Metirsiyeke din li ser Herêma Kurdistanê

Piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên, ji ber aramîya Herêma Kurdistanê û nearamîya deverên din ên Iraqê, di qonaxên cuda cuda de erebên sinî û şiî, li Herêma Kurdistanê hêwirîn. Bi taybetî jî ji hatina terorîstên DAIŞê û zeftkirina deverên sunî û vir ve, lehîya hatina ereban şêwazeke berfirehtir li xwe girt. Bi şêweyê koçeke bikom li Herêma Kurdistanê hêwirîn ku hejmara wan wek nêzîkî du milyon kesan dihat texmînkirin.

Rêveberîya Herêma Kurdistanê û sazîyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) wek (koçber) bi awayekî mirovî bi erebên vê lehîya koçê re tevgerîyan û pişka wan a zêde li kampên niştecihbûna demkî hatin bicihkirin.

Piştî şerê DAIŞê, hinek ji van mişextan vegerîyan cihên xwe, lê hinek ji wan jî bi sedema wêranbûna navçeyên wan û nebûna derfetên kar û jîyanê li cîwarên wan ên berê, her wiha bi sedema rewşa nearam ku Heşda Şeibî li deverên wan çêkir, newêrîbûn vegerin û bi temamî biryara mana xwe dan û li bajar, bajarok û gundên Herêma Kurdistanê niştecih bûn.

Tevî ku hêj beşeke wan a din li kampan maye û hêj çareserî ji bo veger û niştecihkirina wan li cîwarên wan ên berê nehatiye dîtin, lê ev demek e şêwazeke din a hatina ereban berê xwe daye Herêma Kurdistanê. Lehîya vê carê merivên destdirêj, xwedî sermaye û zengînên ereb in. Ji bo kirîna xênî û lojmanên niştecihbûnê û milkên bazirganî û bazarê, berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Li gor detay û hejmarên ku çavkanîyên fermî yên Herêma Kurdistanê belav dikin, bi sed hezaran xênî, lojman, otêl, mall, xwaringeh û bazar ji alîyê ereban ve hatine kirîn. Wek tê qalkirin, hin komelgehên niştecihbûnê hene xwedîbûna wan bi temamî bi navê ereban hatiye tomarkirin. Hejmara wan bi awayekî zêde bûye ku li hin navedên bajar û bajarokan rêjeya wan gihiştîye çarêka rûniştîyan.

Pirs ev e: Gelo tê gumankirin ku ev planeke hûr be û bername jê re hatibe dariştin û danîn? Yan her di kokê de, gelo hatin û mana ereban li Herêma Kurdistanê, ti metirsîyekê li ser siberoja Herêma Kurdistanê çêdike? Gelo çêdibe wek destpêkirina proseya erebêkirinê li vê lehîya koçê were mêzekirin?

Ji bo ku caba van pirsan bikeve destê me, pêwîst e em pêşî fêm bikin gelo ti nêteke civaka ereb a dagirkarîyê heye? Heke bersiva rast bikeve destê me ku çavê ereban li dagirkirina Kurdistanê ye, hingê em dikarin ferz bikin ku hemî tiştên diqewimin plan û bernameya aqilekî nedîyar in li pişt proseya şandina ereban bo Herêma Kurdistanê. Jixwe heke em bigihin wê bawerîyê jî ku ti nêteke wisa li holê tune ye, hingê pêkan e wek rewş û barêşeke demkî û neçarî lê were mêzekirin ku di van şert û mercên taybet de hawara xwe gihandine kurdan û her demekê derfeta vegera wan çêbû, dê herin cihên xwe.

Ji bo bidestxistina bersiva rast a van her du alîyên vê pirsgirêkê, pêwîstîya me pê heye ku em ereban nas bikin. Bi awirdaneke kurt û lezgîn li dîroka ereban ev bersiv bi dest me dikeve ku civaka êlperest a ereb ji berbanga dîrokê û heta hatina îslamê û piştî qonaxa hatina îslamê jî bi sedema belavkirina olê, bi awayekî berdewam hewl daye derdora xwe dagir bike.

Ji erdnîgarîyeke biçûk a Nîvgirava Erebî bûne xwedîyên erdnîgarîyeke berfireh a welatê erebî. Eger sînor ji hegemonî û desthilata wan re nehata danîn, çavê wan lê bû ku hemî cihanê kontrol bikin. Ol, hişmendî û cihanbînîya civaka wan a êlperist alîkar e ku hergav çavê wan li berfirehbûnê be.

Eger em dîroka erebkirinê û qonaxên vê proseyê li Kurdistanê jî bînin ber çavê xwe, dê ji me re derkeve ku li ser her du astan (desthilata erebî û civaka erebî) her duyan bi hev re û cuda cuda jî pêvajoya erebkirinê bi rêve biriye. Lewra bê guman ew bersiv li bal min zelal e ku nêta ereban a dagirkirinê heye.

Gava ez ji vê bersivê jî piştrast im ango ez dikarim bêjim tişta diqewime, bi plan û bernameyên hûr û gav li pey gavê birêve diçe, îmkanên madî û mirovî ji bo cîbicîkirina wê hatine danîn.

Heke em li dîrokeke nêzîk binerin, gava DAIŞê êrişî çend bajar û bajarokên Iraqê kir û di demeke pir kin de dest danî ser wan, beşeka zêde ji kesên ku mişext bûn, berê xwe dan Bexdaya paytext, bi sed hezaran malbat ji Rumadî gihiştin Bexdayê.

Plan ew bû ku ev şape berê xwe bide Herêma Kurdistanê. Bexdayê derîyên paytextê di rûyê niştecihbûna wan de girt û hemî birin nav Balafirgeha Bexdayê û ji wir bi rêya balafiran veguhastin Hewlêrê. Li ser qadê jî berê karwanê koçberan ber bi hêla Herêma Kurdistanê guhert.

Deverên ku di şerê DAIŞê de nehatibûn wêrankirin, bi hênceta lêgerîn û girtina çekdarên DAIŞê bi erdê ve hatin dûzkirin. Tew piştî kutabûna DAIŞê bi sepandina hukmê awarte yê desthilata hov a Heşda Şeibî, rêya vegerê û derfeta niştecihbûnê li piranîya xelkê girt. Armanca demkî eger di rûkeş da hevrikîya mezhebî bû, lê stratejî ji bo birêveçûna proseya erebkirinê li Herêma Kurdistanê ye.

Dibe ku hin kes bipirsin yan gumana wan hebe heke ji bo erebkirinê ye, nexwe ji ber çi w li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê niştecih nekirin, yan çima berê şapeya wan niha ne li wir, lêbelê li Herêma Kurdistanê ye?

Heke em li qonaxên erebkirinê li Mûsil, Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên her du parêzgehên Kut û Dîyaleyê binêrin, pêşî hejmara erebên ku anîbûn wan deveran pir kêm bû. Lê berdewamîya sîyaseta erebkirinê li milekî û xisleta taybet a malbat û civaka erebî ya zêdebûn û geşbûna nesiruştî ya malbatên wan, encama wê ew e ku hin navçeyên Kurdistanê bi tevahî hatin erebkirin.

Niha ew pişka Başûrê Kurdistanê ku li jêr hukimdarîya ereban e, tenê hejmara erebên ku li wan cihan in, mana wan û geşbûna wan a nesiruştî heta çend dehsalên din jî serkeftina proseya erebkirinê misoger dike. Lewra pêwîstîya wan pê heye ku hêkdankên erebkirinê veguhêzin beşa Başûrê Kurdistanê ku li jêr hukimdarîya kurdan e jî.

Ji bo kesên ku agahîyên wan li ser dîrok û qonaxên erebkirina Kurdistanê hene, dizanin ku hatina ereban bo her deverekê heke bi hejmar kêm bin jî, ne tenê di nav civakê de nahelin, lêbelê di siberojeke demdûr de dibin gef li ser civakê bi xwe jî.

Hemî deverên Kurdistanê ku hatin erebkirin, pêşî çend malbat û binemal yan eşîrên ereb li wan qesidîn, palner û hokarên ku me berê qala wan kir ji bo zêdebûna hejmara wan, wiha kirin ereb bi lez bibin piranî.

Ji bo dema niha ya Herêma Kurdistanê jî, hebûna vê hejmara ereban ku bêhtirî milyon kesî ye, çend dehsalên kêm jê re pêwîst in ku hejmara wan ji rêjeya kurdan zêdetir bibe û bibin gefeke metirsîdar li ser guhertina demografîya Kurdistanê û nasnameya wê ya niştimanî.

Lewra qet nebe pêwîst e Herêma Kurdistanê di qonaxa ewil de derî li pêşber hatina komên din bigire. Ji bo kesên li hundirê Herêma Kurdistanê jî, pêwîst e yasa û zagonên Herêma Kurdistanê li ser wan werin cîbicîkirin ku yek ji xisletên herî darîçav ên civaka erebî ew e ku çar jinan tînin.

Li nav kampan û di bin çadiran de, li Herêma Kurdistanê mîna kargeha berhemanîna însanan, salê çar zarokan çêdikin. Divê li gor yasayên karpêkirî yên Herêma Kurdistanê pêşî li pirjinîya ereban jî li Herêma Kurdistanê were girtin.

Çunke Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ya naskirî ye û zimanê fermî yê Herêma Kurdistanê zimanê kurdî ye, divê ew tevdîr û tedbîr li ser wan werinferzkirin ku xwe bi civaka kurdî re biguncînin û hînî zimanê kurdî bibin.

Bi kurt û kurmancî, pêwîst e Herêma Kurdistanê sîyasetekê bimeşîne yan wan di nav kurdan de bihelîne yan jî wiha bike hîs bikin bi çewtî li Herêma Kurdistanê dijîn û li çûnê bihizirin.