Li taxekê ji taxên Zaxoyê, çavê me bi pêşmergeyekî kevn ket. Heke tu wî bidî ber wê westîn û zehmetiya ku di germiya xortaniya xwe de pê re rû bi rû maye, hîn çalak û li ser xwe ye. Ma kî bi qasî pêşmergeyekê westiyaye, xasma ku ji destpêka ciwaniya xwe ve tev li şoreşê bûbe!
Ji bo ku sohbeta me germ û şexsî be, me bi vê pirsê dest bi axaftina xwe kir: Rola Zaxoyê di şoreşên Îlon û Gulanê de çi bû? Wî jî bersiv da û got: Keko, jixwe Zaxoyî ne tenê şoreşger bûn, axir li Zaxoyê wiha berbelav e û tê gotin ku "her kesê ava Xabûrê vexwaribe hunermend û dengxweş e", lewma Zaxo bajarekî hunerperwer û xwedî çand e jî.
Bê guman her pêşmergeyek çîrokeke wî ya taybet heye, lê çîroka Îsa Ehmed Şemo cuda ye. Di Şoreşa Îlonê de, di temenekî biçûk de dibe endamê mefrezeyeke mîna birûskê ya êrişker a taybet li ser dijmin.
Piştî têkçûna sala 1975ê, ku bi komployeke navdewletî pişta dirêjtirîn şoreşa kurdî li erdê hat xistin, serkirdeyên Beisê û hikûmeta Iraqê qaşo mizgînî didan ku êdî çiyayên Kurdistanê careke din pêşmergeyan li ser xwe nabînin. Lê wan xeletiyek kir, ne tenê xwesteka wan pêk nehat, lêbelê di dawî de ew bi xwe jî ketin wê çala ku ji bo şoreşa kurdî kolabûn. Lê Kurd bi her awayî rabûn ser piyan û ew ranebûn, ji ber ku ew bi wan reftarên xwe, wek kurd dibêjin, bûn rûreşên her du dinyayan.
Piştî çend mehan ji têkçûna Şoreşa Îlonê, gundê Roboskê li Bakurê Kurdistanê dibe xala bi hev gihandina kurdên şoreşvan ên Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê ku ji sifrê dest pê dikin, dixwazin rûbirûyî wan kesan bibin ku qaşo mizgînî didan ku pişta kurdan bi awayekî şikandine ku êdî nikarin careke din rahêjin çekan û şer bikin.
Çîrokên Îsayê pêşmerge gelek in. Me çend çîrok di programa Pencemorê de vegotin, me qala çalakiya yekem, şehîdê yekem û yekem birîndarê piştî têkçûnê kir. Lê ez dixwazim dabaşa serpêhatî û çarenûsa mefrezeyeka bîst kesî bikim ku serpêhatiyeke sosret û kezebsoj lê her wiha serbilind e.
Hikûmeta Iraqê ji bo ku plana xwe bi temamî cîbicî bike, dest bi veguheztina gundên li ser sînor dike, meseleya cudakirina masiyan ji behrê û cudakirina pêşmergeyan ji xelkê taktîkek e ku dagirkeran li hemû cîhanê serî lê daye.
Mefrezeyeke bîst kesî, ji bo rûbirûbûna Beisê, plana avêtina ser navendeka artêşa Iraqê li ser çiyayekî asê datîne, lê plan wek ku berneme jê ra hatibû danîn, ji pêşmergeyan re naçe serî û dikevin nav zeviyeke mînkirî û yanzdeh pêşmerge birîndar dibin ku 3 ji wan li ser keviya mirinê bûn, lê belê hevalên wan çawa dibe bila bibe hemû birîndaran ji cihê bûyerê vediguhêzin.
Şeveka herî reşetarî ye. Dijmin dizane ku ew tûşî derdekî çawa kirine, lewra serê sibehê bi hêzeka mezin dide pey şopa pêşmergeyan. Her ku diçe ronahî şeva pir reş û tarî ji hev belav dike, lê ev yek ne di qezenca pêşmergeyan de ye.
Nîqaşê dikin li ser biryara ka bi hev re bimirin yan jî sê pêşmergeyên birîndar ên li keviya mirinê ne li pey xwe bihêlin, di dawiyê de biryara dijwar didin û birîndar jî bi îsrar in ku ew wan biterikînin û herin. Ji ber ku wan dizanibû ku di wê tofanê de kes nikare wan rizgar bike û mirineka neçarî li benda wan e, lê nedixwestin ji ber wan hemû endamên mefrezeyê bimirin, lewma ji wan dixwazin ku biçin.
Ji pêşmergeyan yekî ku navê wî Salih Koçer e, berê xwe dide Mûsa Ehmed û jê re dibêje: "Li min sar e, qapûtê xwe bide min". Ew jî bi axîneka tije hesret çakêtê xwe dide rêhevalê xwe, çi felaket e.
Her du pêşmergeyên din ên birîndar bi navên Ebdilrehman Salih ji Zaxoyê, Hesen Boselî ji Zaxoyê û Salih Koçer ku ew jî ji Zaxoyê bû dispêrin çarenivîseke nediyar. Ew pêkutiyê dikin ku hevalên wan herin û wan li dû xwe bihêlin, çimkî rijd dizanibûn ku derbaskirin û xelaskirina wan bi wî halî ne mimkûn e, êdî çima hevalên wan ku nîvê wan birîndar in û birînên wan bêkêr in, bi kom bên kuştin, çêtir e ku ew karwanê xwe bidomînin.
Ji ber vê yekê neçar dimînin ku her sê birîndaran di nav çend teht û zinaran de li pey xwe bihêlin. Hêj pêşmerge pir dûr neketine, dengê şarjor û gullebaraneka zêde gelî dihejîne. Iraqî bi birîndarî jî newêrin xwe nêzî pêşmergeyan bikin, rast û çep gulleyan bera wan didin, du ji wan şehîd dibin, Ebdilrehman Salih û Salih Koçer hema di cihê xwe de şehîd dibin. Hesen Boselî bi birînên xwe yên giran ve tê girtin, wî dibin Bexdayê û piştî demekê li Bexdayê tê îdamkirin.
Îsa di berdewamiya vegotina xwe de dibêje: Piştî ku me 8 birîndarên xwe yên din şandin gundên Bakurê Kurdistanê, em pêşmergeyên din çûn baregeha serkirdayetiya me li quntara çiyayê Komateyê, berpirsê me Cewher Namiq bû.
Dema me xeber da wî û me jê re got ku me her sê birîndar li şûn xwe hêlane, kekê Cewher bû parçeyek ji êgir, li me zîvirî û got: We çi karekê şoreşgerî kiriye, çawa ji dilê we hat hûn birîndaran li pey xwe bihêlin? Me dixwest em wî li ber bixin ka em di çi rewşekê de bûn û ew birîndar jî şehîdbûneke neçarî li benda wan bû.
Lê kekê Cewher aram nedibû û digot: Diviyabû we ew parçe parçe bikirana û we her parçeyek têxista çentepiştên xwe, ne ku termên wan bikevin destê dijmin. Îsa zûzûka digot, keko axir mêrxasiya kekê Cewher li tu cih û di tu rewşekê de henek pê nedihat kirin.
Îsa dibêje, tevî ku em jî nola kekê Cewher di wê xemê de bûn, lê carinan pêwîst e tu biryarên kezebsoj bidî, lewra tevî wê hemî westînê, kekê Cewher biryara 5 meh cemidandinê li hember min wergirt û ez jî pabendî wê biryarê bûm.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse