Başe leyîstikvanê tîma Tirkiyeyê Merîh Demîral bi tilîkên xwe ya dilê xwe û tîma Tirkiyeyê ya "neteweyî" nîşan da. Xuya ye yê herî xam ew e. Ya leyîstikê divê meriv bêje serkeftî ne, yê serkeftî jî mafê wan e, meriv bêje siheta we xweş.
Lê ji berê de Tirk û pergala Tirkiyeyê; sport, wêje û sînemayê û heta ax û hewayê ji bo regezperestiya xwe weke çek bi kar tînin.
Gotina wan heye dibêjin: “Her Turk Asker dogar- Her Tirk leşker tê dunyê.”
Di bin kakilê hişê wan de, her ew kuştin û têkbirina mirov û miletên din heye.
Çawa ku gur kedî nabin, ew jî bi vê hişmendiya xwe ya kujer kedî û ko nabin. Roj bi roj bi qasî ku bi hêz dibin dijminatiya wan ya li dijî milet, çand û olên din bêhtir rû dide û derdikeve holê.
Ew nikarin bi çavê biratiyê, dostanî û wekheviyê li milet û çandên din binêrin. Bêrêziya wan ya li hemberî sirûd û alên miletê din, li stadyuma jî eşkere ye.
Mebest ji vir girse ye, ne takekesên yê Tirk jî wan weke Tirk qebûl nakin e.
Di bin hişmendiya wan de neyartî heye. Ev xeter e ji bo çanda pêkvejiyanê di vê serdema global de.
Nabe ku dewlet bibe amûreke tunekirina çand û miletên din û hemû derfetên dewletê ji bo: “yek netewe, yek ziman û yek olê” bêne bikaranîn.
Lê ew dikin û Ewropî jî çavên xwe ji bo berjewendiyên siyasî, aborî û stratejîk lê digirin.
Derdê Ewropiyan berjewendiyên aborî ne, yê Tirka yên olî û "netewî" ne. Ew ji hezar salan û vir de, nakokiyên di nîvê cîhana Xiristiyan, ên di navbera Ortodoks û Katolîkan sûdê werdigirin û dibin hêza sêyemîn.
Ne tenê yê navbera Xiristiyanîyê, ji yên cîhana Misilman jî sûdê werdigirin û ji bo xwe bi kar tînin. Mebest nakokî û şerê di nîvê Sunî û Şîeyan e. Şerê Îsraîlê û Filistînê jî derfetên siyasî û aborî dide wan. Mînaka din şerê Ukrayna û Rûsyayê ye, ew bi her du aliyan re didin û distînin.
Heta dibin navbênkar. Xwe weke kevokên aştiyê nîşan didin lê li her deverê çekdar û şervan in.
Lê divê meriv vê jî bêje; ew ne tenê di gogê de, di siyaseta xwe de jî serkeftî ne. Ji hemû ketina serkeftina jî çê dikin. Ger ne wisa ba, ew bi çend êl û karwanên ji ber birçîbûnê ji Asya Navîn hatine û nedibûn serwerên sê parzemînan. Em dizanin Osmaniyan bi navê Îslamê ji Ewropa, Asya û heta bi Afrîkayê serwerî kiriye.
Ev jî bi dilê me be, yan ne bi dilê me be wisa ye.
Yên me bi hev dikevin, ên wan bi hev re ji bo berjewendiyên xwe yên hevbeş bi pêş ve dikevin.
Mirovên ne xwediyê vîzyona giştî û neteweyî bin, dibin xulamên milet û çandên xwedîvîzyon.
Tevî ku ev têgeh, ne têgeheke çak û nûjen e jî em dibînin ku ev têgeh û rêbaz li hemû cihanê dibe desthilat.
Li seranserê cîhanê hêz û kesên regezperest û heta faşîst bi ser dikevin. Li Fransa, Almanya, û welatên din yê Ewropa û Amerîkayê jî desthilat dikeve destê rastgir û parêzkaran. Ev bixwe jî metirsiye ji bo aştiya cîhanê lê yên bêalî tim dibin qurbanî. Yên bêhêz jî nabin xwediyê tiştekî dikarin tenê bibin xulam û dijminê yên xwe.
Xuya ye yên herî zêde ji bo xwe vê çerxê bi kar tînin Tirk in.
Ji bo Tirkan mebest ne tenê şerîet û gurên boz e, armanc û doz e.
Encam jî xuya ye. Ji bo meriv bibe hêz û xwedî gotin, divê meriv ji xwe dest pê bike, ne ji ber deriyê xelkê din.
Tirk serkeftî ne lê yên me, yan em çi dikin?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse