Modêla kurdî ji bo hilbijartinê


Dema min pirs ji endamê PDKSPê (ku Mesûd Barzanî piştgirya wê dike) Mihemed Ismaîl kir: Gelo hilbijartin li navçeyên kurdî yên Sûryê birêvediçin? Di bersivê de got ku ew qebûl nakin hilbijartinek bibe ku asayişên ser bi PYDê serperiştiya wê bikin. Lê rastî ewe ku heman rewş li Kurdistana Iraqê jî heye.

Bêhtir ji heftiyekê ez li navçeyên kurdî yên Sûriyê bûm. Tevî ku YPG û asayiş (ku wek asayişa Kurdistana Iraqê ye) dibêjin ew piştgiriya ti partiya siyasî nakin, lê li hemû nivîsgehên wan wêneyê serokê PKKê Abdullah Ocalan daleqandine. Heta hinek medalyonên bi wêneyê Ocalan neqşkirî li ser sîngên xwe danîne.

Serkirdeyên YPGê gellek rexneyan li wan partiyan jî dikin ku ji aliyê Barzanî ve piştgiriya wan dibe. Lê rexneyê li PYDê nakin.

Heta ew vîdyoklîpa ku “Koma Awazên Çiya” ji bo piştgiriya YPGê kişandibû, tê de hejmarek ji şervanên YPGê derdikevin ku "Bê serok jiyan nabe" diqîrin. Vê jî ew demên ku ez diçûm baregehên asayişê li Herêma Kurdistanê anîn bîra min. Li wê derê jî wêneyên Celal Talebanî û Mesûd Barzanî daleqandî bûn. Lê nedidan mandelê ku asayişên ser bi YNKê yan PDKê ne.

Dibe bi sedema vî şerê ku YPG li dijî al-Qaîdeyê dike be, tevî ku ser bi PKKê ne, lê di nav xelkê de hatibin hezkirin. Heta siyasetmedarên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî digotin ku eger neçar bin ji nav al-Qaîde û YPGê yekê hilbijêrin, ew ya duyem hildibijêrin.

Lê ev wê rastiyê neguherê ku çekdarên ser bi PKKê li Sûriyê tevaya navçeyên kurdî kontrol kirine. Ji bilî hinek cihan ku grûpên din jî li wê derê ne. Lewma serkirdeyekî kurd ji min re got ku gumana wî li ser wê projeya pêkanîna PDK-Sûriye heye, ku niha li Hewlêrê kar li ser dibe, ku bisernekeve. Ji ber ku divê ew bi rêdana PYDê çûnûhatina derveyî Sûriyê bikin. Di heman demê de rê ji bo Salih Muslim nayê dayîn ku bêyî rêdana PDKê ew bê Herêma Kurdistana Iraqê.

Weke çawa ku PKKê li navçeyên kurdî yên Sûriyê her tişt kontrol kiriye, hêzên asayişa PDKê û YNKê jî her tişt li Kurdistana Iraqê kontrol kirine. Her yek ji partiyên îslamî û Tevgera Goran jî divê di bin çavdêriya asayişa PDKê li Duhok û Hewlêrê, herwiha asayişa YNKê li Silêmaniyê beşdarî hilbijartinan bibin.

Lewma hilbijartin li navçeyên kurdî yên Sûriyê ne gellekî cuda ne ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê. Dibe ku bê gotin li van navçeyên ku di bin kontrola PDKê yan YNKê de ne, li Iraq û Sûriyê, ji aliyê van partiyan ve êrişî ser her tiştî hat kirin. Dibe di siberojê de PYD bêhtirîn dengan bidest bixe, tevî ku gellek partiyên kurdî jî li Sûriyê hene, ku gellekî bêhtirin ji wan partiyên ku sala 1992yê li Kurdistana Iraqê beşdarî hilbijartinan bûn. Her yekê ji PDKê û YNKê jî ji sedî 50ê dengan bidestxistin.