Kurdistanê nekin Lîbya

06-03-2017
Ako Mihemed
Nîşan Kerkûk Şingal PDK YNK PKK
A+ A-

Niha di nav nakokiyên partiyên Kurdistanê de ti kareke çewt û rast ne diyar e, baş û xirab jî bi temamî tevlî hev bûye. Di nav çend rojên derbasbûyî de serdegirtina ser kêlgeha petrola Kerkûkê û pevçûnên di navbera hêzên serbi PKKê û pêşmergeyan, nîşana wê yekê ye, ku eger helwest û nêzîkatiya partiyan bi vî awayî berdewam be dê rê ji bûyerên nexweştir û karesatan re veke.

 

Hemû kes dizane ka yasa û lojîk çi ye. Lê yek ji derencamên şerê DAIŞê qelsbûna yasayan bû. Herwiha destavêtina siyaseta bi her awayî reşkirina hevûdin bû. Di civaka siyasî ya Kurdistanê de ev şêweyê karkirinê bandorekî kûr li moral û hestê gel dike.

 

Dema li Kurdistanê li dijî hev karkirin cihê hevgirtin û hevpeymaniya siyasî û îdarî girt, kar û pozberiya siyasî ket nav şêwazên facebookê, rikberiya liser hemû tiştan bi şerê devkî dest pê kir, parlamento jî hate girtin, beşekî hikûmetê hate betalkirin. Bi vî awayî aramiya civakî ya Kurdistanê ji metirsiya DAIŞê zêdetir, bi vê pozberiyê têkçû.

 

Li Kerkûkê hêzekî leşkerî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê biser Kêlgeha Petrola Kerkûkê de girt. Bi wê hêncetê, ku di sala 2007ê de biryar hatiye dayîn li Kerkûkê parzûngeh bê çêkirin lê nehatiye çêkirin û dereng ketiye. Heta niha jî berpirsê YNKê yê Kerkûkê vê helwesta xwe diparêze. Dema ji berpirsên bilind ên YNKê jî dipirsin dibêjin agahiya wan ji vê yekê nîne. Heta niha jî ti berpirsekî negotiye ev yek bi agahdariya me hatiye kirin.

 

Berî dema partiyekê karek dikir ji aliyê partiyên din dihate rexnekirin. Lê niha hêzeke partiyekê karekê dike, ne gel û ne jî partiyên din nizanin ka ev kar bi agahdariya hemû partiyê hatiye kirin yan na. Nebûna hevgirtin û yekdengiya di nav partiyan de Kurdistan perçe kiriye. Nemana yeknavendî, yekbiryarî ya di navbera partiyên çekdar de, Kurdistanê tenê ber bi modela Lîbyayê ve dibe.

 

Ne li Kurdistanê, lê li welateke din ê medeniyet û yasa tê de serwer be, partiyek bixwaze karekê ji bo bajarekî bike, projeyên xwe bi awayekî medeniyane eşkere dike, bi teybet jî eger ew partî li wî bajarî xwedan dengê zêde be, serkeftina projeya wê hêsantir dibe û bi vî awayî dengdêrên xwe zêdetir dike. Eger bersiv wiha be û hemû karên din jî bi vî awayî bên kirin, divê em li hêviya modela Lîbyayê bin û dibe, ku sibe hêzekî din li devereke din dest dayne ser kêlgehên petrolê. Hêzekî din dest dayne ser firokexaneyê û hemû grub jî dikarin daxwzên xwe ji bo vê reftarê bikin hêncet.

 

Wê demê hemû jî çewtiyên aliyên din dikare bike hêncet. Niha dem heye, ku di proseya berhemanîna petrolê de pêşiya hemû destdirêjî û karên ne yasayî bê girtin, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî xwedan desthilat be, lihember her pirs û jêpirsînekê de jî berpirs be.

 

Ji rexekê din ve hêzeke Partiya Karkerên Kurdistanê li Şingalê dibêje sînor û herêmên min hene û nabe pêşmerge bê van herêman, ew kesên nêzîk jî bibin dê bi zora hêz derbixin. Xwedan hêza çekdar û rêveberiya xwe ye û dixwaze li Şingalê di bin navê Kantona Şingalê de sîstemeke cuda yê rêvebiriye avabike, ji bo vê jî desteyekê damezrandinê jî pêkaniye. Li ser vê rijdbûnê şer derdikeve û canê çendîn kurdan dibe gorî, eger bi vî awayî berdewam bike ne dûr e, ku hê çend kesên din jî bibin qurbanî.  

 

Ji ber van nakokiyên siyasî, hinek partiyên diyar ên Kurdistanê ku şev û roj li dijî mîlîsbûn û ne yasayîbûnê diaxivin, we dizanin di navbera pêşmergeyên PDKê û YBŞê de şer derketiye, destê Tirkiyê di nav vê aloziyê de heye. Herwiha PDK van navçeyan wenda bike û aloz bibe vê yekê ji xwe re weke sûd dibînin.

 

Ev 3 sal in hinek rojnameyên derveyî Kurdistanê rapor û şiroveyên xwe de dibêjin Îran dixwaze ev hêza PKKê li Çiyayê Şingalê bimîne û bi rêya Bexdayê jî pere dide wan. Herwiha şandekê PDKê jî ji Îranê re gotiye, eger we divê pêwendiyên we ligel Herêma Kurdistanê baş be, divê hûn destê xwe ji pişta vê hêza PKKê ya Şingalê vekişin.

 

Mil bi milê pêşmerge, piştgirî û beşdarbûna hêzên PKKê û yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya di şer de û herwiha beşdarbûna pêşmerge ya şer û berxwedana Kobanê de hestên netewîbûnê û yeknîştîmanbûne bihêz kir. Lê rijdbûna PKKê ya bicîhbûna li şingalê de wêneyê vê hest û piştgiriyê di hizra gelek kurdan de bi awayekî nexweş xilas dike. Lewma jî çareseriya herî baş PKK weke mînaka pêşmerge ya li Kobanê tevbigere û ji Şingalê derbikeve.

 

Kurdistanê di şerê DAIŞê de heta astekê bilind yekîtiyeke leşkerî nîşanda. Ji hemûyan jî giringtir encamên piştî şerê DAIŞê ne. Di rojên destpêka şkestina DAIŞê ya Mûsilê de, van herdu bûyeran (mijara Şingal û petrola Kerkûkê) ne zelalî û dilrevînî peydakiriye, ev yek jî nîşana wê yekê ye, ku Kurdistan li dewsa çinîna destkeftiyên serkeftina xwe, berbi aloziyeke navxweyî  yê mezin ve gav diavêje.

 

Gelek kesên agahdar dibêjin: “Ev yek bi zanebûn mijûlkirina kurdan bi pirsgirêkên navxwe ve ye.” Webal û çareseriya rêgirtina van aloziyan jî di stû û destê partiyên Kurdistanê de ye, ne yê gelê Kurdistanê ku  li hêviyê bûn (bi gotina navendên medyayî ) di “şerê cîhanê yê sêyemîn” de dedestkeftên Kurdistanê zêdetir bin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst