotûbêj û rêkeftinê piştî ji destdana demê û westîna zêdetir û têkbirina birêvebirina welêt piştî çûna nav sala 2022 bêyî budce û di nêv şepêleke nû ya webaya korona de bi sedema guhertoka wê ya nû û daketina nirxê petrolê vê dawiyê bi rêjeya bêhtirî ji %20.
* Ferhad Eladîn, Serokê Encûmena Şêwirmendiya Iraqê ye.