Hilbijartinên bi bendewariyên mezin

06-03-2019
Selahedîn Çelîk
Nîşan AK Partî HDP CHP
A+ A-

AKP


Dîsa hemû hêviya xwe bi Erdogan û derfetên dewletê ve girê daye. Lê em zanin ku ew ji zimanê êrîş û tevdanê hez dike. Dijmin pêwîst e; "HDP hevyekê PKKê ye". Bi wê gefê dixwaze derb li CHPê jî bide. Tevî piştgiriya çapemeniyê jî, serketina Erdogan bi helwesta partiyên dijber û fêma civakê ve girêdayî ye.

 

Desthilat bi gefa qayuman civakê ditirsîne. Û astengî, girtin, guhartina ciyên dengdanê, dengdêrên xeyalî.., wisa ku ew di çapemeniya biyanî de jî bûye mijara tinazan: "Serjimara Tirkiyê, ji ya Çînê borî".

 

Hilbijartina şaredariyan, rasterast bi berjewendiyên karsazên herêmî ve girêdayî ye. Desthilat gefa "hûn dûçarê min û kayyimên min in" dixwe. Miroj ji kîjan alî ve lê binêre jî, nikare qala hilbijartina dadmend bike.

 

Di hilbijartinên salên dawî de desthilat, bi hunerî bi hişmendiya girseyan leyist. Kurd kirin hedef, li Kurdistana Başûr û Rojavayê operasyon kirin. Vê carê bingeha "serkeftinên derewîn" kêm e, lê li derve nebe, çima ne li hindirû?

 

Desthilata tirk her carê di nav rakeşiya şer de çû hilbijartinê. Pirsên navxweyî di tariyê de man. Her carê partiyên tirk dan pişt xwe. Vêga şerê Iraqê sekinî. Sûrîyê jî, di wê rê de ye. DAIŞ şikest. Bi yeqînî wê razên veşartî eşkere bibin. Li Tirkiyê qeyrana aboriyî dayê pêşiya hemû pirsgirêkan. Ma desthilat û di şert û mercên aştiyê de hilbijartin, qet li hev tên?

 

Ji bo Erdogan û partiya wî, wateyeke din ya hilbijartinê heye. Partiya wî bi gilî û gazindan dikele. Ew di hilbijartinê de ne serkeftî be, nikare rê li ber bertekê bigre. Jixwe ji zû ve gotegota wê heye.

 

CHP

 

CHPê nasnameya sosyal-demokratî yekcar winda kiriye. Rewşa wê, wêneyê guhertin û tevlîheviya demografîk, civakî, bîrdozî û siyasî ya Tirkiyê nîşan dide. Pîvanên kevneşop, gellek caran têra şîrovekirina wêneyê civakî û siyasal nake.

 

Ji bo dijberan girîngiyeke hilbijartinê, ji bêhêzkirina Parlemenê tê. Êdî ew haya çapemenî û civakê jî nakşîne. Piştî hilbijartinê, dibe mafê zagonderanînê jî ji destê Parlemenê derkeve. Dibe hilbijartinên şaredariyan, şensê dawî yê dijberan e.

 

Lê êdî xweseriya şaredariyan tineye. Proje, bi Qesrê ve girêdayî ne. Dibe bêyî destûra Qesrê, şaredar nikaribin karmend û karkeran jî bigrin. Jixwe desthilat kengê bixwaze, dikare şaredaran ji kar dûr bixe.

 

Rêbaza demokratîk hêja ye, lê ku ew bibe leyistoka desthilatê? Hingê em dibin fîgûranê şanoya desthilatê. Yê jidil bixwaze bibe desthilat, yê jidil bawermendê demokrasiyê, dest û piyên xwe wisa girê nade.

 

HDP

 

Min dixwest qala taktîka kurdan bikim, lê helwesteke wisa hevpar tineye. Partiyên kurd bi hevbendiyên cuda dikevin hilbijartinê. Ne tiştekî karesatî ye. Biryareke demokratîk e. Bila Kurd jî hînî rêzgirtina zagonên demokrasiyê bibin.

 

Parlemen û şaredarên HDPê, girtî ne. Bi sedan xebatkaran welat terikandine, qedexekirî ne û her roj tên girtin. Rewşeke dijwar. Lê rewş ev e û ew berhema pirsa kurd e û zû bi zû naguhere.

 

Li himberî partiyên kurd, eniya înkarê, eniya nîjad û neteweperest heye. Ne tenê AKP, CHP jî li wir e. Yek jî naxwaze xwe nêzîkî rastiya kurd bike. Ji wêkê ji têkilî û hevbendiyên eşkere direvin.

 

Li bajarên Tirkiyê berendam nîşannedana HDPê mirov fêm dike, lê valahiştina navêndên weke Dîlok û Rihayê, dibe bibe sedemên encamên ne baş. Li navendên xwedî nav û deng weke Çewlîgê qelsbûn çêbe, wê ew birîneke kûr be.

 

Ez naxwazim bernameyên partiyên kurd şîrove bikim, ji ber ku ew bi helwesta desthilata tirk û bi hêz û huneriya şaredariyên kurd ve girêdayî ye. HDP, têkbirina qayuman daye ber xwe. Qayuman, mala zarokan, dibistan, bîrdarî, park, şano, sînema, navê partiyan, çi tişta Kurdan bi bîr bîne, qedexe kirine, rûxandine. Divê li himberî gotina me hebe.

 

Ev jî heye: Şaredarî, ji bo xizmetguzariyê ne. Ji parlementeran zêdetir şaredar nêzî civakê ne. Başî û xirabiya wan, rastêrast bandor li civakê dike. Bi gotinan xizmetguzarî nabe. Tevî tengasî û astengiyan ê di xizmetê de civakê dilxweş bike, dikare qala serketinê bike. HDP winda bike, sedemek wê kêmasiyên berendamên wê be. Divê qam, gorî kar be.

 

HDP nikare ji rastiya kurd bireve. Jixwe hilbijartin li ser sîstema nîjadperestiya tirk dibe û ti partiya tirk yek gotinê nabêje. HDP, ne ji ber komara demokratik û civaka ekolojîk û hwd, lê ji ber nasnameya kurd, ji ber berteka netewî, dengan distîne. Bi gotinê mirov nabe demokrat. Divê em neteweperestiya welatparêz biçûk nebînin, nexwe wê berdêl giran be.

 

Di zexmbûna HDPê de Selahattin Demirtaş sembolek e. Ji bo wî bêdengiya HDPê, mirov fêm nake. Dinya xwedî derdikeve, dezgehên navdewletî ji bonê piştgiriya xwe pêşkêş dikin, lê em? Ev bêxemî nîşana wê ye ku em hê bi fermanan dimeşin.

 

Li Rojhilata Navîn rewşa siyasî diguhere. Ev çend sal in, em bi DAIŞê radibûn û rûdiniştin. Vêga ew li paş dimîne. Serdema piştî DAIŞê dibe rojev. Kurd di navenda guhertinê de ne. Jixwe ji zû ve şikestinek heye. Hêviya yekîtî û serxwebûnê derb xwar û hin rêbazên kevneşop ên tekoşînê jî. Xweparastin, dîsa bi ser ketiye. Gava mirov hemûyan dide ber çav; girîngiya tevger, dezgeh û tekoşîna demokratîk derdikeve pêş û herwiha girîngiya hilbijartinên şaredariyan. Ne tenê Kurd, Tirk jî bi pirsgirêkên xwe ve tenê mane. Ji wêkê mirov ji seranserê Tirkiyê di bendewariya encamên cuda de be, wê ew ne xelet be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst