Pêşhateyên Sûriyeyê û encamên wan ên navxweyî û herêmî
Şêrko Kirmanc
Berî çend rojan Desteya Tehrîr el- Şam ku rêxistineke terorîstî ya nêzîkî Tirkiyeyê ye û paşxana wê vedigere rêxistinên Qaîde û DAIŞê, êrişî bajarê Helebê, duyem bajarê herî mezin ê Sûriyeyê, kir. Di demeke kurt de artêşa Sûriyeyê şikest û bajêr vala kir, lap mîna tiştê ku sala 2014an li Mûsilê qewimî.
Vêga, kêm zêde, tevahiya bajêr, di nav de firokexane û cihên stratejîk li nav bajêr û derdora wî, ketine destê koma Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê. Di heman demê de, bi piştgiriya rasterast a Tirkiyeyê, li bakurê parêzgeha Helebê, xasma li navçeyên ku berê ji aliyê Tirkiyeyê û grûpa Artêşa Azad a Sûriyeyê ve hatibûn dagirkirin, êrişî deverên ku di bin kontrola HSDyê de bûn, kir.
Di çend rojên borî de, ew gelekî bi pêş de çûne û hêzên HSDyê hino hino navçeyên xwe vala dikin. Wêne, nexşe, erdnîgarî û hevsengiya hêzê heta vêga dilmê ye, hêj nayê zanîn ka dê rewş çawa bibe lê zehmet e ku vegere berî ketina Helebê. Di vê gotarê de, em ê hewl bidin ku rol, bandor û encamên vê pêşhateya nû ji bo aktorên sereke yên herêmî û navxweyî destnîşan bikin.
Sûriye, Beşar Esed û rejîma wî
Berî her tiştî, divê em bibêjin ku rejîma Beşar Esed piştî Bihara Erebî û destpêkirina şerê navxweyî bi piştevaniya sê alî û hêzan ji keviya mirinê vegeriya. Bêyî şêwir, plansazî û beşdariya pasdarên Şoreşa Îranê û çekdarên Hizbulaha Libnanê ji aliyekî ve û hêzên esmanî yên Rûsyayê ji aliyê din ve, felata rejîma Esed nebû. Niha jî têkçûna artêşa Esed rasterast bi lawazbûna her sê hevalbendên wî yên sereke ve girêdayî ye.
Kulmên Îsraîlê yên berdewam û kujer di van çend salên dawî de, kuştina bi dehan efserên payebilind û lêdana bi sedan bingeh û baregehên pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyeyê, şiyanên Îranê yên alîkarîkirina Esed bi temamî lawaz kiribû. Hevdem, êrişên Îsraîlê li ser Hizbulahê, kuştina piraniya serkirdeyên wê, di nav wan de Hesen Nasralah ligel têkbirina binesaziya leşkerî ya wê rêxistinê li Libnan û Sûriyeyê, Esed ji destekî xurt ku ji 2011an ve ne li hêla dawî lê li hêla pêşî ya artêşa Sûriyeyê li dijî hêzên Sunî-îslamger şer dikir, bêpar hişt. Wekî din, mijûlbûna hevpeymana navneteweyî ya Esed, Rûsya bi şerê Ukraynayê eniya Sûriye-Îran-Hizbulahê li hemberî hêzên neyarên wan hê lawaztir kiribû.
Her wiha, rejîma Esed û artêşa wî westiyane û ger gelê Sûriyeyê jî heta niha piştevaniya hikûmetê kiribe, ne ji ber çavên reş ên Esed bû lê ji ber dîroka tarî ya komên cîhadî û selefî ye ku piraniya opozîsyona Sûriyeyê pêk tînin. Ev yek bû sedem ku kolan dem bi dem destekê bide van koman li dijî artêşa Sûriyeyê.
Tirkiye
Di van bûyerên dawî de aktora sereke Tirkiye ye. Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî lavakirineke mezin ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di 2020î de gihîşt lihevkirinekê ku hemî bermahiyên komên terorîst, cîhadî û selefî li Parêzgeha Idlibê bihewîne. Ev yek di demekê de bû ku artêşa Sûriyeyê , Îran û Hizbulah, bi piştevaniya hêzên esmanî yên Rûsyayê, li pey hev Heleb û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyeyê de rizgar kirin.
Eşkere ye ku wê demê divabû herêm were bêçekkirin lê nehat bicihanîn. Ji wê demê ve Tirkiyeyê komên li Idlibê û yên ku piştî derxistina hêzên Kurdî û HSDyê xwe li Cerablûs, el-Bab, Ezaz û Efrînê girtin, ji bo rojeke wiha amade dikir. Pirs ev e: Çima di vê demê de?
Ya ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê li herêmê araste dike Pirsa Kurd e. Tirkiye hebûna Kurdan li her derê wekî gefeke hebûnwarî dibîne, ji bo tunekirina wan hemû hewlan dide û ger bi ser nekeve lîstika lawazkirina Kurdan dilîze. Tirkiye motîva sereke li pişt liv û tevgerên dawî yên li Heleb û Sûriyeyê ye. Ew di wê baweriyê de ye ku Amerîkî li Sûriyeyê piştgiriya Kurdan dikin, Îran û Sûriye bi wan re muameleyê dikin, wan bihêz nekin, lawaz jî nakin. Tirkiye ji lawaziya eniya Îranê û mijûlbûna Amerîkayê bi guherîna desthilatê sûd wergirtiye û dixwaze bi kevirekî çend çivîkan bikuje.
Yekem, Kurdan (HSD) mijûlî şer bike û ger bikare bi rêya alîgirên xwe êrişî wan bike, wekî ku niha li Tel Rifet, rojhilatê Helebê û rêya M4ê tê dîtin.
Duyem, zêdetirî salekê ye Tirkiye hewl dide bi Sûriyeyê re danûstandinan bike da ku pêgeha Kurdan lawaz bike û artêşa Sûriyeyê vegerîne navçeyên di bin kontrola hêzên HSDyê de. Esed heta îro neketiye bin zextan. Arasteya hewldanên Tirkiyeyê ev e.
Sêyem, her ji peymana Korîdora Hindistan-Kendav-Ewropa (IMEC) ku divabû di Îsraîlê re derbas bibe, heta digihîje lêdana Hemas, Hizbulah û dûvelankên Îranê yên din, Tirkiye di danûstandinan de hat marjînalîzekirin. Vê yekê Tirkiye nîgeran û hêrs kiriye. Ev tevgera Tirkiyeyê ji her kesî re (Îsraîl, welatên kendavê, Ewropa, Amerîka, tewra Hindistan) peyamek e ku em hîn jî li Rojhilata Navîn aktoreke sereke ne û bêyî me ne aştî ne jî şer çênabe.
Çarem, Tirkiye ev demek e hewl dide proseya aştiyê li gel Kurdên bakur vejîne, lê dixwaze ji Kurdan re bibêje ku ez im yê ku biryara mafên wan dide, çimkî ez im yê ku biryara şer û aştiyê ne tenê li bakur lê li tevahiya herêmê dide. Bi kurtî, Tirkiye dixwaze ji Kurdan ra bibêje, wekî ku Devlet Bahçelî gotiye, divê werin û xwe teslîmî me bikin.
Îran, Hizbulah û "Eniya Berxwedanê"
Heger şerê DAIŞê û encamên wê hêza Îranê gihandibe lûtkeyê, şerê Xezeyê û êrişên wêranker ên li ser Hizbulah û Hemasê, şiyanên Îranê pir daxistine ku hema hema digihe asta lawazbûna Îranê ji ber şerê piştşikên ê Îraq û Îranê (1980-1988). Pêşhateyên çend rojên borî, eger bi dehan sedem li pişt wan bûn, lê ti yek bi qasî lawazbûna Îranê û neynûkkirina alîgirên wê bandor li ser vê têkçûna Sûriyeyê li hember komên cîhadî yên sunnî yên Sûriyeyê nekir.
Pêwendiyên stratejîk ên Îranê bi Sûriyeyê re vedigerin salên şerê vî welatî li gel Îraqê, ku ji bilî Sûriyeyê hemû welatên Ereb ên dîtir piştgiriya Îraqê dikirin. Bi avakirina Hizbulahê li başûrê Lubnanê re girîngiya Sûriyeyê ji bo Îranê deh qat zêde bû. Sûriye rêya ku Heyva Şîe temam dike ye, ew heyva ku ji Îranê dest pê dike û ji Îraq û Sûriyeyê derbasî başûrê Lubnanê dibe. Bi gotineke din, ew rê ye ku Îran çek û cebilxaneyan pê digihîne Hizbulahê da ku Îsraîlê tehdîd bike. Lewra, wekî sala 2011ê, dema ku gera yekem a şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, Îranê her tiştê ku ji destê wê hat ji bo parastina Beşar Esed û rejîma wî kir û di vê yekê de bi ser ket jî.
Niha ku gera duyem a şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiriye, Îran heman hewldanê dike lê ji pêgeheke gelekî lawaztir. Pêgeheke ku bi salan e ketiye bin rehma hêzên hewayî yên Îsraîlê. Di heman demê de, kulma wê ya xurt, Hizbulah, şikestî ye, ala spî hilnedaye lê wekî din, qet nebe li Lubnanê, ti carî wer perpitî nebûye. Çawa dibe bila bibe, tê çaverêkirin ku Îran û ya ku xwe wekî "Eniya Berxwedanê" bi nav dike, hewlên xwe ji nû ve bidin destpêkirin, heke ne ji bo rizgarkirina Helebê be jî ji bo parastina rejîma Esed li Şamê xemsariyê nekin lê bêyî piştgiriya Rûsyayê, dibe ku vê carê nikaribin Esed ji hilweşandinê rizgar bikin.
Rûsya û eniyeke din a şer
Di Îlona 2015an de, heta dema ku Rûsya hêza esmanî li Sûriyeyê neda xebitandin, hemû çavdêr di wê baweriyê de bûn ku rejîma Esed zû yan dereng, tevî piştgiriya Îran û Hizbulahê, dê hilweşe. Rûsyaya şûngira Yekîtiya Sovyetê di wê demê de, di hemû cîhanê de tenê li Tertûsê (bajarekî Sûriyeyê li ser Deryaya Navîn e) xwedî bingeheke leşkerî ya deryayî bû. Di wê baweriyê de bû jî ku ji bo ku wekî hêzeke mezin vegere qada navneteweyî, Sûriye ew pir e ku dikare pêngavên din di ser re biavêje. Ji ber vê yekê parastina Sûriyeyê û Esed ji bo Vladîmîr Pûtîn bûbûn armanca sereke.
Ji pênc salan ve, rojek derbas nebû ku hêzên esmanî yên Rûsî çalakiyên leşkerî li Sûriyeyê pêk neanîn, heta derxistina komên cîhadî û neyarên Esed ji piraniya axa Sûriyeyê , ji bilî deverên di bin kontrola HSDyê û Idlibê ku wek li jor jî hate gotin, di lihevkirineke ligel Tirkiyeyê de bû bingehek ji bermahiyên DAIŞ, Qaîde û Eniya el-Nusrayê re ku gelek ji wan piştre bûn Desteya Tehrîr el-Şama ku aniha pêşengiya êrişên li ser li Heleb û Hemayê dike.
Rojekê piştî êrişa li ser Helebê, hêzên hewayî yên Rûsyayê cardin dest bi operasyonan kirin. Heger Rûsya ne mijûlî şerê Ukraynayê bûya, dê hemû şiyanên xwe dîsa bi kar bianiya da ku Esed xilas bike, lê dibe ku vê carê wekî gera yekem nikaribe hevkariyê bike. Heger ne bi rêya hêzê be jî, îhtîmal e ku Rûsya gelek zextê li Tirkiyeyê bike ku rê li ber cîhadîstan bigire da ku zêdegaviyên bêhtir nekin.
Îhtîmal e ku Tirkiye vê yekê ji bo Rûsyayê bike, ji ber ku mayîn an ketina Esed ne stratejiya Tirkiyeyê ye, bi kêmanî niha. Tiştê ku ji bo Tirkiyeyê girîng e berfirehkirina navçeyên ku di bin destê dûvelankên wê de ne, hem ji bo vegerandina hejmareke mezin ji penaberên Sûriyeyê ku Erdogan dixwaze heta hilbijartinên bê xwe ji wan xilas bike, ji ber ku hestên dijberiya Sûriyeyê li kolanên Tirkiyeyê derketine holê.
Di heman demê de, Tirkiye dikare bi rêya berfirehkirina erdnîgarî ya dûvelankên xwe, zexteke bêhtir li Esed bike ku dev ji daxwazên Tirkiyeyê berde û pişta xwe bide Kurdan. Di vê navberê de, Rûsya dikare hem di warê dîplomasî û hem jî di qada hewayî ya Sûriyeyê de roleke bibandor û yekalîker bilîze. Roleke ku halê hazir ti aktoreke din nikare şûna wê bigire. Ji ber vê yekê, Pûtîn dê di çend rojên bê de rola padîşah-çêker (king-maker) bilîze.
Kurd û HSD
Di gera yekem a şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, ti aliyekî bi qasî Kurdan sûd jê wernegirtiye. Eşkere ye ku berdêla wê gelekî giran bû, gelek şehîd û birîndar, wêranî û windakirina beşekî mezin ji axa Rojavayê Kurdistanê wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî.
Her wiha, erdnîgariya navçeyên di bin kontrola HSDê de, vêga jî piştî jidestdana hin deveran di gera duyem a şerê navxweyî de, hîn jî ji erdnîgariya navçeyên Kurdî gelekî mezintir e. Di vê gerê de, heta niha ji ber du sedemên bingehdar Kurd zirarmend in. Yekem, deverên ku ji dest dane, herêmên qut qutî bûn û Tirkiye û dûvelankên wê zûzûka ew ji deverên din ên di bin kontrola HSDê de bi tevahî qut kirin.
Duyem, piştevana sereke ya Kurdan li Sûriyeyê ku Amerîka ye, bi giştî kêm berevaniyê li hêzên HSDê li rojavayê Firatê dike û mijûlî guherîna desthilatê li welatê xwe ye. Bi ser de jî, Amerîka bêhtir li dijî aktorên nedewletî yên wekî DAIŞê û komên din ên cîhadîst Kurdan diparêze, lê vê carê ji ber ku cîhadîst xwe di bin baskên Tirkiyeyê de vedişêrin, Amerîka, bi kêmanî heya niha, xwe dûr hiştiye.
Girîng e halê hazir Kurd xwe ji şerê eniya Esed-Îran-Hizbulah-Berxwedanê li dijî Eniya Tehrîra Şamê, Artêşa Azad a Sûriyeyê û Tirkiyeyê dûr bixin. Çêtir e ku Kurd statûya xwe li Minbicê û herêmên rojhilatê Firatê tundtir bikin. Îhtimal heye ku Amerîka û Îsraîl hêzên HSDê li dijî eniya Îranê û berxwedanê bi kar bînin. Ger ev yek biqewime û garantiya piştgiriya demdirêj ji bo Kurdan û Rêveberiya Xweser nebe, dê ji bo Kurdan pir xerab be. Ger piştgirî were misogerkirin, tevlîbûna şerê bi eniya Îranê re dibe ku di berjewendiya Kurdan de be.
Îsraîl û Amerîka
Hemasê ev heytehola Rojhilata Navîn qewimand. Îsraîl û Amerîka sûdmendên sereke yên vê heyteholê bûn. Tişta ku niha li Sûriyeyê diqewime, rasterast an nerasterast, nîşana serkeftinên Îsraîlê û têkçûnên eniya berxwedanê ye. Heger ev gera şerê navxweyî yê Sûriyeyê ne bi destê Îsraîlê be jî, bi dilê wê ye ji ber ku du enî şer li dijî hev dikin ku her du jî li dijî Îsraîlê ne.
Îsraîl naxwaze ti yek ji van eniyan bi ser bikeve, lê dixwaze şer bidome û her du enî lawaz û perpitî bibin. Di vê hevkêşeya nû de ya ku Amerîka û Îsraîl dilgiran dike, serdestiya Tirkiyeyê ye. Îsraîl û Amerîka naxwazin Tirkiye valahiya ku ji ber lawazbûna Îranê derketiye holê, dagire.
Bi kurtî, guhertin û pêşhateyên li Sûriyeyê hem bilez û hem jî ne çaverêkirî ne. Wekî din, aktorên din ji bilî yên ku hatin behskirin, heke hîn jî tev li lîstikê nebûne, dibe ku di demeke nêz de tevlî bibin xasma Erebistana Siûdî û Îmarat. Urdun jî ji serkeftina komên cîhadî gelekî nîgeran e, ji ber ku ew jî mîna Erebistana Siûdî û Îmaratê, ava wê û komên îslamger ên tundrew û nerm jî di cihokekê de naçe.
Heya niha ne diyar e ka hevkêşe dê bi kîjan alî de xwar bibin, lê tişta ku tê zanîn ew e ku eniya Îran û berxwedanê di şikestinê de ne û Rojhilata Navîn di kelandinê de ye. Min gelek caran gotiye ku dewlet di qeyranan de ji dayik dibe. Pirsa sereke ev e: Gelo Kurd hem ji bo bikaranîna derfetên ku ev guhertin li Rojava û Başûrê Kurdistanê peyda dikin, hem ji bo avakirina dewletekê, xewna herî mezin a Kurdistaniyan, çiqasî amade ne?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)