Hêza nerm a PDKê
Hêza nerm a PDKê
(1)
Serkeftinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di herdû hilbijartinên parlementoyên Bexda û Kurdistanê de, di demekê de bû ku piştî xiyaneta 16ê Cotmehê, jiholêrakirina PDKê dihat fikirîn. Tiştên ku di 16ê Cotmeha 2017an de, di 23ê Hezîrana 2015an de û di 4ê Tebaxa 2014an de qewimîn, tam weke rojên berî 31ê Tebaxê bû ku bi qewlê Farisan "heyv û ewr û tav" dest dabûn destê hev ji bo jinavbirina PDKê, lê belê di hersê rawestgehan de berteka PDKê weke 31ê Tebaxê nebû. Her çiqas hemû hewldan di wê arasteyê de bûn ku PDK ber bi şerekî navxweyî were rakişandin, PDK weke xwediyê projeya referanduma serxwebûnê sebr kir û cama jehrî vexwar.
PDK ji 2012an ve ti baweriya wê bi rêkeftina stratejiya li gel YNKê nemaye. Ji ber vê yekê jî di sala 2013an de xwest ku Tevgera Goran weke şirîkeke stratejî ya ji bo siberojê bicerîbîne, lê wê jî di sala 2015an de nekarî girêka derûnî ya dîrokî ya li hember PDKê derxe. Hêza nerm a PDKê ji 19ê Tebaxa 2015an ve kete kar. Goran ji xeleka hikumranî dûr xist û YNK jî kontrol kir. Ji bo PDKê mezintirîn metirsiya ku di deh salên derbasbûyî de di sînorê desthilatdariya xwe de rûbirû bûye, Tevgera Goran bû. Lewma PDKê hemû êrişên çend salên derbasbûyî weke derfetek ji bo rewatiya navxweyî û navdewletî dît.
Niha hêza nerm a PDKê encamên gelek erênî ji bo wê partiyê li pey xwe anîne, hemû wan kartên ku berê di destê rikeberên wê de bûn, derketine holê. PDK bi heman metoda opozisyonê, hikumranî dike. Endamên wê yên di vê gera parlementoyê de piraniya wan xort in û ew kes in ku bi baldarî û xebata xwe gihiştine. Ew kes in ku mûçeya xanenişî û taybetmendiyê qebûl nakin û mizgîniya wê yekê didin xelkê, ku berî her kesî ew dê çavdêr bin li ser kar û erkên hikûmetê. Lewma eger di çar salên bê de PDK li ser wê metoda xwe berdewam bibe, pêngavên ber bi bûna partiya serkirde bileztir dike. Bi taybetî jî ku ji aliyê herêmî û navdewletî piştevaniya wê heye û tenê dengên zêdetir divê.
Destpêka şerekî din
(2)
Du tişt PKK û YNK dixin cebheyekê. Yek ji wan stratejiya Îranê ye li herêmê û ya duyem jî dijayetîkirina PDKê ye. Her çiqas piştî bidawîbûna şerê sar û vebûna deriyê Tirkiyê li ber PDK û YNKê, Talebanî xwest bi şer li gel PKKê û piştre bi navbeynkariya di navbera PKK û Tirkiyê de xwe nêzî Tirkiyê bike, lê helwesta Tirkan li hember Talebanî û partiya wî qet neguherî. Ew jî ne ji ber wê yekê ku wisa difikirîn ku YNK partiyeke gelek netewî û hevpeymana PKKê ye, ji ber wê yekê bû ku li gor wan, Talebanî kesekî wisa nîne ku tu li ser sozên wî hesab bikî. Heta dawiya şerên destpêka sala 2000an ên li gel PKKê jî (ku pere, xwarin û vexwarin û teqemenî ji Tirkiyê kete destê YNKê) hê jî Tirkan bi çavên guman li YNKê dinêrî, lê hêviya Talebanî ji wê yekê hebû ku Tirkiye bi heman serederiya ku li gel PDKê dikir, li gel wî jî bike.
Pavel Talebanî ku li gel zirpismamê xwe, meha derbasbûyî di civîna serokomar û Wezîrê Derve yê Tirkiyê de amade bûn, soza wê yekê ji Tirkiyê re da ku çalakiyên PKKê li deverên nifûza YNKê bide sekinandin, wan ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê re gotibûn ku PKK ne tenê li ser we gef e, li ser me jî gef e! Hemû wan tiştên ku niha bi rêya Qubad Talebanî dijî PKKê dikin, baca wan zanyariyan e ku berî niha wan bi xwe dane Tirkiyê û rojek dê were xelk bizane musebibê girtina geştên esmanî yên Tirkiyê bi ser Balafirxaneya Silêmaniyê kî bûye!
Tirkiye dê ji bo sînordarkirina PKKê li sînorê Silêmanî û Germiyanê, YNKê xelat bike, lê bi vê yekê jî dê razî nebe. Wan bûyera tûrik xistina ser efserên xwe li Silêmaniyê (bi îxbara Pavel Talebanî) ji bîr nekirine û li benda wê yekê ne ku vê carê jî weke wekîlê wan û weke soz dane, şerekî xwînavî li gel PKKê bikin.
Hey "dad" û bê "dad"!
(3)
Wergirtina wezaretekê li kabîneya Adil Ebdulmehdî ji bo YNKê bûye tehedayeke mezin, weke heman wê tehedayê ku PDK di mijara wergirtina posta serokomariyê de kir. Helbet PDK daxwaza wê wezaretê nake û ti berbijêrê wê jî ji bo wê postê tine ye (ji ber ku naxwaza bibe aliyekî rikeberiyên taîfî û mezhebî), lê naxwaze bibe ya YNKê jî. Bi vê jî dixwaze ji YNKê tol hilde. PDK naxwaze ev mijar weke muzayedeyeke neteweyî bi ser wê de bişkê, lewma di vê proseyê de piştevaniya du bijardeyan dike, yek ji wan neteweyên din ên weke Tirkmen, Mesîhî û Êzdî, ya duyem jî eger bibe ya Kurdan, ji Tevgera Goran re were dayîn. Eger PDK bikare vê ji Goran re misoger bike, him tola sextekariyê hildide û him jî ji bo pêkanîna kabîneya nû, bingeha serdemeke nû di karê hevbeş ê navbera herdu aliyan de çê dike.
Eger wezaret bibe ya YNKê jî, hinekî din jî Goran mikurtir dike ji wê yekê ku di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdariyeke çalak bike.